Dr. Bahoz Erdal: Em ê feraseta faşîst a Erdogan hilweşînin

Dr. Bahoz Erdal diyar kir ku ew ê li dijî dagirkeriya Tirkan hesappirsîneke dîrokî bikin û feraseta faşîst hilweşînin.

Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Dr. Bahoz Erdal diyar kir ku gelo çima rayedarên li Başûrê Kurdistanê hebûna Tirkiyeyê nadin ber pirsan. Erdal bal kişand ser mikurhatinên endamên MÎT’ê û diyar kir ku sedema alozî, krîz, bêhizurî û qetlîamên li Başûrê Kurdistanê, baregehên leşkerî yên Tirk û ofîsên MÎT’ê yên li Başûr in. Dr. Bahoz Erdal diyar kir ku ji bo parastina berjewendiyên neteweyî ew naxwazin hinek tiştan îfşa bikin. 

Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Dr. Bahoz Erdal pirsên Radyoya Dengê Welat bersivand.

YÊN KU DIXWAZIN DEWLETÊ FÊM BIKIN BILA LI ÎMRALIYÊ BINIHÊRIN

Dr. Bahoz Erdal diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye sala 20’an û bal kişand ser vî tiştî ku di dîroka mirovayetiyê de mînakeke din a wisa tune û diyar kir ku zindanên Gûantanamo û Ebû Garîpê jî ne wisa ne. Dr. Bahoz Erdal got ku, “Hêzên ku li hemberî pergala Îmraliyê bêdeng in, di heman demê de tevlî komployê bûne û alîkarî dane vê komployê. Yên ku dixwazin siyaseta dewleta Tirk a li ser Kurdan bibîne, divê li Îmraliyê binihêre.”

HESABÊ WAN DI QIRIKA WAN DE MA

Dr. Erdal diyar kir ku dewleta Tirk digot qey ew ê serhildana dawîn a Kurdan têk bibe û careke din Kurdan bike kole. Dr. Erdal got ku, “Dewleta Tirk bi wê hêviyê Rêber Ocalan xistin bin esaretê. Lê tê dîtin ku gelê Kurd û em şoreşgerên Kurdistanê di 20 salan de em ji ku hatine ku derê. Berxwedana me ya li hemû eniyan, miradê wan di qirika wan de hişt. Bi berxwedana Rêber Apo, gel û gerîla roj bi roj em xurttir bûn û gelê Kurd îro hatine asta neteweya demokratîk. 

MÎRATEYA BERXWEDANA ZINDANAN HÊ ZINDÎ YE

Dewleta Tirk di salên 1980’î de bi hezaran kes xist zindana Amedê û bi şikandina îradeya wan xwest wan poşman bike. Lê PKK’ê di şexsê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û Hayrî Dûrmûş ruh û çandeke nû ava kir. Nîşanî her kesan dan ku di şertên herî dijwar de berxwedan çawa tê kirin. Wan zindan kirin qada şer a ku hesap ji dagirkeran tê xwestin. Vê çanda berxwedanê geştir bû û bû xeta jiyanekê. Îro bi hezaran kadroyên PKK û PAJK’ê li ser wê şopê ne.

BERXWEDANA LI ZINDANAN PÎROZTIR E

Îro li zindana rêhevalan bi pêşengiya Leyla Guven pêngaveke nû ya berxwedanê dan destpêkirin. Ev berxwedan ji zindanan belavî her bajarên Ewropayê bû û bi biryardariyeke mezin tê domandin. Vî tiştî nîşanî her kesî da ku, pêngava herî xurt a berxwedanê li qada ku dagirker dixwaze me teslîm bigire, hatiye destpêkirin. Ji ber vê jî berxwedana li zindanan ji hemû berxwedanan pîroz û watedartir e. Ji ber ku derfetên wan ji yên me hindiktir e û di şertên dijwar de tê kirin. Dijmin herî zêde ji vê berxwedanê ditirse.”

GERÎLA TÊK NAÇE

Dr. Bahoz Erdal diyar kir ku dewleta Tirk 40 sal in êrîşî gerîlayan dike û got ku “Di 3 salên dawîn de dewleta Tirk tevî tifaqa faşîst êrîşî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdan dike. Gerîla di 3 salên dawîn de li hemberî konsepta şer a dewleta Tirk a ku xwe dispêre teknîk û îstîxbaratê, careke din îspat kir ku ew têk naçe. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê careke din diyar kirin ku ew li hemberî pêşveçûnên teknîkê dikare xwe nû bike, xwe ji serdema nû re amade bike û dikare hemû êrîşên dijmin pûç bike. Heqîqeta şerê niha ev e.”

