Dûran Kalkan: Kurdistan wê bi gerîla azad bibe

Kalkan: Pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê Kurdistan, herêm, cîhan tev û mirovahî ronî kir. Ji ber vê yekê herêmî bû û êdî ji bo her kesî bû nirxek.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan tevlî bernameyeke taybet a News Channelê bû û Pêngava 15'ê Tebaxê ya dîrokî nirxand.

Kalkan destnîşan kir, ku ji 15'ê Tebaxê û vir ve li Kurdistanê di nava 33 salan de her tişt ji nû ve hate afirandin û diyar kir, bi 15'ê Tebaxê re li Kurdistanê rewşeke nû, bedew, watedar û bi coş derkete holê. Kalkan got, faşîzm û paşverûtî bi vê pêngavê re eciqîn û têk çûn.

15'Ê TEBAXÊ FAŞÎZM TÊK BIRIYE

Kalkan bibîr xist, ku pêngava 15'ê Tebaxê li dijî darbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlonê pêk hat, ev darbe têk bir û got, "Niha jî yên mîna Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî hewl didin faşîzmê ji nû ve zindî bikin. Lê belê eger li dû xwe binerin, wê bibînin ku pêşengê wan, cûntaya faşîst a Kenan Evren çawa li pêşberî gerîla têk çûye. Ji ber vê yekê, 15'ê Tebaxê bû pêngavek ku faşîzm têk bir, sekneke antî faşîst li Tirkiyeyê nîşan da, demokrasî anî û nîşan da bê demokrasî çiqasî pêwîst û watedar e. Ji ber vê yekê, wateya vê pêngavê, bi qasî 33 sal beriya niha, teze ye."

Dûran Kalkan destnîşan kir, ku di sala 34'an de ew ê bi ruhê serketinê û pêngava 15'ê Tebaxê li her eniyê hê bi rêxistinî, bi xurtî û bi bandor têbikoşin û wiha dewam kir: "Li dijî faşîzmên DAIŞ, AKP-MHP'ê, li hemberî her şêwe paşverûtî, nokerî û xiyanetê, ji bo Kurdistan azad bibe Rojhilata Navîn demokratîk bibe û mirovê azad biafire, em ê têbikoşin. Divê her kes bi vê zanibe û li gorî vê xwe amade bike. Bi 15'ê Tebaxê re, bi Kurdistaneke nû re cîhanek nû diafire. Ji ber ku qirkeriya bi şerê yekemîn ê cîhanê re li Kurdistanê hate ferzkirin, zext, teror û komkujiyên vê yekê rê li ber vekir, weke zext û terorê bandor li tevahiya mirovahiyê kir. Pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê ku Kurdistan ji vê rewşê rizgar kir, Kurdistan, herêm, cîhan tev û mirovahî ronî kir. Ji ber vê yekê herêmî bû û êdî ji bo her kesî bûye nirxek. Lewma em bawerin ku sala 34'an a têkoşîna me wê ji bo herkesî bibe ronahî, azadî û demokrasiyê bîne. Ez bang li her kesî dikin ku di sala 34'an a 15'ê Tebaxê de ji bo azadî û demokrasiyê têbikoşin û bi daxwaza serketinê cejna her kesî pîroz dikim."

'ŞERÊ GERÎLA RÊ LI BER SERKETINÊ VEDIKE'

Di dewama axaftina xwe de Kalkan anî ziman, ku piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'î, faşîzmê ji nû ve Kurdistan dagir kir, zîndan dagirt û got, "Bi her awayî komkujî kir. Bi vê yekê re, derfetên axaftinê yên ji bo propagandayê jî nema. Êdî çek teqiyan. Gerîla, di nava rewşekê de ku derfetekî din ê têkoşînê nema bû, bû amûra bingehîn a rizgariya bindestan, jin, ciwan û hemû gelan. Bû amûra têkoşîna gelan. Li her cihî, li Afrîka, li Asyayê, gel bi vî rengî têkoşiyan. Gelên herî qels bi vê rêbazê mêtingerên herî xurt têk birin. Gelên reşik ên li Afrîkayê, bi rêya gerîla şerekî bêhempa kirin û dewletên mezin têk birin. Karakterê bingehîn ê wî şerî her tim gerîla bû. Rêber Apo gerîla weke 'rêbaza xweîfadekirinê ya mirovê azad' bi nav kir. Ne tenê di şer de; gerîla rêbaza hilgirtina azad, nêrîna azad, xwebûna azad û rêbaza jiyana azad e. Ji ber vêy ekê, ji her derê bêhtir li Kurdistanê pêwîstî bi gerîla hebû."

GERÎLA ÇAWA HATE AMADEKIRIN?

