Dûran Kalkan qala şehîd Destîna, Bakur û Çavrê kir

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan qala jiyan û têkoşîna sê cangoriyên têkoşîna azadiyê Destîna Qendîl, Bakur Cîlo û Çavrê Firîşte kir.

Ji gerîlayên tevgera azadiyê ya Kurdistanê Beyan Hemed Xidir bi nasnav Destîna Qendîl sala 2014'an, Brûsk Cemal bi nasnav Bakur Cîlo li Helebê û Suham Ebdulqadir Mûsa bi nasnav Çavrê Firîşte jî sala 2017'an şehîd bûn.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan beşdarî bernameya 'Xorî Welat' a Aryen TV bû û qala jiyan û têkşoîna hersê gerîlayan kir.

Nirxandina Kalkan bi vî rengî ye:

BAKUR CÎLO

"Li ser heval Bakur; Min Heval Bakur di sala 2000’an de li Dola Kokê nas kir. Piştî kongreya 7’emîn xebatên me li wê derê navendî bûn. Beriya wê bi wesîleya xebatên Başûr pêwendiya me bi malbata wî re çêbibû. Birayê wî yê mezin beriya wê beşdarî nava tevgerê bibû û di 1997’an de li Avaşînê şehîd ketibû. Min birayê wî heval Semyan jî nas dikir. Di qada Avaşînê de xebat rêvedibir. Hevalek pir wêrek û fedekar bû. Zêdetir di xebatên Biryargehê de ma. Malbata wî berê endamê Partiya Komunîst bû. Diya wî jî yekê zanabû. Temamî nizanim lê bawerim bavê wî jî hatibû qetil kirin. Ew bixwe jî ji wan hemûyan bandor bibû û dîsa heval jî nas dikirin, lewra di temenek biçûk de tevlîbûyîn çêkir. Dema ku beşdar bû, mirov dikare bêje ku di temenek zaroktiyê de bû; zarokek hinek qelew, bi biryar û biînad bû. Di ewlehiya rêveberiyê de cihê xwe digirt. Ciwanek xwînşirîn bû. Gava me jî li wê derê di rêveberiyê de cihê xwe girt, me hev nas kir. Me bi hev re xebat rêvebir. A rast gava em ê çûban serdana yekeyên cûr be cûr, xwest bi me re were. Gava ku hat jî di wan araziyan de zehmetî dikişand. Birastî ji aliyê fîzîkî ve hinek kurtikî bû. Lê pir bibiryar û biînad bû. Ango tişta ku bal dikişand jî ew bû. Wek ciwanek Başûrî, navê Bakur li xwe kiribû. Helbet ew jî balkêş bû; Ango hişmendiyek wiha, yekparetiya Kurdistanê bibîrdixist. Ji ber me birayê wî jî nas dikir, lewra me ji nêz ve pêwendî çêkir. Bi me re ma. Dema ku em di sala 2001’an de çûn Xinêrê ew jî bi me re hat wê qadê. Hinek mezin bibû. Êdî di nava ewlehiya me de dima. Jixwe wek malbatî di nava tevgerê de bûn, lewra xwe wek zarokê tevgerê didît. Jîr bû, ji aliyê hevalan ve dihat hez kirin. Mirovek welê bû ku dizanî wê xwe çawa bide hez kirin. Aliyên wî yên ku xirab dike, dişkîne, dirûxîne qetiyen tunebû. Ango qasî dikarî dikir, tîmî çêker bû, rewşek wî yê avaker hebû. Vê taybetmendiyê pir zêde sûd da. Bi awayekî çalak tevlî xebatên me bû. Em demek dirêj bi hev re xebitîn. Tevlî perwerdeyên cûr be cûr bû. Rastiya Rêbertî, xeta Partiyê fêr bû. Eleqeya wî zêde ji qada leşkerî re hebû. Perwerdeya tendûristiyê dît, di wî de hişmendiyek diyar a tendûristiyê çêbû. Hevalek welê bû ku ji her aliyê ve ji hevalan re xizmet dikir. Dema ku em wek Navenda Parastinê li qadên cûr be cûr digeriyan jî; hevalên ku pir pirsgirêk dernexînin, tiştên ku hewceye neyên belav kirin li ba xwe digirin, agahî belav nakin, baldar nêzîkî nepenî û têkiliyên hevaltiyê dibin, pêwîst bûn. Nexwe dibe ku me bin navê xebat kirinê, zerar jî daba derdorê. Divê em wek Navenda Parastina Gel, li gorî pêwîstiya xebatê neketiban nava wê. Heval Bakur di vê mijarê de hevalek mînak bû. Ango birastî jî tevgerên wî yên mînak hebûn. Ango aliyên wî yên zehmetî çêdikin qet tunebûn. Ango