Dr. Yerlîkaya: Pêvajoya 'asayîbûnê' qonaxeke metirsîdar e

Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Dr. Halîs Yerlîkaya bal kişand ser bandora şewba vîrûsa koronayê li ser Kurdistan û Tirkiyeyê û destnîşan kir ku qonaxa jê re 'pêvajoya asayîbûnê' tê gotin wê metirsîdar be.

Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya têkildarî bandora vîrûsa koronayê li Kurdistan û Tirkiyeyê û pêvajoya ji niha û pê ve ji ANF'ê re axivî.

Dr. Yerlîkaya beriya her tiştî bal kişand ser hejmara ku rojane ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve têkildarî hejmara nexweş û qurbaniyan tên eşkerekirin û got, li gorî lêkolînên wan hejmara rastî bi 4-5 qatî ji hejmara tê eşkerekirin zêdetir e.

'TEVDÎR BÊN SISTKIRIN WÊ BERDÊLÊN XWE GIRAN BE

Dr. Yerlîkaya anî ziman ku Tirkiye ji aliyê nexweşên bi vîrûsa koronayê ve li cîhanê di rêza 7'emîn de ye û got, "Ji aliyê hejmara qurbaniyan ve jî Tirkiye di rêza 12'emîn de ye. Dema ku mirov bala xwe didin ser van daneyan dibînin ku pêvajoyeke serketî nehatiye meşandin. Lewma divê pêvajoya asayîbûnê jî li gorî van daneyan bê nirxandin. Li gorî çavdêriyên me, hîn li herêmê hîn jî li Tirkiyeyê metirsiya ji ber nexweşiyê cidî ye. Biryara sistkirina tevdîran biryareke zû ye û wê berdêlên xwe giran be."

Dr. Yerlîkaya anî ziman ku têkoşîna li dijî pandemiyê bi fikarên siyasî û aborî nayê meşandin û got, "Divê nêzîkatî li gorî daneyên epîdemiyolojiyê bê nîşandan. Her wiha ji aliyê daneyan ve divê pêvajoyeke eşkere be. Tevî ku li gorî temen û bajaran em hejmara nexweş û qurbaniyan bi Wezareta Tenduristiyê re parve dikin, ev daneyên me radestî Desteya Zanistiyê nayên kirin."

'AVM WÊ BI ARMANCÊN ABORÎ BÊN VEKIRIN'

Dr. Yerlîkaya diyar kir ku qonaxa jê re 'pêvajoya asayîbûnê' tê gotin qonaxeke metirsîdar e û got, "Di vê qonaxê de beriya her tiştê vekirina navendên bazarê yên sergirtî (AVM) hatiye rojevê. Civak ji xwe pêwîstiya xwe ya bi xurekê bi rê û rêbazekê peyda dike. Em zanin ku AVM ji aliyê pêwîstiya civakî ve ne deverên mecbûrî ne. Vekirina AVM'yan ne li gorî daneyên zanistî yan jî pêşniyaran tê kirin, li gorî armancên aborî tên kirin. Lewma divê bi parastina tenduristiya civakî ya li gorî daneyên zanistî pêvajoya asayîbûnê pêk were."

'DIVÊ CIVAK XWE SIST NEKE'

Dr. Yerlîkaya anî ziman ku li Amedê hejmara mirovên bi vîrûsê ketine derdora 600 kesî ye, nêzî 45 kesî jiyana xwe ji dest dane û got, "Di nava vê hejmarê de 90 kedkarên me yên tenduristiyê hene ku bi vîrûsê ketine. Ji nava kedkarên tenduristiyê 2 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Ji aliyê hejmarê ve kêmbûnek heye, lê divê mirov xwe sist nekin. Şewb hîn jî dewam dike û rojane bi dehan kes nexweş dikevin.

Nêzîkatiya 'Ev mesele qediya, em êdî li rewşa berê vegerin' nerast e. Bi dîtina me di vê pêvajoyê de bikaranîna maskeyê û li qadên cemaweriyê nêzîkatiya bi mesafeya civakî wê gelekî kêrhatî be. Kêmbûna hejmara nexweşan cihê kêfxweşiyê jî be, rîsk hîn bi temamî bi dawî nebûye. Vîrûseke welê ye ku derziya wê nehatiye dîtin, dermanê wê nehatiye peydakirin û li nava civakê bi mirovan dikeve."