Dosya tine lê ev 4 sal in îmzeyan dide

Zana Tîmûr ku beriya bi 4 salan hatî berdan, li gel ku ev 4 sal in di dosyayê de îdîanme tine, her heftî diçe qereqolê û îmzeya xwe dide.

Zana Tîmûr ê ku li taxa Hacîbekir a Wanê dijî sala 2018'an hate destîkirin û piştre hate girtin. Tîmûr piştî ku 5 mehan girtî ma bi şertê kontrola edlî hate berdan.

Lê li gel ku ev ev 4 sal in hatiye berdan jî şertê kontrola edlî ya li ser Zana Tîmûr nehate rakirin û ev 4 sal in her heftî diçe qereqolê û îmzeya  xwe dide.

Heftiya çûyî dema teblîgehateke dî ji Tîmûr re hat û saleke dî hatiye zêdekirin ku Tîmûr her heftî biçe qereqolê û îmzeyê bide. Îmzeya ji bo kontrola edlî ya Tîmûr ku îdîanameya dosyaya wî jî nîne kirin 5 sal.