mirovek pozîtîf bû. Karên pratîkî dikir, pirsgirêk çareser dikir, rêxistin dikir, amade dikir, jiyan hêsan dikir. Ango xizmetên mezin kir. Pêwîste ez wan bi awayek zelal danim holê. Helbet di nava vê pêvajoyê de mezin bû. Wek fizîkî bû kesayetek bejnnavîn, kurtikî, tijî, zend û bend. Hinek beşdarî xebatên cûr be cûr jî bû. Xeyala wî timî li ser çûyîna Bakur bû. Lê me rewşa malbatê, kar û xebatên xwe û dibe ku wî bixwe jî ji aliyê tendûristiyê ve zehmetî kişandibû lewra me destûr neda ku biçe. Vesaz kirina wî welê çênebû. Lewra zehmetî jî kişand. Ji ber hemû hevalên ku pê re diman; diçûn Bakur, tevlî vî şerî dibûn. Ew bixwe fêr bibû û astek qezenç kiribû, lê fêrî ezmûnên Bakur nebibû. Bi awayeki têrker neketibû nava kûrahiya şer. Ev di wî de bû pirsgirêkek jî. Daxwaz kir, xwe ferz kir, di dawiyê de me çûyîna wî guncaw dît. Çû Botanê, hetanî Gabarê çû. 1, 2 sal beşdarî pratîka Botanê bû. Zivistanekê li Gabarê ma. Ezmûnek girîng jî bidestxist. Lê ji ber me wisa kir, hevalan em jî rexne kirin. Gotin eger beşdarî xebatek din bibe wê hê baştir be. Hinek xeter dîtin. Li ser vê me carek din daxwaz kir. Her çiqas wî nexwestibe, hinek tengavî jî kişandibe jî, lê dema me di vê navberê de jê re got ‘divê tu vegerî’, carek din berê xwe da Başûr- Herêmên Parastina Medyayê. Hat, me dît. Ezmûnek girîng bidestxistibû. Hinek kêmasî, pêdiviyên xwe yên berê derbas kiribû. Ango hatibû asta ku pirsgirêkên rêveberî, rêxistin û şer hê baştir fahm bike. Jêhatibûnên wî hê zêde bibûn. Yek jî hêza wî ya nirxandinê hê zêde pêşketibû. Heval, ne hevalek welê bû ku pir bixwîne. Hindik dixwend, lê baş guhdar dikir. Niqaş guhdar dikir, yekî jîr bû, asta wî ya fahmkirinê bilind bû. Ji ber vê yekê asta wî ya zanebûnê pêşket, perwerde jî dît. Hêza wî ya fahm kirina rastiya Rêbertî, li ser vê bingehê şîrove kirina bûyeran û encam derxistin pêşket. Ango ji ber timî bi rêveberiyê re tevdigeriya, lewra asta wî ya biryarê jî pêşket. Mînak me gelek caran li ser mijarên cûr be cûr nîqaş dikir; dema pirsgirêkek derdiket me jî bi navê em dikarin çi bikin, çawa bikin pê re nîqaş dikir. Nêrînên girîng dianî ziman. Ango hêza wî ya nirxandin û biryarê baş bû. Parve kirinên me jî çêbûn. Ji vî alî ve jî alîkariyên girîng da xebatên me. Gava ku pratîka Botanê jî bidestxist ev hêz hê zêde pêşketibû. Êdî bawerî bixwe dianî ku bikare wan xebatan rêvebibe. Hetanî demek din li Herêmên Parastinê yên Medyayê ma. Her çiqas wekî berê nebe jî, çarçoveya xebatên Navenda Parastina Gel xebat rêvebir. Em caran bi hev re tevdigeriyan, caran me bi hev re nîqaş dikir. Di rêxistin kirina wargehên nû de cihê xwe girt. Hinek nerehetiyên wî yên wekî; ez çima zû ji Botanê vegeriyam, çima zû ji Botanê hatim vekişandin, hebûn. Ê ew jî di wê rewşê de xwezayî bûn. Me hewl da bi hinek nîqaşan ve wê derbas bikin. Hevalên din jî pê re mijûl bûn. Di encamê de ez bawerim payîza sala 2012’an bû, Ango demsal sar bû; me bi wî re li Kanîsarka Garê, nîqaşek kir. Heval Cemal jî beşdar bibû. Ango me beriya wê bin navê em dikarin çawa bikin, mijar girtibû dest û me biryar dabû ku em wî bişînin Rojava. Rojava şoreş jiyan dikir, pêdiviya kadroyan pir zêde bû. Hevalên din jî, heval Cemal jî ev rewş guncav dîtin. Ji ber vê jî me li ser rewş, xebat û pirsgirêkên Rojava nîqaş kir. Hetanî demekê hizirî, me nîqaşek diyar rêvebir. Piştre jî me bi komek hevalan re