e-rojname dest bi weşanê kir

"e-rojname" li ser înternetê dest bi weşanê kir.

Piştî ku weşandina rojnameya Welat hate rawestandin, malpera e-rojname li ser înternetê dest bi weşanê kir.

Rojnameya dîjîtal e-rojname li navnîşana "http://www.e-rojname.com" dest bi weşanê kir. E-rojname di roja destpêkê ya weşanê de bi sernavê "Kurdî sînoran nas nake" bal kişand ser zext û zordariya li ser Kurdî.

E-rojname wê bi zaravayê Kirmanckî jî nûçeyan biweşîne. Ji bo xwendin û şopandina rojnameyê, pêwîstî bi abonebûna li malperê heye. Edîtorên rojnameyê destnîşan kirin ku tevî zextên giran ên li ser Kurdî jî wê Kurdan bê rojname nehêlin û banga abonetiyê kirin.