Duh û îro Barzanî û PDK: Tim bi Kurdan re şerkiriye

Malbata Barzanî û Partiya PDK’ê ji roja hatine avakirin û heta niha bi rêxistinên Kurd û Kurdên her çar parçeyan re şer kiriye. PDK a ku di tevahî dîroka xwe de ji derveyî Kurdan bi kesê re şer nekirî, niha dîsa Kurdan dike hedef.

Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) a ji sala 1946’an hatî avakirin di serî de li Başûrê Kurdistanê li dijî çarparçeyên Kurdistanê ye, hê jî di roja me de jî vê dijayetiya xwe didomîne.

PDK a îro di şexsê PKK, Êzidî, Rojava de dijminahiyê li hemû Kurdan dike, dest daye destê dewleta Tirk, amadekariyê şerekê dikin ku hemû destkeftiyên Kurdan ji dest biçe dike.

DIJMINAHIYA BARZANÎ YA LI KURDAN DÎROKÎ YE

Malbata Barzanî ya ku desthilata PDK’ê di destê xwe de girtiye, dijminahiya wê ya li Kurdan û şerê bi rêxistinên Kurdan re, ji PDK’ê hê kevintir e.

PDK a li ser sînorên çar parçeyên Kurdistanê hatiye bicihkirin, di tevahî dîroka xwe de li gel dewletên Kurdistanê mêtinger dike re ne, li dijî hêzên Kurd ên têkoşîna azadiyê didin, şer kiriye.

PARTIYA DIJÎ ŞOREŞÊ: PDK

Dema mirov li dîroka Malbata Barzanî û PDK’ê dinêre, car bi Îranê, car bi Iraqê û piranî bi dewleta Tirk re di nava hevkariyê de ye, bi armanca tesfiyekirina hêzên Kurdî û bêstatûkirina Kurdistanê di nava xebatan de bûye.

Di sedsala 19’an de li ser bingehê polîtîkayên navendîbûna dewleta Osmanî, bi tinekirina begtiyên Kurdan û şûnde Malbata Barzanî derketiye ser dikê.

JI NEXŞEBENTIYÊ BER BI XANEDANTIYÊ: BARZANÎ

Malbata Barzanî ya ji bi rêya şêxên Nexşebentiyê bi destûrgitina ji malbata Nehrî li herêma Barzanê bi cih bûn, her çendî di dîroka Kurdan de baş neyê zanîn jî, tê texmînkirin ku malbat ji aliyê Mûsilê ve hatine.

Li herêma Barzanê piştî Şêxtiya Taceddîn û şûnde şêxîtiyê birayê wî yan jî kurê wî Ebdulselam digre. Ebdulselam bê ku destûra şêxtiya Nehrî bigire xwe şêx îlan dike û bi nerazîbûna Şêx Ûbeydûllahê Nerî re rû bi rû dimîne.

Ebdulselam ji ber nerazîbûna Şêx Ûbeydûlah neçar dibe direve û piştre jî kurê wî Muhammed destûra şêxtiya Nehrî digire û dibe şêx.

HEDEFA WAN A YEKEM BÛN EŞÎRÊN KURD

Malbata Barzanî ya di demê Kurên Şêx Muhamed Şêxê Abdulselamê 2’emîn, Şêx Amed Mele Mûstefa Barzanî de bihêz bûn, şerê wan ê yekem li dijî eşîrên Kurd ên qedîm ên li herêma Behdînanê bûn.

Barzaniyên ku li dijî eşîrên mîna Zêbarî, Bradostî, Sûrçî, Herkî, Berwarî û Ertoşî şer îlan kir, dem de bi dewleta Osamaniyan re jî nakokiyên wan derketin.

Piştî nakokiyên bi Osmaniyan û şûnde Şêx Ebdulselam ê sala 1916’an li Mûsilê hate bidarvekirin û şûnde birayê wî Şêx Ehmed dibe şêx û sala 1930’an di serî de li dijî eşîra Brasdostiyan bi eşîrên herêma Bradostê re şer dike.

MELE MÛSTEFA BARZANÎ XWE RADESTÎ DEWLETA TIRK KIR

Barzaniyên ku şêx Eşîra Bradostê Şêx Reşîd Lolanî ku bi sûcê ‘guherîna ol û ji rê derketinê’ bi demê re şer li dijî hemû eşîrên herêmê da destpêkirin û li ser vê hêzên Îngilîz û Iraqê mudaxeleyî herêmê kirin.

Piştî bomberdûmana Îngîlîzan û şûnde Şêx Ehmed û Mele Mûstefa Barzanî xwe spartin dewleta Tirk. Dewleta Tirk a sala 19933’an Şêx Ehmed û Mele Mûstefa Barzanî yên teslîmî Iraqê kirin, demeke dirêj li Silêmaniyê sirgûn jiyan kirin.