EM Ê BI WAN BIDIN QEBÛLKIRIN KU EW NIKARIN KOLETIYÊ FERZ BIKIN

Dr. Erdal diyar kir ku heke dewleta Tirk teknîka hemû cîhanê kom bike jî ew ê bi dewleta Tirk bidin qebûlkirin ku ew ê careke din nikaribin koletiyê li ser Kurdistanê bidin ferzkirin. Dr. Erdal got ku, “Em ê nîşanî wan bidin ku li Kurdistanê xayîn û ajan ew ê nikaribin bi serbestî lê bijîn. Her bihusta vê axê bi xwînê hatiye avdan, ji bo wê berdêlên mezin hatiye dayîn. Hemû xayîn û rayedarên dewleta Tirk dema hatin Kurdistanê divê ji tirsan çongên wan bilerizin. Ew ê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bibe kabûsa van xayîn û ajanan. Peywira me ya dîrokî ev e. Divê em feraseta faşîst a AKP-MHP- Ergenekon û Erdogan hilweşînin. Ev deynê stûyê me ye. Sedema ku gerîlayên Kurdistanê ew qasî li ber xwe dide ev e. “

DIVÊ MIROV HURMETÊ NÎŞANÎ GELÊ ŞÊLADIZÊ BIDE

Dr. Bahoz Erdal diyar kir ku helwesta gelê Başûrê Kurdistanê û ya Şêladizê bi rûmet e û divê mirov hurmetê nîşanî wê bide. Dr. Bahoz Erdal bal kişand ser vî tiştî ku ew nikarin ji bo heman tiştî ji bo helwesta hêzên siyasî yên Başûr bibêjin. Dr. Erdal bal kişand ser vî tiştî ku hin rayedarên Başûrê Kurdistanê hebûna PKK’ê ya li herêmê dike hincet û hewl didin qetlîamên dewleta Tirk meşrû bikin. Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Dr. Bahoz Erdal ev pirs kir

•    Di vê serdemê de dema ku rûyê rast ê dagirkeran hatiye eşkerekirin, gelo çima hin siyasetmedar hewl didin dagirker û PKK’ê wekî hev nîşan bidin.?
•    Ev rayedarên ku sedema bêaramiya li Başûrê Kurdistanê bi gerîlayan ve girêdide, gelo çima ji 22 baregehên leşkerî yên Başûrê Kurdistanê nerazîbûneke wan tune?
•    Gelo çi karê bi dehan ofîsên MÎT’ê li Başûrê Kurdistanê heye?
•    Ev baregehên leşkerî û ofîsên MÎT’ê li wê derê çi karî dikin?

DI MIKUTHATINÊN ENDAMÊN MÎT'Ê DE HEYE

Dr. Erdal got rayedarên MÎT'ê yên ku wan girtine têkilî xebatên xwe yên li Başûrê Kurdistanê jî li xwe mikur hatine û ev agahî dan: ''Xebatên sîxûriyê yên li Başûrê Kurdistanê tenê ne li dijî PKK'ê ne, her wiha li dijî rayedarên rayedarên Başûrê Kurdistnaê jî xebatên sîxûriyê dikin, wan dişopînin, li telefonên wan guhdarî dikin. Ên ku berê balafirên şer ên hewayî diyar dikin, îstîxbaratê didin hev, cih şanî balafirên şer dikin ev baregehên leşkerî û ev ofîs in. Sedema ku di nav vê salê de ji 20'î zêdetir welatiyen me yên Başûrê Kurdistanê şehîd bûn ev baregeh in. Bi ser halan de niha wê li dijî baregehên leşkerî yên Tirk ên dijminê Kurdan ên li Başûr wê deng neyê derxistin, ev normal were dîtin, deng neyê derxistin lê wê were gotin hebûna gerîlayên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê dibe sedema nearamiyê. Ev neheqiyeke mezin e, ti têkiliya vê ne bi welatparêziyê re, ne jî bi Kurdistanê re nîn e.''

