Dozger baxçeyê dadgehê li Emîne Şenyaşar qedexe kir!

Çalakiya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û zarokên wê ji aliyê xizmên parlementerê AKP’ê hatibû qetilkirin di roja 8’an de ye. Dozger baxçeyê dadgehê li Şenyaşar qedexe kir.

Emîne Şenyaşar a ku hevjînê wê Hecî Esved Şenyaşar û zarokên wê Adil û Celal Şenyaşar ji aliyê parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû kuştin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin. Çalakiya wan di roja 8’an de ye.

Malbatê çalakiya xwe didomand û dixwest bi Serdozgerê Komarê re hevdîtinekê bike, heta niha bersiveke erênî nedane daxwaza malbatê. Emîne Şenyaşar duh bi îddîaya ‘heqaret li peywirdarê dewletê kiriye’ hatibû destgîrkirin, piştî ku îfadeyê hatibû berdan û vegeriyabû baxçeyê dadgehê.

‘EM BI VÊ DEWLETÊ RE MIRIN’

Ji ber biryara serdozger destûr nehat dayîn ku Şenyaşar têkevin baxçeyê dadgehê. Malbatê li ser twîtterê daxuyanî da û got ,”Serdozger qedexe kiriye ku em herin baxçeyê dadgehê. Hemû dinyayê qîrîna me ya edaletê bihîst, lê Wezîrê Edaletê dengê me nebihîst.”

Malbata Şenyaşar a ku têketina baxçeyê dadgehê li wan hatibû qedexekirin, çalakiya xwe li ber deriyê dadgehê dikin. Emîne Şenyaşar got ku, “Êdî bes e. Em bi vê dewletê re mirin. Em bi vê dewleta tune re mirin. Xwedê ma tu ne li jor î?”