Doza Kûrkût hate taloqkirin

Di rûniştina doza Kemal Kûrkût de ku ji aliyê polîsê Tirk ve hate kuştin, daxwaza ji bo girtina polîsê kujer Y.Ş. nehate qebûlkirin.

Doza li ser kuştina xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût, ku sala 2017'an di pîrozbahiya Newrozê de ji aliyê polîsê Tirk Y.Ş. ve hate kuştin, rûniştina wê ya 4. li 7. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.

Der barê polîsê kujer Y.Ş. de ji ber sûcê "kuştina bi zanebûn" daxwaza cezayê muebbetê tê kirin. Lê belê polîsê kujer Y.Ş. bi rengekî negirtî tê darizandin. Bersûc Y.Ş. û parêzer tevlî rûniştinê bûn.

Parêzerên malbata Kûrkût li ser rapora Saziya Tipa Edlî daxuyanî dan.

Di rûniştinê de hate xwestin ku polîsê kujer Y.Ş. were girtin, lê belê ev daxwaz nehate pejirandin. Rûniştina dozê hate taloqkirin.