EM TIŞTAN EŞKERE NAKIN

Li Başûr sedema bêaramî, tevlîhevî, komkujiyê ev baregehên leşkerî û ofîsên MÎT'ê ne ku li Başûr wiha bi rehetî tevdigerin û zîtîrkan didin xwe. Lê hin tişt hene, ji bo parastina berjewendiya neteweyî em eşkere nakin lê em vê bibêjin: Sedema nearamî û tevlîheviya Başûrê têkiliyên rêxistinên siyasî yên Başûrî yên bi xebatên MÎT'ê re ne.

DAGIRKER IN Û TI REWATIYA WAN TINE

Baregehên leşkerî li gorî destûra dewleta Iraqê dagirker in û ti rewatiya wan tine. Bi ser de hikûmeta Başûrê Kurdistanê qanûnek derxist û biryar li ser da ku ev baregehên leşkerî ji herêmê werin derxistin. Li gorî qanûnên navdewletî hebûna hêzên dewlet Tirk ên li Başûr ne rewa û yasayî ne. Gelê Başûr jî van baregehan naxwaze. Heke nerehetî û bêmemnûniyetek hebe û heke tê xwestin ku helwestek were nîşandan divê ev li dijî van baregehên leşkerî bin. A ku aramiya gelê herêmê têk dibe dewleta Tirk a dagirker e. Bila kesek rastiya berevajî neke. Gerîla ev 40 sal in li Başûr e.

HEBÛNA GERÎLA JI BO BAŞÛR HÊZ E

Dr. Bahoz Erdal got hebûna PKK'ê ya li Başûr herî pir hêzê dide derdorên siyasî yên li Başûr, bi sedema hebûna gerîlayana li Başûr dewleta Tirk bi hêzên başûr re têkildar dibe û bal kişande ser vê siyaseta dewleta Tirk: ''Dewleta Tirk dibêje ez hemû Kurdan bidim ber xwe wê bibin yek û nikarim plana xwe ya dagirkeriyê bidomînim''. Ji bo vê jî hewl dide ku hin Kurdan bide rex xwe. Ji bo ku Kurdan bera hev bide qîmetê dide hinan û alîkariyê bi wan re dike.''

TI SÛDA WAN LI DOZA KURDISTANÊ TINE

Dr. Erdal got, sedema nearamiya li Başûr ne hebûna gerîla ya li Başûr e, berevajî ev desteka leşkerî û siyasî ye û got, ''Dema ku destê Başûrê Kurdistanê teng dibe kî pê re şer dike?'' û domand,''Em mîna wê ya dema nêz dibînin. DAÎŞ'ê dema ku 2014'an êrîş anî er Şengalê gerîla bû ku li eniya pêş bû, li Mexmûr, Kerkûkê bi mehan li gel pêşmergeyan şer dikir. Wan deman gerîla baş bû, qehreman bû û her roja malavayî li gerîla dikirin. Dewleta Tirk ku niha xwe davêjin ber lingê wan kesên ku alîkarî dida DAÎŞ'ê. Hin rayedarên siyasî yên Başûr hene dema ku dor li wan teng dibe mezinahiya gerîla tê bîra wan û biratiya Kurdan. Dibêjin,''Em bira ne, gerîlayên PKK'ê qehreman in, divê em bibin yek'' lê dema ku dor li wan fireh dibe, bi carekê re gerîlayên PKK'ê dibine sedema bêaramiyê, dibine bargiranî. Jixwe gelê Başûr ti qîmetê nade van gotinan û bawer nake. Ti sûda van gotinan li doza Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê tine. Tenê fersendê dide dewleta Tirk ku zêdetir zextê bikin û êrîşê bînin.''

BILA BIRAYÊN ME YÊN BAŞÛRÎ HEQÎQETÊ BIBÎNIN

Erdal got rayedarên siyasî yên Başûrî hêza dewleta Tirk li ber çavê xwe pir mezin dikin, pir berteng difikirin, ji wan we ye ku Başûrê Kurdistanê bi serê xwe wê bibe girava aramî û aştiyê, xwe ji geşedarên derdorê qut dikin û wiha nêz dibin û domand: ''Dema ku referandûma Başûr çêbûyî, Erdogan ji her kesî bêhtir ji bo ku Bexda li dijî referandûmê rabe teşwîq kir. Niha MÎT komên çete ava dike û hewl dide ku Kurdan li wir nehêle. Her parçeyê Kurdistanê bandorê li parçeyên din dike. Dema ku ev heqîqet hate dîtin wê helwesteke giştî, netewî derkeve holê, wê destê Kurdan xurt bike û destkeftiyên me mîsoger bike. Divê birayên me yên rayedarên siyasî yên Başûr divê vê heqîqeta dewleta Tirk bibînin û wiha tevbigerin.''

