Du Zarokên Êzîdî  ji Destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin

Du zarokên Êzîdî yên ku ji hêla DAIŞ’ê ve hatibûn revandin ji hêla QSD’ê ve hatin rizgarkirin û ew radestî malbatên wan hatin kirin.

3’yê Tebaxa 2014’an dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi ser Şengalê, gelê Êzîdî de girtin û komkujî pêk anîni du zarokên  Êzîdî yên bi navê Zahît Sihêl Mahîl û Amîr Xêyrî Berkan ku ketibûn destê DAIŞ’ê ji hêla QSD’ê ve hatin rizgarkirin. Hevserokê Meclîsa Xanserokê û Meclîsa TAJÊ zarok radestî malbatên wan hatin kirin.

Li ser meclisa Xanesorê Hevserokê meclîsê Qasim Xelaf axivî û anî ziman “ Îro du xortî me yên bi navê Zahid û Emir ji aliyê QSD’ê ji dastê Daişê rizgar bûne. Em ji gelekî kêfxweş in ku rizgar bûne û dîsa gihiştin cih û werê xwe û malbata xwe. Ji aliyê dî ve jî em diêşin dema ku em van zarok û xortê  xwe dibînin ewqasî zahmat dîtîn ji destê DAIŞ’ê, dema çîroka xwe tînin ziman, pir biêşe .Mixabin dema 3.08.2014’an fermana Şengalê, gelê me bê xwedî ma û ewqas insanî me bi işkancê re rû bi rû man. Em bang li hemû gelê xwe yê Êzidî dikin ku werin ser axa xwe ya Şengalê xwe  bi rê ve bibin û xwe biparêzin, ger em li hevdu xwedî dernekavin kes li me xwedî dernakevê ji bo wê jî pêwîst e gelê me yê Êzidî berê xwe bidin axa xwe ya pîroz.  Em spasiya QSD’ê dikin, ji ber ku bi berxwedaniya xwe bi sedan  êxsîrê me ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine. Em hêvî dikin ku hemû êxsîrên me ji destê DAIŞ’ê rizgar bibin, bi silametî û em berxwedaniya şervanên QSD’ê silav dikin”

Dê û bavê Zahid Sihêl Mahîl û Amîr Berkat jî spasiya xwe dane hêzên QSD’ê ku zarokên wan ji dest çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine û gotin ew hêvî dikin ku di demeke nêz de hemû gelê Êzîdî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîlgirtî ne werin rizgarkirin.