Doza JÎTEM'ê hate taloqkirin

Di rûniştina 19'an de jî ya Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê, têkildarî bersûcan biryara girtinê nehate dayin. Rûniştin ji bo 2'ê Mijdarê hate taloqkirin.

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê 29'ê Cotmeha 1995'an û 8'ê Adara 1996'an 3 jê zarok 8 kes û Çawişê Pispor Bîlal Batir ê ku tê îdîakirin agahî dabû malbatan, hatine windakirin. Rûniştina 19'an a têkildarî dozê pêk hat.

Fermandarê qereqolê yê wê demê jî di nav de li hemberî 18 kesan bi sûcdariya "kuştina mirovan bi zanebûn" doz hate vekirin û rûniştina dozê li 1'emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Semsûrê pêk hat.

Parêzerên mexdûran tevlî rûniştinê bûn. Parêzeran daxwaza xwe ya rûniştinek beriya niha dubare kir û xwestin bersûc bên girtin. Heyeta dadgehê daxwaza girtina bersûcan red kir.

Rûniştina dozê ji bo 2'ê Mijdarê hate taloqkirin.