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan da zanîn, ku PKK'ê salên 1970'î hewl da bi rengê îdeolojîk-polîtîk têbikoşe û wiha dewam kir: "Lê belê timî got, 'ev kar wê ber bi şerê leşkerî ve biçe, ji ber ku dijmin bi vî rengî ye. Divê xwe li gorî vê amade bikin'. Ji aliyê ramanî ve timî xwe ji bo mercên leşkerî amade kir. Salên 1970'î jî lêkolîn kir. Di pêvajoya partîbûnê de, li hemberî êrîşên faşîst paşverû yên polîs û hwd. neçar ma xwe biparêze. Li hemberî êrîşên mîna ya li Dîlokê, neçar ma li ser bingeha parastina rewa raihêje çekê. Dema ku darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê bû, êdî derfetên wekî din ên ji bo xweîfadekirin û têkoşînê nema. Ji ber vê yekê amadekariya gerîla hate kirin. Ewilî bi rengekî qismî xwe vekişand derveyî welat. Li qadên Lubnan, Fîlîstînê bi perwerdeya leşkerî, îdeolojîk gerîla hate amadekirin. Eger pêkan bûya wê PKK ev yek di nava welêt de bikira. Berxwedana Sêweregê ji bo vê hebû. Ji ber gelek sedeman ev bi ser neket, lewma derfeta derveyî welat hate bikaranîn. Di şexsê Fîlîstîniyan de bi civaka Ereb re têkilî danî û bi giranî li qadên Lubnan û Fîlîstînê gerîla hate amadekirin. Gerîlayên ku Pêngava 15'ê Tebaxê pêk anîn, li Fîlîstînê perwerde bûn. Têkoşîna gelê Fîlîstînê û têkoşîna gelê Kurd bi vî rengî ketin nava hev. Lewma pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê ya li Kurdistanê, weke parçeyekî berxwedana Ereb derket holê. Bingeha yekîtiya berxwedana Kurd-Ereb a niha li Sûriyeyê heye, wê çaxê hatibû danîn."

ŞOREŞGERIYA ZINDANÊ BIRYARA 15'Ê TEBAXÊ DA

Kalkan diyar kir, piştî 12'ê Îlonê ne tenê PKK'ê ji darbeya faşîst a 12'ê Îlonê re got darbe û wiha dewam kir: "Ji bo li dijî darbeya 12'ê Îlonê şer bikin, piştî 12'ê Îlonê gelek rêxistin derketin derveyî welat. Hatin Başûrê Kurdistanê, çûn Fîlîstînê, perwerdeya leşkerî dîtin. Lê belê ti ji wan venegeriyan. Ji bo perwerdeyê derketin derve, lê belê dema mijar bû veger û şer, hingî ji hev belav bûn û ti venegeriyan. Yekane hêza ku vegeriya PKK bû. Du sedemên sereke yên vegera PKK'ê hebûn. Ya yekemîn; rastî û zanebûna Rêber Apo. Ya duyemîn jî berxwedana zîndanê ya 1982'an bû. Her kes kete zîndanê, lê ya li zindanê li ber xwe da PKK bû. Berxwedana zindanê beriya berxwedana gerîla ye. 14'ê Tîrmehê biryara rûmetê ya neteweyî ye, biryara berxwedanê ye. Biryara têkoşînê ji aliyê şoreşgeriya zindanê, berxwedêrên zindanê ve hate dayin. Û gerîla jî bi cih anî."

'KURDISTAN WÊ BI GERÎLA AZAD BIBE'

Dûran Kalkan destnîşan kir, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gerîla weke 'xweîfadekirina mirovê azad' bi nav dike û got, "Weke rêbaza jiyanê, xebatê, têkoşîn û hebûnê nirxand. Cihê kêfxweşiyê ye ku ev 33 sal in li çiyê gerîla bi rengekî bê navber hene. Wê her tim jî hebin. Eger li Kurdistan wê mirov azad bibin, ev yek wê teqez bi gerîla be. Bi rêbaza gerîla be. Ev 33 sal in li ser vê bingehê bû, ji niha û pê ve jî wê wiha be. Ji bo Kurdistanê gerîla tê vê wateyê. Rêber Apo jî ev rastî pênase kir. Li ser vê bingehê, di pêşengiya partiyê de girîngiyeke mezin da pêşketina gerÎla. Ji her tiştî bêhtir li ser gerîla sekinî. Hewl da gerîla bi pêş bixîne."

'RASTIYA GEL A DIBE GERÎLA'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ragihand, ku parastin nebe hebûn jî nabe û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê gerîla ji bo her kesî şêweyê hebûn û jiyana azad a takekes û civakê ye. Dewlet jî xwedî hêzên xwe yên parastinê ne, lê belê di nava xwe de zext, mêtingerî û terorê dikin. Pêkanînên dewlet TC ên li Kurdistanê li pêş çavan e. Li wê derê azadî, demokrasî heye? Civak nikare bi rengê xwe bijî. Lê belê gerîla civakê dike ku xwe bi xwe biparêze. Pênaseyeke din a rastiya gelekî şervan, rastiya gelê gerîlabûyî ye. Divê em ji her alî ve xwe bigihînin rastiya gelê ku dibe gerîla."

Kalkan destnîşan kir, ku neteweya demokratîk bê xweparastinê nabe û got, "Divê hemû ferdên civakê xwedî çanda xweparastinê bin. Em ji vê yekê re bêjin rastiya gel a şervan, rastiya gel a gerîla. Rastiya gelê ku xwe bi xwe diparêze, ewlekariya xwe bi xwe dike. Eger hûn ewlekariya xwe ji hinekan re bihêlin, hingî hûn azadiya xwe jî dixin nava lepê wan. Ji ber ku çek hêz e, yê çek di destan de, xwedî hêz e. Eger çek ji hinekan re hatibe dayin, ew ê zextê li yên çek di destê de nîne bike û li ser serwer be. Lewma nabe ku ewlekarî û xweparastin bê dewrkirin. Şert û mercên azadbûnê, pêkanîna ewlekariya xwe ye. Gerîla ji bo civaka Kurd û Kurdistanê tê wateya xweparastin û ewlekariyê. Ku ev yek jî yekane şerê jiyanê ye."