'Divê teqez hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin'

Parêzer Cemal Demîr destnîşan kir ku astengkirina hevdîtina bi Ocalan re sebra civakê difûrîne û got, "Divê teqez hevdîtin bê kirin."

Parêzer Cemal Demîr û Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Wanê Mehmet Karataş gotin, tecrîd gihîştiye astekê ku êdî xweragirtin lê nabe û diyar kirin ku bi biryarên li ser hev ên ji bo qedexekirina hevdîtin, hewl tê dayin ku tecrîd bê qanûnîkirin.

Parêzer Cemal Demîr ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist, ku armanc ji tecrîdê ew e ku girtî ji cîhanê û civakê bê dûrxistin û got, "Ya ku li ser Birêz Ocalan tê ferzkirin jî hîn kûr û cuda ye. Ji manîfestoya rizgariya gelan a Birêz Ocalan ditirsin. Sedema esasî ya tecrîdkirina Birêz Ocalan ev e. Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Ev yek hewldana ji bo fûrandina sebra civakê ye. Veguheriye pêvajoyeke welê ku êdî xweragirtin lê nabe. Divê teqez hevdîtin bê kirin û bi raya giştî re jî bê parvekirin."

Parêzer Demîr her wiha rexne kir ku CPT detay û encamên serdana xwe ya li Îmraliyê bi raya giştî re parve nake.

BINPÊKIRINA MAFÊN BINGEHÎN E

Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Wanê Mehmet Karataş jî anî ziman ku li gel îtiraz, nerazîbûn û rexneyan jî tecrîd bi israr dewam dike, ku ev yek jî nîşan dide; polîtîkayeke dewletê ye. Karataş got, "Bicihanîna cezayê ku li Ocalan hatiye birîn bi binpêkirina mafên bingehîn dewam dike."

Karataş bi bîr xist ku di xalên destpêkê yên Qanûna Înfaza Ceza de tê gotin, nabe ku bicihanîna ceza bi rengê binpêkirina rûmeta mirovahiyê be û got, "Astengkirina hevdîtinên bi malbatê û parêzeran re, bêparhiştina ji kovar, rojname, pirtûk, çapemeniya dîtbarî û devkî, astengkirina dîtina girtiyên din, nehiştina çalakiyên spor/civakî û derketina hewşê, hemû kiryarên li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Lewma bi vî rengî sûc tê kirin."

HEWLDANA JI BO QANÛNÎKIRINA TECRÎDÊ

Karataş bi bîr xist ku li gel Qanûna Înfaza Ceza, her wiha di çarçoveya rêvebernameyê de mafê her girtî heye ku parêzerên xwe bibîne û got, "Astengkirina vî mafî tenê li gorî qanûnan bi biryara dadgehê dikare bê kirin. Bi armanca nirxumandina binpêkirina mafên mirovan a bi tecrîdê tê kirin, hevdîtina bi parêzeran re hate destpêkirin. Ev biryar bi raya giştî, parêzeran û malbatan re nayên parvekirin. Bi vî rengî mafê rabûna li ber vî biryarî û serlêdana dadgehê tê binpêkirin. Ev yek nîşaneya hewldana ji bo qanûnîkirina tecrîdê ye. Lewma aliyekî cuda yê tecrîdê tê ferzkirin."