JI MUHABADÊ JÎ REVIYAN

Mele Mûstefa Barzanî yê sala 1945’an derbasî Rojhilat bû, tevî ku erka leşkeriyê ya Komara Kurd a Mihabadê ya sala 1946’an girt ser milê xwe jî, dema ku rejîma Îranê berê xwe da komarê bê ku berxwedanek raber bike, derbasî Yekîtiya Sovyetê bû.

Dema Barzanî li sirgûnê bû sala 1946’an Îbrahîm Ehmed, mîna PDK-Îranê, PDK-Iraq ava kir. Mele Mûstefa Barzanî ê piştî 11 salan li Rûsya ma û şûnde piştî ku li Iraqê Ebdukerîm Qasim bû desthilat vegeriya Başûr.

PIŞTÎ VEGERA JI SOVYETÊ, JI BO TESFIYEYA PARTIYÊ KETE NAVA HEWLDANAN

Piştî ku Mele Mûstefa Barzanî vegeriya Başûr û şûnde, pişta xwe da hêzên herêmî û hem ji bo partiyê tesfiye bike hem jî li ji bo tesfiyekirina hêzên Kurd dest bi xebatan kir.

Mele Mûstefa yê ku sala 1946’an bê ku agahî bide polîtburoyê li ser lihevkirina agirbesta bi Iraqê re, polîtburoya PDK’ê civiya û Mûstefa Barzanî ji partiyê îxrac kir.

Barzanî anî ziman ku ev konferans nayê qebûlkirin, kongreyek ku piranî alîgirên wî li hev civiyan û Îbrahîm Ehemed û polîtburyoyên qanûnî ji partiyê îxrac kirin û polîtburoyek ku ji alîgirên wî pêk tê ava kir.

HEVKARIYA QIRÊJ A BI MÊTINGERAN RE

Mele Mûstefa Barzanî yê ku wiha PDK xist destê xwe, ji wê rojê û şûnde bi dewletên herêmê re li dijî her hêzên Kurd ên li parçeyekê ketiye nava hevkarî û şerê qirêj.

PDK a di bin rêveberiya Barzanî de ji wê rojê û heta niha dema mirov li hevkarî û şerê li dijî hêzên Kurdan dinêre, hema bêje ti partî û hêz nemaye ku pêre dijminahî nekiriye.

JI DUH HETA NIHA ŞERÊ PDK'Ê YÊ DIJÎ KURD

Li gorî salan şerê PDK'ê yê dijî partî û hêzên Kurdan;

-1961: Piştî ku têkiliyên PDK'ê bi Bexdayê re xirab bûn, PDK ya Îranê desteka çek û lojîstik da PDK'ê. Lê bêyî ku bi derengî bikeve bi rejîma Îranê re dijî PDK-Î şer kir. Yek ji lîderê PDK-Î Silêman Maunî hate qetilkirin, cenaze ji hêla PDK'ê ve ji rejîma Îranê re hate şandin.

-1964-65: PDK ya Barzanî van salan li dijî Ibrahîm Ehmed, Celal Talabanî û polîtbûroya berê ya partiyê, ku ji partiyê hatibûn derxistin, êrîş anî û kir ku ew bi Îranê ve biçin.

-1965: Sekreterê giştî yê PDK-Tirkiye Faîk Bûcak li ser damezirandin û armanca partiyê nameyek nivîsî û ji Mistefa Barzanî re şand. Piştî ku name hate şandin bi demeke kurt Faîk Bûcak ji hêla dewleta Tirk ve hate qetilkirin.

-1966:PDK van salan bi wê eniyê re şer kir ku Ibrahîm Ehmed û Celal Talabanî pêşengiya wê dikirin, di şer de ji her du aliyan jî kuştî çêbûn.

-1968: PDK ya Barzanî ji bo ku PDK-Î hilweşîne bi îstîxbarata Îranê Savakla hevkarî kir. Di operasyona hevpar a PDK'ê û Îranê de li Başûr û Rojhilat gelek pêşmergeyên PDK-Î hate qetilkirin, PDK ya Îranê derbên giran xwar.

-1971: Piştî Faîk Bucak Sekreterê Giştî yê PDK-Tirkiyê bang li Saît Elçî hate kirin ku were Zaxoyê û li wir bi rengekî biraz hate qetilkirin, avêtine ser Dr. Şivan (Saît Kirmizitoprak) ku armanc dikir li Tirkiyê şerê gerîla bide destpêkirin, ew, bi fermana MÎT'a Tirk 26'ê 1971'an gule li wan reşandin û qetil kirin.

-1975: Piştî peymana Cezayîrê ku hêzên Îranê yên li Iraqê vekişiyan Mistefa Barzanî aşbetal (bidawîkirina berxwedanê) ragihand û vekişiya Îranê. Eynî salê Celal Talabanî YNK ava kir û ev partiya nû jî bû hedefa PDK'ê.

-1976: Mistefa Barzanî li dijî YNK'ê şerekî giran da destpêkirin. Lê di şer de şikest û vekişiya Îranê.

