Dorpêça Tebqa: 16 çete hatin kuştin

Pêngava ji bo rizgarkirina bajarê Tebqa ya ji çeteyên DAIŞ’ê didome. Li ser êrîşa çeteyan hêzên QSD’ê bersiv dan û di êrîşan de yek jê ku weke ‘emîr’ bi nav dikin û 16 çete hatin kuştin.

Şervanên QSD′ê êrîşên çeteyên DAIŞ′ê yên li ser eniya rojhilat bi tundî bersivandin. Di encamê deşerê dijwar li herêmê rû dan, çeteyên ku dixwestin dorpêça li ser bajêr bişikînin, derbeyên mezin xwarin.

Gundê Ebad yê ku beriya du rojan ji aliyê şeravanan ve hatibû rizgarkirin, îro dîsa êrîş li ser gund hate kirin. Êrîşa li ser gund saet di 11:00′an de destpê kir û heta saet derdora 15:00′an de hate şikandin.

Di encama şerê dijwar de yek jê ku weke (serçete) tê binavkirin 16 çete hatin kuştin, panzêreke çeteyan hate rûxandin. Cenazeyên 8 çeteyên ketin destê şervanan.