Doza kesên polîsan êrîşî wan kiribû hate taloqkirin

Li Wanê kesên ku polîsan êrîş biribûn ser wan û destê wan ji paş ve kelepçe kiribûn, doz li wan hatibû vekirin.

Sala borî polîsan êrîşî girseyê kiribû ya ku Hevserokên HDP’ê yên Bajêr Umît Dede, Yadîşen Karabûlak, Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Okkeş Kawa û parlementera HDP’ê Mûazzez Orhan jî di nav de bû. Di vê êrîşê de polîsan Mahmût Dundar, Omer Ertaş û Serdar Çevîk avêtibû erdê û destê wan ji paş ve kelepçe kiribû. Rojnameger Oktay Candemîr jî ji ber wêneyê vê êrîşî girtibû, polîsan êrîş biribûn ser wî jî.

Kesên ku polîsan êrîş biribûn ser wan, polîsan giliyê wan kir. Serdozgeriya Komarê ya Wanê xwest ji 6 mehan heta 3 salan ceza li 5 kesan were birîn. Rûniştina dozê hate taloqkirin.