Doza JÎTEM’ê ya Qoserê: Sûcê dewletê tê veşartin

Di rûniştina Doza JÎTEM’ê ya li Qoserê, dozger beraata qirkeran xwest. Parêzer Erdal Kûzû got ku “Hewl tê dayîn ku sûcê dewletê veşêrin û ser wê bigirin.”

Li Qosera Mêrdînê di navbera salên 1992-1996’an de 22 kesên sivîl ji aliyê leşker û cerdevanan hatibûn qetilkirin. Derbarê vê qirkirinê doz hatibû vekirin. Di rûniştina dawîn a Doza JÎTEM’ê de dozger ‘derbasbûna demê’ kir hincet, xwest doz were betalkirin û hemû bersûc werin beraatkirin.

Ji ber ku kuştina Nûrettîn Yalçinkaya baş nehatiye tespîtkirin, dozger xwest ku divê ceza ji bersûcan re neyê dayîn.

‘MIRINA WÎ HATIYE TESPÎTKIRIN LÊ DOZGER BANGÎ WÎ DIKE!’

Parêzerê malbatê Erdal Kûzû ji MA’yê re axivî û diyar kir ku Nûrettîn Yalçinkaya di sala 1995’an de tevî birayê xwe Necat Yalçinkaya ji aliyê kesên unîformayên leşkerî li wan bûn, hatine destgîrkirin. Parêzer Kûzû diyar kir ku di sala 2008’an de li gundê Katarli yê Qoserê bîreke avê hatibû vekirin û hestiyên van herdu kesan di bîrê de hatibû dîtin.

Parêzer Kûzû diyar kir ku nimûneyên xwînê jî hatiye dayîn lê ji ber ku hevjîna wî sala 2011’an de doza hevberdanê vekiriye, lêkolîn tê kirin bê ka Yalçinkaya dijî yan na.

Kûzû bal kişand ser vî tiştî ku kesekî mirina wî hatiye tespîtkirin û gora wî heye, dixwazin bi rêya SEGBÎS’ê wî bînin dadgehê.

Kûzû diyar kir sûcên dewletê tên veşartin û hewl tê dayîn ser van sûcan werin girtin.