‘Divê Kurd bi giyanê Kobanê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bidin'-ZINDÎ

KNK’ê ji bo diyarkirina helwesta neteweyî ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê li Brukselê civiyabû. Di beşa duyemîn a civînê de hate diyarkirin ku divê Kurd bi giyanê Kobanê li ber xwe bidin.

Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye, ji bo diyarkirina helwesta li dijî dewleta Tirk a ku Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, civînek hatibû lidarxistin. Civîn bi nîqaşan didome. Di beşa duyemîn a civînê de nûnerên partî û rêxistinan, ronakbîr û çalakgeran fikrên xwe diyar kirin.

Çalakgera jin Xatû Sebrî Behmenî diyar kir ku divê kongreya neteweyî ya ku ew ê Kurd li dar bixin, bibe kongreya aştiya navxweyî û divê berjewendiyên neteweyî li ser berjewendiyên şexsî û rêxistinan be. Behmenî diyar kir ku dagirkeriya li dijî Kurdistanê her dem heye û bal kişand ser vî tiştî ku destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê di bin xetereyê de ye.

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên Sûriyeyê Hebîb Îbrahîm jî diyar kir ku divê li hemberî dagirkeriyê têkoşîna hevkar were avakirin û divê parçeyên heyî yekîtiya xwe ava bikin.

Siyasetmedar Demîr Çelîk jî diyar kir ku êrîşên li ser Xakurkê û Rojava stratejîk û dîrokî ne û divê bi vî çavî li êrîşan were nihêrtin. Çelîk got “Stratejiya dagirkerên Kurdistanê wekî hev e, nexwe divê Kurdên li her parçeyên Kurdistanê jî stratejiya wan wekî hev be.”

Serokê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek jî qirkirina di 3’ê Tebaxa 2014’an de ya li ser Şengalê bi bîr xist û got “Heke li hemberî wê dagirkeriyê helwesta me hevkar bûya wê îro dewleta Tirk ev êrîş nekira. Divê em li hemberî dagirkeriyê gelê xwe rakin ser pêyan.

Çalakgera ji Rojhilatê Kurdistanê Besê Şamarî jî diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê rêzefîlmên Tirk û Farisan tên temaşekirin û got ku “Divê ji dêvila wan rêzefîlman fîlmên li ser qetlîama Şengal û Kurdan were weşandin. Divê êdî Kurd ji hev ne dûr bin. Berê bi çekê têkoşîn dihate kirin lê a niha bi pênûs û dîplomasî û telefonên destan em dikarin têbikoşin. Bi hashtagan em dikarin li hemberî dagirkeriyê bi sed hezaran kesan têxin nav tevgerê.”

Nûnerê Tevgera Kawa, Huseyîn Erkan jî diyar kir ku dagirkeriya Başûrê Kurdistanê ne tesaduf e û wiha domand; “Duh Rojava dagir kirin, sibê Rojhilatê Kurdistanê dibe dagir bikin. Dewleta Tirk ji xwe van dagirkeriyan weke berfirehkirina Rojhilata Navîn bi nav dike. Diyare demeke dirêj e dewleta Tirk vê dagirkeriyê amade kiriye. Wiha xuya dike ku di vê dagirkeriyê de PDK jî di vê plana dewleta Tirk de ye. Em ji bîr nekin eger YPG nebûya îro Rojava ne dibû. Dewleta Tirk ji ser wê PKK weke gefekê dibîne.”

Erkan diyar kir ku dewleta Tirk difikire ku encaq bi şer dikare li desthilatdariyê bimîne û wiha domand; “Sibê eger pêşketinek çêbibe wê êrîşî Rojhilat jî bikin. Temaşe bikin wê demê wê Partiya Demokrata Kurdistanê jî di nava vê planê de be. Ji ber ku îro tenê fikarek wan heye ew jî pere û berjewendiyên şexsîne.”

Endamê KNK’ê Ehmed Karamûs jî axivî, bal kişand li ser plana Serokkomarê Tirk Erdogan a qala “Vîzyona 2023” dike û got; “Erdogan dixwaze di çarçoveya vê planê de di nava Başûrê Kurdistanê de heta Efrînê dagir bike û bixe di nava sînorên “Mîsak-î Mîllî”. Di vê em vê talûkeyê bibînin û wiha têbikoşin. Îro eger derbeyê li gerîlayên PKK’ê bixin zayîf bikin, ji bîr nekin ku wê dora PDK’ê were. Divê Komîteya Dîplomasî ya KNK’ê komîsyonekê ava bike û bi partiyên siyasî re dest bi hevdîtinan bikin.”

‘JI BO KURDAN RUHEKÎ NÛ YÊ KOBANÊ PÊWÎST E’

Nûnerê Partiya Komunîst a Kurdistanê Huseyîn Taşan da wiha got; “Kurd li beramberî talukeyekî mezin e. Roja 19’ê Gulanê bi pêşengiya AKP’ê hemû partiyên Tirk hatin gel hev. Dema dewleta Tirk êrîşî Efrînê dikir di wan rojan de tir û kamyonên Tirk tişt dibirin Başûrê Kurdistanê û difirotin. Tirkiye bi pereyê tiştên firotin Başûrê Kurdistanê êrîşî Efrînê kir û ev tabloyekî ya şermê ye.”

Taşan êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya 2014’an a li dijî Kobanê bi bîr xist û wiha got; “Wê rojê hemû Kurd bûn yek û li dijî çeteyan têkoşînek mezin dan û Kobanê ji çeteyan paqij kirin. Îro jî ji bo me heman ruh pêwîst e. Encaq bi vî ruhî em dikarin dawî li dagirkeriyê bînin.”

Meryem Fethî jî axivî û got; “Ti ferqa DAÎŞ’ê ji Tirkiye û Îranê tune ye. Kurdên ku ji bo Kobanê bûbûn yek ji bo êrîşa li dijî Qendîlê çima bêdeng in. Ti ferqekî Qendil ji Kobanê tune ye. Li Qendilê mirovên azad û şoreşger tên perwerdekirin. Dema qirkirina Şengalê pêk dihat gerîla ji Qendîlê çûn Êzidî rizgar kirin. “

Civîna ku nûner, rewşenbîr û aktivîstên ji partiyên çar parçeyê Kurdistanê beşdar bûne, bi nîqaş û axaftinan didome.