ber bi Rojava şand. Ji bo ku beşdarî pratîka şoreşgerî bibe, derbasî Rojava bû. Êdî vesaz kirinên wan ji aliyê rêveberiya Rojava ve hat kirin. Dem dem ji me re agahî dihatin, not jî dişandin. Her çiqas sînordar jî be pêwendiyên me hebûn. Lê biawayek aktîf tevlî xebatan bû. Piştre agahî hat ku di xebatên Helebê de cih digire. Jixwe wî bixwe jî ji me re not şand. Beşdarî şerê li Helebê bibû. Piştre em fêr bûn, hevalan behs kir û me jî rapor lêkolîn kirin û niha jî tê gotin ku tenê cihê bin navê Şerê Gelê Şoreşgerî hat meşandin, Helebe. Birastî jî bêyî ku xwe bispêrin hêzekê, gel biîradeya xwe şer dike; Şêx Meqsûd, Eşrefiye, di destpêkê de jî bişerek ku li Helebê pêşketî, 8 taxan di bin kontrola xwe de digirin û ji wan hemûyan re jî heval Bakur di asta yekemîn de fermandarî kiriye. Ango wê derê bûye Rêberek rast ê gel, bûye fermandarê şer û bûye mirovek ku ji aliyê gelê Helebê ve herî zêde bê hez kirin. Helbet dema ku me ev bihîstin, em fêrbûn birastî bextewar bûn. Ji ber ku pêşiya pêşketinek wiha mezin vekir, em pir memnun jî bûn. Ango beriya ku şehîd bikeve jî biawayek erênî behsa pratîka wî dihat kirin. Ango dema min rojekê televîzyon temaşe dikir wêne wiha derbas dibûn; wiha bi gotina heval Bakur, yekser tiştek di hundirê min de derbas bû; min got, şehîd ketiye. Piştre agahî dan ku li Helebê di şer de şehîd ketiye. Piştre hevalan wênekêşa ku bikar dianî û hinek malzemeyên wî kom kiribûn ji min re şandin, ew gelek saxbin. Helbet me ew malzeme di cihên pêwendidar de bicih kirin, tên nirxandin. Helbet me hewl da hê zêde li ser vê em şerê Helebê fahm bikin, lêkolîn bikin ku heval Bakur pratîkek çawa meşandiye. Ango bûye mîlîtînak rast ê Apoyî, dîsa pêşengê gel, rêberê gel, di şexsê xwe de xebatên bîrdozî, siyasî û leşkerî kiriye yek; Ango bûye mîlîtanek partiyê ku yekpare, pir alî û mîlîtanek rast ê PKK’ê. Ango kesek wiha yekalî, teng, hinek karan dike û hinekan nake, nîn e. Ji her hêlê ve tecrûbeyên xwe di vî şerî de pêşxist û xwe gihand şoreşgeriyek yekpare. Xwe gihand mîlîtaniyek yekpare. Ev bi taktîkên afîrîner û hostayî ve pêk aniye. Ango hîna behs dikin, agahî tên ku gelê Helebê, jin, ciwan, hemû mirovên Eşrefiye û Şêx Meqsûd bi navê heval Bakur ve xwe li ser piyan digirin, birêzdarî bibîrtînin. Ev rewşek pir binirx e. Birastî jî pîroziyekê îfade dike. Heval Bakur pîroziyek wiha di berxwedana Helebê de derxist holê. Divê ev wiha bê zanîn. Birastî birayê wî yê mezin jî mirovek welê bû ku pir bêdeng û pir nediaxivî; lê dizanî wê kengî biaxive, lê pêşketin baş fahm dikir, baş dişopand, dinirxand, didît û tiştên ku pêwîste di dema wê de bên kirin tespît dikir û hewl dida di dema wê û wexta wan de pêkbîne. Heval Bakur ji ber vê taybetmendiya xwe gelek dişibiya birayê xwe yê mezin, heval Xemgîn. Helbet bi pratîka berxwedana Helebê ve; di fermandariyê de, di mîlîtaniyê de lûtkeyek bilind derxist naverastê. Pir alî bûn, yekpare bûyîn girîng e. Cerebeya Şerê Gel pêşxist. Cerebeya Şerê Gel girîng e. Xwe gihandina asta netewî girîng e. Aliyek girîng a heval Bakur ev bû. Bi taybet jî ji bo wan kesên parçe, teng nêzîkî meseleyê dibin, nikarin netewperestiya parçeyî derbas bikin, kesayetek mînak bû. Navê Bakur li xwe kiribû, lê xemsar nêzîkî xebatên Başûr nedibû. Hevalên Başûr jî pir ji wî hez dikirin. Ji nêzîk ve eleqedar dibûn, bi perwerdeya wî re jî eleqedar dibûn. Ango hema hema