Dozeke din li Guven vekirin

Dozeke din li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven vekirin.

Li ser Hevseroka KCD’ê (Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk) Leyla Guven, ku 31’ê Çile hatibû girtin, bi hinceta ‘endama rêxistinê’’ ye ji 7,5 salan heta bi 15 salan Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdîanameyek hazir kir.

Îdîaname ji hêla Dadgeha Cezayê Giran ê 9’an a Amedê ve hate qebûlkirin û her wiha biryar hate standin ku bi wê dosyayê re, ku bi îdîayên ‘’damezirîner û rêvebera rêxistinê ye’, ‘propagandaya rêxistinê kiriye’’ ji 17,5 salan heta bi 31,5 salan ceza tê xwestin, bikin yek.

Danişîna pêşî ya dozê 15’ê Gulanê li Dadgeha Cezayê Giran ê 9’an a Amedê wê were dîtin.