DI ŞEXSÊ PKK'Ê DE LI DIJÎ KURDAN ŞER DIKIN

Dr. Bahoz Erdal diyar kir, li gorî zîhniyeta Erdogan û dewleta Tirk, ne tenê PKK lê Kurd hemû û destketiyên Kurdan gef in û got, divê bes bikevin şaşiya ku dibêjin, 'tenê dijminê PKK'ê ye'. Dr. Erdal ji hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê xwest, bibînin ku piştgiriya ji wan re tê dayin nêzîkatiyeke demkî ye û wiha dewam kir: "Gelê Başûr rûyê rast ê TC'ê di dema referandûmê de baş dît. Eger dewleta Tirk ewqasî dijminê PKK'ê be, ev yek ji ber wê ye ku PKK ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşe. Şerê li dijî PKK'ê şerê li dijî Kurdan e."

ÇIMA EWQASÎ XEMSAR IN?

Dr. Bahoz Erdal diyar kir, ew bi hesasiyet nêzî destketiyên li Başûrê Kurdistanê dibin, hewl didin wan biparêzin û dema ku metirsiyek rû dide, çi ji destê wan tê ew wê dikin. Dr. Bahoz Erdal ragihand, gel û pêşmerge têkoşîna ku ji Şengalê heta Kerkûkê hate dayin baş zanin û ev pirs kir: "Hêzên siyasî yên Başûrî li beramberî parçeyên din ên Kurdistanê çima ewqasî xemsar in?" Dr. Erdal got, "TC û Erdogan ku ji xwe re weke dost dibînin, dijminê Bakurê Kurdistanê ne, dijminê Rojavayê Kurdistanê ne. Her roj zarokên bêguneh dikujin, jinan dikujin, mirovên me digirin, xwe nikarin li gotineke Kurdî rabigirin. Dema ku hûn bi wan re dostaniyê dikin û li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin, ew li parçeyên din ên Kurdistanê vê yekê rewa dibînin. Baş e hûn çima hesasiyetên parçeyên din nabînin? Çima hûn wan dikin qurbanê berjewendiyên xwe? Çi eleqeya vê yekê bi heqîqetê, bi biratiyê, bi Kurdîtiyê heye? Ji bo têkiliya bi TC'ê re gelo hûn mecbûr in ku dijminatiyê li PKK'ê bikin. Ev çi siyaset e? Parçeyên din ên Kurdistanê û PKK'ê nekin amûreke bazariyê ji bo başkirina navbera xwe û TC'ê. Ev helwesta ku ne Kurdistanî ye, di heman demê de ne exlaqî ye. Hûn dixwazin bi TC'ê re têkiliyê deynin deynin, kes ji vê re tiştekî nabêje. Lê belê vê yekê li dijî berjewendiyên gelê Kurd nekin."

HEVKARIYA BI DIJMIN RE RÊ LI BER ÇARESERIYÊ VENAKE

Dr. Erdal diyar kir, ev siyaseta şaş berjewendiyên Başûrê Kurdistanê jî naparêze û bang li rayedarên siyasî yên li Başûr kir ku bi rengekî stratejîk bifikirin. Endamê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel Dr. Bahoz Erdal diyar kir, garantîkirina paşeroja Başûrê Kurdistanê bi garantîkirina hemû Kurdistanê û pêkanîna yekîtiya neteweyî dibe û got, "Bi dijberî û dijminatiya li xwişk û birayên xwe destketiyên Kurdistanê nayên parastin. Em Kurd, pirsgirêkên nava xwe ancax dikarin bi diyalogê û axaftinê çareser bikin. Bi dijminên dagirker re em nikarin tiştekî çareser bikin. Her ku têkilî û yekîtiya me ya Kurdistanî xurt bû, her kes wê hurmetê nîşanî me bide."