hemû heval ketibûn nava pêwendî û eleqeyê. Pir hez dikir ku biçe Bakur, tevlî şerê Rojava, şoreşa Rojava bû û bû fermandar û pêşengê şerê Helebê. Ew pêşketina şoreşgerî ya mezin afirand. Di eslê xwe de hat asta milîtanê ku li tevahî Kurdistanê şer dike û tekoşîn dide. Di asta herî jor de yekparetiya netewî, welatparêziya Kurdistanê, dilsoziya bi gel re, wêrekî û fedakarî nîşan da. Ji Başûr ciwanên wiha derdikevin. Hem jî pir derdikevin, pir binirx dibin. Ji bo ku li çar parçeyên Kurdistanê bixebitin, bigihijin yekitiya netewî hewldan raber dikin. Li dijî hêzên serdest, siyaseta netewperestiya paşverû, helwestên teng, parçe dike û herêmî; hê zêde hewl didin neteweyê derxînin pêş, hê zêde dibin Kurdistanî. Yekparetiya Kurdistanê pêşbînî dikin. Ev helwestek pir binirx, pir biwateye. Aha heval Helmet yek ji wan pêşengan bû. Dîsa hevalên din, gelek heval di heman rewşê de bûn. Mesela heval Viyan. Li Bakur, Başûr, Rojava û li Rojhilat, çar parçeyên Kurdistanê xebitî. Hîna 24 salî bû, erka rêveberiyê girt ser xwe. Nêzîkbûyîn, helwest û kesayetên wiha pir binirx derketin holê. Ev ji li dijî nêzîkatiyên hêzên serwer ên parçe dike, teng û netewperest re bertekek bû. Di rastiya Rêber Apo, rastiya PKK’ê de; yekparetî, welatparêziya Kurdistanê, bi rastî jî azadixwaziyê û welatparêziyek ku ji berjewendiyan dûr, dibînin û ji ber vê jî di asta herî jor de bi partiyê re dibin yek. Ango heval Viyan di partîbûyînê de zîrve çêkir. Heval Endamê Komîteya Avaker bû. Heval Viyan bi heval Nûda re, yek jî sembola pêvajoya me ya sêyemîn a partî bûyînê ye. Heval Bakur jî di asta herî jor de xetek dişibî wê pêk anî, bû nûnerê wê. Ti guman jiyan nekir. Ango di mijara ku paşve pêngav biavêje, teng bibe, tekoşînê de lewaztiyê jiyan bike; ti demê fikarek herî biçûk jî jiyan nekir. Min hetanî dawiya temenê wî jî, ji lewaziyek herî biçûk re jî şahîdî nekir û nedît. Timî di nava îstîkrar, hewldan, pêşketinê de bû. Kesayeta pratîkî ya heval Bakur wiha bû. Ango kedkar, hostayek mezin bû. Mirovek pir jêhatî bû. Di rewşek welê de bû ku dikarî her tiştî bike. Xwe wiha amade kir. Aha encamên wê jî di berxwedana Helebê de, bi afirandina kesayetek şoreşger a yekparê ve jî derxist naverastê. Li Bakur jî, li Rojava jî rastiya Rêbertî di asta herî jor de pêkanî. Bû milîtanê pêşeng ê gelê Kurd. Bû fermandarê herî bihêz a xeta milîtanê Apoyî. Divê ev rastî ji aliyê her kesî/ê ve wiha bê zanîn. Ez li ser vê bingehê wî birêzdarî û hezkirin bibîrtînim. Diyar dikim ku wê bîranîna wî timî di Kurdistanek azad de, jiyan bike. 

ÇAVRÊ FIRÎŞTE

Heval Çavrê; Bi rastî heval Çavrê jî mirovek wekî navê xwe bû. Wekî ferîştehan bû; ew qas saf, paqij, Ango mirovhez, hevalhez û di heman demê de kedkarek bû. Ango mirovek bû ku gewdeyê wê pir biçûk bû, fîzîka wê biçûk, kîloya wê hindik, lê mejî û dilê wê pir mezin bû. Birastî jî di asta herî jor de; welatparêzî, azadîxwazî, taybetmendiyên civakparêz, kesayeta têkoşer û sekna azad a kûr a jina Kurd û jina Başûr temsîl dikir. Heval Çavrê, piştî şerê Qendîlê, Ango gava ku Qendîl tevahî ket destê PKK’ê û di qada Qendîlê de rêxistiniya PKK’ê pêşket şûnve; di nava civata destpêkê ya hevalên ku ji xebatan bandor bûn de, cihê xwe girt. Di pêvajoya 2001-2002-2003’an de komek heval ku ji keç û xortan pêkdihatin, tevlîbûyîn çêkirin û pir jî pêşketin bidestxistin. Xizmetek mezin ji têkoşînê re kirin.

