DYA, hêzên xwe yên li Mexmûrê vekişand Hewlêrê
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hêzên xwe yên li Mexmûrê vekişand Hewlêrê û li derdora bajêr bi cih kir.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hêzên xwe yên li Mexmûrê vekişand Hewlêrê û li derdora bajêr bi cih kir.
DYA hêzên xwe yên leşkerî yên li bajarokê Mexmûrê danê vê êvarê vekişand Hewlêrê. Li gorî agahiyan, DYA baregeha xwe ya li Mexmûrê vala kiriye û piştre teqandiye.
Tê gotin, DYA hêzên xwe yên vekişandiye Hewlêrê, li gel hejmareke zêde ya pêşmergeyan li dora Hewlêrê bi cih kiriye.
Li aliyê din, xeta înternetê ya li Mexmûrê danê vê êvarê hatiye birîn û ji bilî telefonên normal, tê pêwendî nayê kirin.