Dozger xwest ku wekîla HDP'ê were girtin

Rûniştina doza wekîla HDP'ê Salîha Aydenîz pêk hat. Dozger bi hinceta 'Dibe welat biterikîne' xwest ku Aydenîz were girtin.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz ku di çarçoveya xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de,  bi îdiaya "Rêxistin ava kiriye û birêve biriye" tê darizandin û heta 30 salan cezayê girtîgehê jê re tê xwestin. Rûniştina 4'emîn a doza Aydenîz li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dewam kir. Aydenîz beşdarî dozê nebû û parêzerê wê Erhan Urkut di danişînê de amade bû.  
Dozger bi hênceta, 'Dibe ku derkeve derveyî welêt' xwest ku Aydenîz were girtin.
 
DAXWAZ HATIN REDKIRIN 
 Heyeta dadgehê daxwaza dozger a girtinê û daxwaza parêzer a rakirina qedexeya derketina derveyî welat red kir. Dadger doz taloqî meha Gulanê kir.