Heval Çavrê jî yek ji wan bû. Ji Sûredê bû û di encama xebatên destpêkê yên girseyî de tevlî bibû. Ango ji xebatên ku me li gundan rêvedibir bandor bibû. Lê wek esas jî ji gerîla bandor bibû. Ji gerîlayên jin, çiya bandor bibû. Li gel ku wek temen û fizîkî biçûk jî bû, lê îradeya beşdar bûyînê nîşan dabû, biryar dabû. Lê ji Sûredê derxistin û ji deverek din re şandin pirsgirêk bû. Ango nerazîbûna malbatê, ya gundiyan hebû. Di wî temenê de beşdar bûyînek wiha zêde jî hebû. Me biryar da ku em wan di çarçoveya Baregeha Navendî ya Bîrdozî de, li Xinêrê kom bikin. Du komên hevalên temen ciwan di wê qadê de kom bibûn. Me heval Çavrê jî tevlî wê derê kir. Dema wê baş nayê bîra min, lê her hal sala 2002 bû. Em hatibûn Qendîlê, hevalan digot 'hevalên wiha hene, hûn bi xwe re bibin wê baş be. Lê li gel ku bi îradeya xwe jî beşdar bûne, dîsa jî nerazîbûnên malbat û gundiyan hene. Lewra divê hinek baldar bên şandin.' Em jî komek heval bûn, me jî got "Em dikarin bibin." Heval Çavrê anîn, me pênç –şeş kesan xist navbera xwe û em ketin rê. Em bi vî şêweyê di Sûredê de derbas bûn. Jixwe beriya wê jî ji bo beşdar bûnê biryara xwe dabû. Bi hevalên wê derê re tevdigeriya. Jixwe wê bixwe jî dixwest ku ji wê derê derbasî deverek din bibe. Me ew bir Yekitiya Ciwanên Xinêrê. Di nava Yekitiya me ya Ciwanan de ya herî ciwan bû. Ji aliyê bejn û temen ve jî ya herî biçûk bû. Lê ji aliyê eqil ve ya herî mezin bû. Bû fermandara mangê. Hevalên jin ên ciwan gihiştin asta taximekê, bû fermandara taximê. Kesên ji aliyê temen, ji aliyê fîzîkî ve mezin û bihêz hebûn, lê wek eqil, hêza biryar û perwerde; heval Çavrê, li pêşiya wan bû. Biryarên hê rastir didan. Bi mirovan re hê zêde mijûl dibû. Hê zêde pirsgirêkên wan çareser dikir. Ji ber vê yekê xwestin ku ew bibe rêveber. Hevalên jin jî ew biryar nirxandin. Demek dirêj rêveberiya Yekitiya Ciwanan kir. Me bernameyên perwerdeyê da pêşiya wan. Li ser bingeha wan bernameyan dubare dubare perwerdeyên teorîk, bîrdozî dîtin. Me dewreyên perwerdeya leşkerî li dar xist, beşdarî dewreyên perwerdeya leşkerî bûn. Beşdarî xebatên giştî yên wargehê bûn. Di deverên cûda yên qadê de xwe bicih kirin. Ango me li wê derê pêşketinek girîng bidestxist. Heval Çavrê hem xwe perwerde kir û hem jî alîkarî da perwerdeya hevalên ku di komê de. Birastî jî bû alîkar. Bi şêweyên cûr be cûr hinek pirsgirêk derdiketin. Me bi hevalên cûda re pirsgirêk çareser dikir, lê min tu demê nedît ku pirsgirêka heval Çavrê derdikeve. Ez nebûm şahid ku hema bi pirsgirêkek xwe ve rêveberiyê mijûl bike. Berevajî timî di pozîsyona çareser kirinê de bû. Ango di pozîsyonek; jîr, dahûrîner, hemberê xwe fahm dike, bandor dike, vedibêje ango rê nîşan dide û îqna dike de, dabû. Di pêvajoyek dirêj de li qada Behdînanê ma. Di Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê de ma. Di ewlehiya fermandariya YJA Starê de ma. Di Akademiya Şehîd Bêrîtan de perwerde dît. Hinek di xebatên wê qadê de cihê xwe girt. Di nava vê pêvajoyê de em dem dem rastî hev hatin; nîqaşên me çêdibûn, caran not dinivîsand; lêhûrbûyînên xwe radigihand, hinek caran rexne jî dikir. Gava ku di rêxistinê de, di rêveberiya de lewaztî didît, bigotina; ev, ew şaş in. Ango di asta dawî de rexneyên ku me sûd jê digirt ên hişyar dike jî hebûn. Ango em dikarin vê jî vebêjîn. Li Garê bû. Xwest em hevdîtinekê çêbikin. Êdî di dema perwerdeyê de bû tam nayê bîra min, lê bi beşdar bûyîna hevalan ve me hevdîtinek çêkir, nîqaş rêvebir. Me fahm kir ku dixwaze biçe pratîka Bakur. Ango wê nîqaş dike. Ji bo ku rêveberî vesaz kirina wê ji Bakur re çêbike, ji me piştevanî dixwest. Me hinek bi wê re jî nîqaş kir. Li ser temenê wê re gelek dem jî derbas