Doza polîsê Şahîn Oner qetilkirî pêk hat

Biryar hate dayîn ku dosyaya ji bo rapora keşfa doza di derbarê polîsê ku Şahîn Oner ê 10’ê Sibata 2013’an qetilkirî bişînin Maseya Tirafîka Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê.

Di derbarê polîsê bi navê S.K. yê ku 10’ê Sibata 2013’an a li Yenîşehir a Amedê di çalakiyek protestoyî de, bi wesayîta zirxî pê li ciwanê 19 salî Şahîn Oner kirî û bûyî sedemê mirina wî, bi daxwaza sucê “Bi zanabûn kuştin” cezayê mûebetê hatî xwestin, rûniştina 11’an a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 1’an Amedê hate dîtin.

Di rûniştina ku polîs S.K. tevlî nebûyî de, bavê Oner Mehmet Şirin Oner û parêzerên wî endamên Komîsyona Qanûna Komeleya Mafên Mırovan (ÎHD) Abdulah Zeytun, Ercan Yilmaz, Yusuf Erdogan û Gurbet Yavûs amade bûn.

Di rûniştinê de, daxwaza çûyîna xususyetên kêm ên dosyaya doza îdîaya cih kir. Parêzerên malbata Oner parastina rapora berfireh a keşfa hatî amadekirina a li cihê bûyerê ya 17’ê Sibatê, daxwaza girtina polîsê sûcdar hate girtin.

Heyeta dadgehê piştî navberê daxwaza parêzeran a ji bo girtina polîsan redkir. Dadgehê dosya ji bo amadekirina rapora keşfa cihê bûyerê, biryar hate dayîn ku bişîne Maseya Trafîkê Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê, runiştin talûqî 2’ê Sibatê hate kirin.