Dosyeya Ayla Akat Ata tevlî ya Doza Kobanê kirin

Dosyeya ku yek ji avakar Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akat Ata tê de dihat darizandin, tevlî Doza Kobanê kirin.

Parlementera berê ya BDP’ê û yek ji avakara Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akat Ata ya ku di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ye, bi hinceta ku ‘endama rêxistinê ye’ û ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ doz lê hatibû vekirin. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Amedê hate kirin.

Ayla Akat Ata bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû.

Di dema rûniştina dozaê de heyeta dadgehê diyar kir ku Dadgeha Cezayê Giran a 22’emîn a Enqereyê ya ku li dosyeya Doza Kobanê dinihêre xwestiye ku bila dosyeya Ata tevlî ya Doza Kobanê were kirin.

Ata diyar kir ku îddînameya dosyeyê di 8’ê Îlonê de gihiştiye ber destê wê û diyar kir ku wê tiştekî wisa nexwestibû. Ata got “Ev tişt nayê qebûlkirin.”

Dozgerî û dadgehê biryar da ku bila her du dosye bibin yek.