bibû. Ango êdî mezin bibû, xwe perwerde jî kiribû. Li gorî derve dihat dîtin ji aliyê fîzîkî ve hinek lewaz dihat xuya kirin. Ango hêzek wê ya çors tunebû. Lê hêza wê ya eqil zêde bû, şêwazê wê baş bû. Ji ber xwe ne dispart hêza çors, berevajî xwe dispart hêza eqil; lewra, dikarî her deverê xebat rêvebibe, erk û berpirsyariyên xwe bicih bîne. Ew qeneat hinek di me de çêbibû. Ango pêşniyar hatibû, me jî got dibe. Ango qasî tê bîra min me di wê civînê de welê nîqaş kiribû. Hevalan jî amade kir, piştre derbasî Botanê bû. Heval Çavrê jî, demek dirêj li Botanê di nava pratîkê de ma. Ango di zirûfên zehmet de pratîka Botanê ya gerîla serkeftî bicih anî. Yek du caran têkildarî xebatên xwe agahî şandibû. Dîsa ji Fermandariya YJA Starê re agahî dihatin û wan hevalan bi rewş û pêşketina wê ve girêdayî, em agahdar dikirin. Ji ber ku hinek kesayetek mînak bû. Ango me beriya niha ji bo heval Bakur gotibû ya; li Başûr, damarek ku wiha di yekitiya netewî de, di berxwedanê de, di jiyana azad de israr dike heye. Ango wekî ji vê xeta xayîn-hevkar re înad, damarek mirov a ku azadiyê, yekitiya netewî û şoreşgertiyê di asta herî pêş de jiyan dike, diparêze û pêşdixîne heye. Ev di jin û xortan de tê jiyan kirin. Aha me ji hevalan mînak dan. Heval Çavrê jî yek ji wan mînakan bû. Di pratîka Botanê de beşdarî gelek xebatan bû. Qasî me şopand, ezmûnên mezin bidest xistibû. Li Botanê şehîd ket. Hevalan agahiya şehadeta wê dan. Piştre di çapemeniyê de jî hat îlan kirin. Ango ez dikarim bêjim ku nirxek mezin bû. Bi rastî jî heval Çavrê, ji bo gelê Başûr, jinên Başûr, gelê Kurd, Partiyê, ji bo Tevgera Azadiya Jin nirxek pir mezin bû. Wek mîlîtanek azadiyê gelek tişt di xwe de piştrast kir. Xebat; bi hêz-fîzîka çors û temen ve nameşe. Baş e, bi çi dimeşe? Bi eqil, hewldan, dilnizmî, xwe tevlî kirinê, afirînerî û şewazê rast ve dimeşe. Vaye heval Çavrê birastî jî nûnerê wan bû. Birastî jî her cihê ku lê dima pêşengtî dikir. Tîmî li pêşiya yekineyên xwe dimeşiya. Aha dema ku di televîzyonan de dîmenên berê tên weşandin em dibînin, dişopînin. Ango me anî ziman di asta herî jor de; bi nirxên netewî, xeta partiyê tekoşîna azadiya jin ve girêdayî bû. Mirovek afirîner, pir wêrek, fedakar, pir paqij, mirovhez û dilnizm bû. Ango wekî navê xwe melekek bû. Ango mirovê herî afirîner û dirûst. Ango yek jî nûnerên mînak a hêza afirîner a jina ku wek hişmendî dixwaze azad bibe, wek îrade jina ku azad bû. Di xeta jina azad a Apoyî û dîsa tekoşîna azadiya jinê de, di artêşbûyîna jina azad de, hetanî dawiyê israr kir. Nûnerek mezin bû. Mezin şer kir, mezin meşiya. Di bedena xwe ya biçûk de mejî û dilek mezin hewand. Pir xizmet kir. Tîmî bû çavkaniya moral û çoşê. Tîmî bi rûyê xwe ya ken ve, enerjiya pozîtîf belav dikir. Tekoşîna me ya azadiyê û gerîlatiya jin, ji heval Çavrê; hêz û piştevaniyek mezin hilda. Ez li ser vê bingehê birêzdarî, hezkirin û biminet bibîrtînim. Ez dibêjim, wê bîranîna wê timî di şoreşa azadiya jin, tekoşîna me ya azadiya Kurdistanê de jiyan bike. 

DESTÎNA QENDÎL

Heval Destîna; Heval Destîna jî, di Yekîneya Ciwanên heval Çavrê de bû. Di bin rêveberî, fermandariya heval Çavrê de pir xebitî, perwerde dît. Ew jî ji gundên Balayanê bû, di heman pêvajoyê de beşdar bibû. Ciwanek pir biçûk bû. Ji ber vê yekê, me ew jî xist nava Yekîneya Ciwanan. Hem di ewlehiya Biryargeha Bîrdozî de cihê xwe girtin û hem jî xwe perwerde kirin. Wiha komek ciwan a hevalên jin û komek ciwan a hevalên xort hebû. Wek komek hevalên jin û komek hevalên xort. Di heman demê de ji qada me ya Biryargeha Bîrdozî re, bûn çavkaniya moralê. Bûn çavkaniya kelecan û çoşê. Tîmî asta moral a Biryargeha me ya Bîrdozî, di jor de digirtin.