-1978: Piştî Aşbetal komeke pêşmerge ya bi fermandariya Elî Eskerî ê YNK'ê, ji bo berxwedana çekdarî dema ku sînorê Colemergê-Başûr derbas kirin, Mistefa Barzanî ew kirine kemînê. Tê diyarkirin, Mistefa Barzanî piştî ku Elî Eskerî girêdide, bi gotina, ''Piyawî gewre bi çekên gewre tê kuştin'', bi çeka RPG-7'ê Eskerî qetil dike.

-1979: Barzanî piştî ku vekişiyan li Mahabadê dîsa rêxistiniya PDK'ê kirin lê ji ber 1968'an li dijî PDK-Î bi rejîma Îranê re hevkarî kiribûn nehate qebûlkirin. Li ser vê li dijî eşîrên herêmê êrîşa çekdarî anîn.

-1980: Piştî vê dîrokê partiyên Başûr ji CUD'ê ku serkêşiya wê PDK dikir û ji CQUD ku serkêşiya wê YNK dikir veqetiyan. Di navbeyna 1982-1984'an de di navbeyna du aniyan de gelek caran şer derket.

-1981: PDK ya Barzaniyan 1981'ê vê carê bi rejîma molla ya Îranê re hevkarî kir, berê xwe PDK-Î ya bi pêşengiya Dr. Qasimlo û derbea giran li PDK-Î'yê da.

-1992: Piştî şerê pêşî yê kendavê li Başûrê Kurdistanê parlamento ava bû û biryara pêşî ya parlamentoyê standî şerê dijî PKK'ê bû. PDK di êrîşên çekdarî yên dewleta Tirk de bi rengekî çalak cih girt.

-1994: Heta vê salê kêm şer kêm bûbe jî, PDK ji bo ku bibe tekane hêza serwer a Başûr û ji bo dahata Deriyê Sînor ê Xelîl Ibrahîm bi YNK'ê re par ve neke, li dijî YNK'ê şer ragihand. Şer heta 1997'an domand, di şer de ji du aliyan jî zêdetirî 10 hezar kes hatin kuştin, bi deh hezaran jê bêgav man ku welêt berdin.

-1995: PDK û dewleta Tirk li dijî PKK'ê operasyona Çelîkê dane destpêkirin. Êrîşên dagirker 12'ê Adarê dest pê kirin û heta Gulanê dom kir.

-1996: 31'ê Tebaxa 1996'an PDK bi Saddam Hisên re, ku bi Enfalan çeka kimyewî avêtibû Kurdan, li hev kir û ji bo ku Hewlêrê ji YNK'ê bistÎne, êrîş anî. PDK bi tangên Sedam Hewlêr bi dest xist.

-1997: Çawa ku dewleta Tirk bi operasyona Çekîçê êrîş anî ser PKK'ê, PDK jî bi hevdemî bi ser nexweşxaneyên Hewlêrê de girt, êrîş bire ser gerîlayên birîndar, rojnameya Rojî Welat û Navenda Çanda Mezopotamyayê û derdor 80 gerîlayên birîndar û welatparêz qetil kir.

-2014: Piştî ku şoreşa Rojava dest pê kir, PDK û dûvelinga wê ENKS li Til Eran, Til Hasil, Serêkaniyê û Efrînê, li gelek deverên din êrîş anî. PDK ku hê jî di nav muxalefeta Sûriyê ya bi desteka dewlta Tirk e, hevkariya xwe didomîne.

-2014: PDK'ê, Tebaxê dema ku DAÎŞ'ê bi ser Şengalê de girt, xwe vekişand û Êzîdî bi hêviya qirkirnê hiştin.

-2017: PDK ya ku gel bi hêviya qirkirinê ve hişt, li ser xeta Sînûnê û Xanesorê êrîş bire ser hêza berevaniyê ya Êzîdiyan YBŞ'ê. Di êrîşan de keça Êzîdî Nazê Nayif û nûçegihan Nûjiyan Erhhan, her wiha 5 şervanên YBŞ'ê şehîd bûn.

2017: PDK ya ku li gel hemû hişyariyan jî biryara referandûmê standî, piştî ku artêşa Iraqê û Heşdî Şabî bi ser de hat bû sedem ku 48 ji 100'î yê xaka Başûr ji dest Kurdan derkeve.

-2018: Komên çete yên çekdar ên ENKS'ê ya bi ser PDK'ê ve, di êrîşên dewleta Tirk de yên bi ser Efrînê de bi çalakî cih girtin.

-2020: 9'ê Cotmehê PDK vê carê jî ji bo ku pergala Êzîdiyan a li Şengalê berbelav bike, ku 2017'an Şengal berdabû, bi hikûmeta navendî re peyman danî.

PDK ku ji roja ava bûyî li hemû parçeyên Kurdan dihatiya Kurdan û hêzên Kurdan dike, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur, Başûr û Rojava yên li ser Tevgera Azadiya Kurd ji xwe re weke fersendê dibîne û ji bo ku şerekî nû bide destpêkirin li derfetan digere. Li gel helwesta gelê Kurd jî PDK li gorî daxwaza dewleta Tirk haziriya şer didomîne.