Dorpêça Tebqa: Qadên ku hatine azadkirin, şahidiya şervanan

Pêngava rizgarkirina Tebqayê ya ji çeteyên DAIŞ’ê ku 21’ê Adarê dest pê kirî, pêngava tenêhiştina Reqayê ku çete jê re ‘’paytexta min’’dibêjin, bi gavên biewle berdewam dike. Di nav çarçoweya dorpêçkirina Tebqayê de xeleka dorpêçkirinê bertengtir bû.

Di pêngavê de gola bendavê ya li rojhilatê bajarokê û perava wê ji çeteyan hate paqijkirin û beşek ji bendavê kete destê şervanan. Şervan bi hevdemî gola bendavê hem bi helîkoptêran, hem bi kelekan derbas kirin û di demeke kurt de xwe gihandin Balafirxaneya Leşkerî ya Tebqa. Piştre jî şervan bi rojhilat ve bi pêş ketin û bi baskê dî  re ku Çemê Ferêt bi kelekan derbas kirin bûne yek, gundê Safsafaha Mezin ji çeteyan paqijk kirin û xeleka dorpêçê ya Tebqa tengtir kirin.

Taxên derve yên başû û başûrê rojhilat ê Tebqa, yên girêdayî navendê ji çeteyan hate paqijkirin, şervanên ku li taxên derve kozê xwe danîn, bi gavên ji xwe bwer berê xwe dane navenda bajêr.

Şer herî pir li taxên derve dibe. Çeteyên ku dixwazin ji şertên demsalê sûd werbigirin, dema ku ecacok dest pê dike û baran dibare hewl didin ku êrîşê bi ser hêzên QSD’ê de bînin, lê her êrîşa wan bersiva xwe dibîne, çete derbeke mezin dixwazin û neçar dimîn ku araziya çolî de vegerin.

Êrîşên çeteyan ên ji navenda Tebqa ya bi wesayitên bombekirî û bi hawan û tangan dixwazin pêk bînin jî têne pûçkirin.

Li hêlekê şer tê jiyîn û em jî şahidiyê li jiyana rojane ya şervanan û li amadekariyên wan ên şer dikin. Ji ber ku em bi şervanan li heman qadê ne û bi wan re xwarinê dixwin, çavê me li ser wan e jî. Em weke kesên ji wan xuya dikin. Em têkiliya germ a di nav wan de jî dibînin.

Çend saetên ku me di nav şervanên taxên derveyî navendê de derbas kirî kelecanî û balkêş bû. Bi wesayitê, di ber balafirxaneyê re me xwe gihande şervanan. Hem şervanan û hem jî fermandaran bajarokê li ber xwe ji banê xaniyekî keşf dikirin. Li hêlekê kozên xwe didîtin û li hêla jî hedefên xwe.

Li baxçeyê mala ku em lê diman haziriyeke zêde hebû. Şervanan ku ji hêlekê çekên dest xwe paqij dikirin û ji hêla dî ve jî hewl didin ku xwarin û vexwarinê ji hevalên xwe re bibin.

Piştî keşf û nerîna ji banê xênî, yek ji fermandaran Rizgar ji yên dora xwe re got ew ê biçin balafirxaneyê. Piştî ku bi nazikî daxwaza me qebûl kir ku em jî bi wan re biçin em bi rê ketin. Li balafirxaneyê 50 şervan hebûn. Hemû jî şervanên wiha bûn ku piştî demekê wê li kozan bimane. Hemû kelecanî bûn, fermandarê wan Rizgar nêzî 10 deqe bi şervanan re axivî. Hem rewşa xwe û hem jî rewşa çeteyan vegotin.

Fermandar Rizgar got, rewşa ku niha ew dijîn encama fedekarî û kedeke mezin e û got, ‘’ Di serketina vî şerî de ên ku xwedî kedeke mezin in helbet şehîdên me ne.’’

Piştî axaftina xwe diyar kir kê bê ka kîjan tîm û manga wê li kîjan kozê bi cih bibin û şervan bi kelecanî ber bi wesayitên xwe ve çûnç. Hin şervanan ev dijîn û hinan jê kêfxweşiya xwe bi govendê nîşan didan.

Dawiyê jî ew kêliya xembar..Dema veqetînê hatibû. Hemûyan hev hembêz dikirin û hezkirina xwe ya li hev nîşan didan…

Em jî bi Fermandara Rizgar re me meşa xwe ya li qadên azadkirî berdewam kir. Em diçine cem çend şervanên ku li koza pêş in. Şervanên jin û mêr li kozên asê cihên ku wê lê kozên xwe deynin diyar dikirin.

Piştî ku bû nîvro şervanan pirsîn bê ka em birçî ne yan na, dema ku me got, ‘’em ne birçî ne’’ gotin ‘’qet nebe aveke me vexwin’’ û ava xwe bi re par ve kirin.

Li cem şervanan kêfxweşiyeke mezin e ku em dibînin çeteyên DAIŞ’ê diçine ser sergoyê…

Şervanên ku  li eniyê dijîn di nav rojê de baweriyê didin û ji bo siberojê jî hêviyê didin mirovan..