Wê demê navê heval Destîna, Gulover bû. Ew jî wê demê hîna di temenê xwe yê ciwantiyê de bû. Hevalek qelew, pir bêdeng û ciwanek di halê xwe de bû. Pir nediaxivî, wiha li rûyê mirovan jî mêze nedikir. Timî li pêşiya xwe mêze dikir. Dema ku hevalan digot; tu jî biaxive, timî dikeniya. Lê xwediyê kesayetek wiha; di halê xwe de, zêde neaxive û bêdeng bû. Lê di jiyan, pratîkê de aktîf û bibandor bû. Hêza wê ya fîzîkî jî baş bû. Di kar û xebatên pratîkî de afirîner û jîr bû. Gelek erk serkeftî bicih dianî. Ango erê, di halê xwe de bû, gava ku derve dihat mêze kirin wek kesek reşbîn dihat dîtin û ev bibû avaniyek. Lê belê tu pirsgirêkek wê tunebû. Biçoş, kelecan beşdar dibû. Ango hê zêde giranî dida kar û xebatên pratîkî. Lê taybetmendiyên wê yên din, êdî dibe ku bi şêwazê mezin kirina malbatê ve girêdayî be. Yekineya Ciwanan ew hinek guherand. Ango êdî ew aliyên xwe yên bêdeng û di halê xwe de şikand. Êdî xwe anî asta ku biaxive. Di demek dirêj wê yekîneyê de ma. Mezin bû, pêşketin bidesxist. Piştre li wê derê beşdarî perwerdeyan bû. Ji wê derê jî derbasî qada Behdînanê bû. Di Akademiya Şehîd Bêrîtan de perwerde dît. Di Heftanîn û qadên wekî wê de, di nava yekîneyên xebatên pratîkî de ma. Me dem dem bi wê re jî hevdîtin çêdikir. Ezmûnek girîng a pratîkî, astek diyar a pêşketinê bidest xistibû. Lê bi hinek hevalan re li hev nedikir; helwesta rêveberan, fermandaran rexne dikir. Dema ku wan jî tehemil nîşanî rexneyan ne dabûn, hinek şikestin jiyan kiribû. Pêdiviya wê hê zêde bi nîqaşê re hebû. Gava ku hevalan jî agahî da, me got em bi wê re biaxivîn. Jixwe dema ku pirsgirêkên wiha çêdibûn, me hevdîtin çêdikir. Hat Garê. Tiştên ku jiyan kirine anî ziman; ka çawa teng bûye, çi cûre pirsgirêk hatine jiyan kirin. Li gorî xwe rexneyên wê hebûn. Me çend rojan nîqaş rêvebir. Aliyên mafdar jî hebûn, fermandarî dikarî heval îqna bike. Lê dema ku wiha nekir, heval şikesti bû. Ango kesayetek hesas bû. Şikestibû, bandor bibû. Hema hinek ma bû baweriya wê kêm bibe. Me ev nêzîk bûyînên wan rexne kir û ji wan re got ku ev nêzîk bûyîn şaş in. Erê ji ber ku fermandarên wê bûn, lewra mafê heval hebû ku bikeve nava bendawariyê. Divê fermandarên wê rê nîşanî wê daban. Erê kêmasî, nebesî tên jiyan kirin, lê dibe her kes welê neba. Ji ber vê yekê şikest, di baweriyê de hinek lewaz ket. Ango ev ne rewşek welê bû ku bên erê kirin. Lewra me ji ber vê pir rexne kir. Me hinek hêz, moral dayê. Ango di astek diyar de pêdiviya wê bi moral û hêzê hebû. Bi beşdar bûyîna hevalên rêveberiyê re, me li ser mijara vesaz kirinê nîqaş kir. Ango me bi wan re jî nîqaş kir, ka em bi hev re dikarin çi bikin? Me bi hev re guncav dît ku ji bo beşdarî Şoreşa Rojava bibe, li Rojava bê erkdar kirin. Ango me bi komek hevalên jin re li ser vê nîqaş kir. Di nava komê de heval Ronahî Reşo û hevalên wekî wê hebûn. Ew hemû li Rojava şehîd ketin. Wê bixwe jî guncav dît. Rêveberiya YJA-Starê, jixwe me beriya wê bi hev re nîqaş kiribû; gava ku wan jî guncav dît şûnve, me heval ji bo Rojava erkdar kir. Çû, beşdarî xebatên wê derê bû. Di xebatên YPJ'ê de cihê xwe girt. Hîna wê demê ev xebat nû pêşdiket. Di nava wan xebatan de ma. Navê xwe kiribû Heftanîn Destîna. Me wek Destîna şand Rojava. Li wê derê welê dihat zanîn. Taybetmendiyên heval Bakur di berxwedana Helebê de derketin holê, şênber bûn. Pêşengtî, taybetmendiyên kesayet a heval Destîna jî di berxwedana Kobanê de derket holê. Di berxwedana Kobanê de hatibû erkdar kirin, cih girt. Heval dizanin ku bibû fermandara taximê. Birastî, heval bi taxima xwe ve bû yek jî taxima ku bi têkoşîn û bi çend çalakiyên xwe ve çarenûsa Kobanê diyarkirî. Aha gerîlatî