Dora Keleha Wanê bi têlan hate girtin

Dora Keleha Wanê bi têlan hate girtin. Gel nikare biçe kelehê.

Keleha Wanê ya ku hatibû îlankirin ku divê were parastin, di çend salên dawîn de ji bûye qada rantê.

Keleha Wanê li kêleka Gola Wanê 5 kîlometreyan dûrî bajêr û li ser tehtekî asê hatiye avakirin. Keleh 1800 metre dirêj e, 120 metre fireh e û 80 metre bilind e. Di salên dawîn de dora wê bi têlan hate girtin. Bi tenê deriyekî wê yê têketinê heye û têketina wê jî bi pereyan e.

Zarokên ku li ber kelehê rêbertî ji tûrîstan re dikirin jî ji kelehê hatin dûrxistin. Gelê Wanê xwe ji ser deriyê têketinê diavêjin û wisa dikevin kelehê.

Serokê Van Çev-Der’ê Alî Kalçik got ku, “Li Kurdistanê ji bo tunekirina van avahiyên dîrokî gotinên ‘di binê wan de zêr hene’ û ev avahî xera kirin. Kîtabeyên li dora Keleha Wanê di 12’ê Îlonê de hatibû tunekirin. Keleha Wanê êdî ne keleh e, bûye teht û kevir.Di du sê salên dawîn de jî ev der kirine qadeke bazirganiyê. Keleha Wanê ji gel re hatiye girtin. Dora wê bi têlan hatiye girtin, ev ne çareserî ye.”