pêşxistin, hinek heval çûn, çalakiya fedaî ya heval Nalîn çêbû. Di nava wan de berxwedana ku herî zêde nêvenga Kobanê bandor kir, berxwedana taxima heval Destîna bû. Li dijî êrîşên DAÎŞ'ê bi rojan avahiyek parastin. Nehiştin ku DAÎŞ bikeve avahiyê ku yek jî şerê herî bibandor, berxwedana taxima heval Destîna bû. Ango heval Cemal hê baştir dizane, behs dike. Me têkildarî berxwedanê ji hevalên ku nas dikin agahî hilda. Jixwe dema ku berxwedana Kobanê tê vegotin; behs dikin ku taybetmendiyên fermandar, ên bêhempa raber kiriye. Ango wê taximê berxwedanek ku kesek ne li bendê, bêje ne pêkane raxistiye li ber çavan. Yên ku bi çalakiya xwe ya avahiyê ve; îradeya DAÎŞ'ê şikandine, darbeyên mirinê li wî xistine, berxwedana Kobanê ber bi serkeftinê ve araste kirine, heval Destîna û taxima xwe bûn. Fermandariyek wiha pêşxistiye. Jixwe avahî li ser wan hilweşiya û bi wî awayî şehîd ketin. Yek jî fermandarên pêşeng ên berxwedana Kobanê ye. Şehîdê wê derê ye. Ew jî wek heval Bakur, yek jî fermandarên ku li dijî DAÎŞ'ê şer kiriye. Hem jî bi fermandarî û pêşxistina şer û berxwedana Kobanê ve tunebûyîna DAÎŞ'ê dane destpêkirin, berxwedana Kobanê xistin xeta serkeftinê. Birastî jî ji Qendîl û hetanî Kobanê bû pirek, xetek derxist naverastê. Me ji bo heval Destîna destpêkê diyarkiribû ku bêdeng û di halê xwe de bû. Lê di nava tekoşînê de ew taybetmendiyên xwe derbas kir, pêşketin bidestxist. Astek girîng a zanebûyînê qezenç kiribû. Gava ku me, ew li Garê şand jî hinek taybetmendiyên wê yên li gor xwe jî hebûn. Mesela pir biînad bû. Ango hetanî fahm nekiriba, tiştek ne dikir. Lê eger fahm kiriba û bawerî bi rastiya wê anîba tu kesî/ê ne dikarî wê asteng bike. Jixwe ji ber vê pirsgirêkên wê bi rêveberiyê re derketibû. Ango çareseriya pirsgirêkê pir hêsan bû, lê ji ber vê înada wê mesele hinek xitimî bû. Me wê demê jî nirxand, ew bixwe rexne kir. Lê vê înada wê hinek caran bi xwe re helwestek erênî jî derdixist holê. Ango di xetê de înad, di berxwedanê de înad... Aha me di berxwedana Kobanê de ev dît. Ango me di encama wê kesayeta biînad û afirîner de; fedakarî, wêrekî û afirîneriya mezin a di berxwedana ku li hember êrîşkariya DAÎŞ'a faşîst de hat raber kirin dît. Ango wekî heval Çavrê, ew jî mirovek wekî ferîştehan bû. Ango aîdê wê bixwe tiştek tunebû. Ango herî zêde wê komînalîzm, parve kirin, ji mirovan re xizmet kirin jiyan dikir. Tam kedkarek bû. Lê caran jî biînad, israrker nêzîk dibû. Aliyên wê yên berxwedêr hebûn. Wan taybetmendiyên wê di berxwedana Kobanê de rolek girîng leyîst. Ango em dikarin bêjin ku alîkarî da serkeftina Kobanê. Ji Balayanê derketin û bibe yek jî fermandarên serkeftina Kobanê, girîng e. Nîşanî me hemûyan hat dayîn ku gava hêza jin, hêza jina Başûr di xeta Rêbertî, xeta Partiyêde bê perwerde kirin, hinek bê zana kirin; çawa dibe hêzek mezin, mîlîtanek mezin a azadiyê. Dîsa datîne holê ku bi xebat û têkoşînên ku rêve dibe ve ka çawa ji her kesî/ê re dibe mînak, pêşeng. Di vê astê de girêdayîna wê ji têkoşîna azadiyê re, ji xeta azadiya jinê re çêbû. Kedên mezin dan. Birastî hem heval Bakur û heval Çavrê û hem jî heval Destîna, pir ked dan; tevgera me, berxwedana gerîla, tekoşîna me ya azadiya jin, li kêleka berxwedana Botan û Başûr, dan Rojava. Yek jî wan, çarenûsa berxwedana Helebê diyar kir. Heval Destîna jî bû yek ji wan kesên ku çarenûsa berxwedana Kobanê diyar kirî. Divê heval wiha bên zanîn, wiha bên bîranîn. Ango divê her kes wan mirovên mezin wiha bizanin. Ez li ser vê bingehê wan bihezkirin, rêzdarî û biminet bibîrtînim. Ez diyar dikim ku em ê bîranînên wan timî di şoreşa azadiya jin û têkoşîna azadiya Kurd de, bidin jiyan kirin.