‘Divê jin bi helwesteke radîkal rabin’

Gerîlaya HPJ’ê Zîlan Seqiz got,’’Bi helwesteke radîkal li dijî tund û tûjiya jinan, li dijî deshilatdariya zilam tevlî refên gerîla bibin.’’

Gerîlaya Hêzen Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ)  Zîlan Seqiz têkilî 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser jinê axivî. Seqiz got: Di vê rojê ku bi nave, ‘Tekoşîna beramberî şîddeta li ser jinê’ hatiyê kebulkirin de em jî her cure tund û tujî yê ku li ser jin tê meşandin şermezar dikin. Lê belê ev şidet salên 1960an bi xwişkên Mirabel re dest pê nekir û bi wan jî dawî nebû ji ber ku ev pirsgirêk xwedî dîrokek hezaran sal e û rojê me ya îro jî bi hemû hovîtiya xwe ve berdewam dike. Ji bo vî jî tekoşîn ne bi tenê rojekî diyarkirî de, pêwîste her kelî bê rawestan bê meşandin. Li ser vî esasî hest û dengê xwe bi giştî jinên cîhanê taybet jî jinên Kurdistane re parve dikin.

Gerîlayê HPJ’ê li ser kiryarên moderniteya kapîtalîst wisa nirxand: ‘’Şidet û destdirejiya li ser jinan tê meşandin mijarekî dîrokî ye, civakiye. Modernîteya Kapîtalîst wekî mîrasê hemû dîrokê deshilatdariya zilamsalar bi şeklekî sîstematîk li ser kar dike û koletiya heyî roj bi roj bi polîtîkayên herî qirêj kûr dike, berfireh dike û di şexsê jin de dixwaze civakeke ku di ferqê koletiya xwe de nîn e, ava bike û civak bi her tiştên xwe ve bêrefleks bike.

Pergalê kapîtalîzmê jin li her deverek sînordar kiriye û fetisandiye. Wisa lê hatiye ku mêzekirineke “Jin bi tenê amûreke û li gorî pêwîstî bê bikaranîn.” pêş ketiye. Taybet jî wek seksûalîte; sosyalîteya jinan bi şeklekî metayê cinsî tên karanîn. Divê di giştî cihanê de  jin li  hember van polîtîkayên ketî xwedî helwestên tûj bin.

Em dizanin ku her roj jin bi zihniyetê zilam tê qirkirin û roj bi roj kesayetê wan, mejiyê wan, hestê wan tê dagirkirin, binpêkirin û ji her cure mafên xwe yên xwezayî bê beş tên hiştin. Taybet li Rojhilata Navîn jin di bin navê dîn û bawerî de bûye namûs û bi şeklekî herî muhafazakar tê tepisandin. Divê li hemberî her cure tund û tûjî helwestê xwe diyar bikin ku bikaribin li beramberî zihniyetê zilamsalar, dewletê zilam bisekinin, pêşengî bikin û tekoşîneke bêhempa bimeşînin. Helbet ev rewş bi tenê ji bo jinên Kurd, Ereb, Efxan an jî ji bo neteweyên Rojhilata Navîn derbasdar nîn e, ev rewş li giştî cihanêbi tarzên cuda tên jiyankirin. Ji bo vî jî pêwîst e, heta dawî yekitiyeki, hevgirtînek ya rastî  rêxistineke xurt bê avakirin ku ev zihniyetê zilamsalar bi destê me jinan dê têk biçe.

Gerîla Zîlan li ser tekoşîna tevgera jinê nirxandina xwe bi vî rengî domand: ‘’Ew tekoşînên ku jin bi salan e li Rojhilata Navîn, Ewropa û li giştî cihanê li beramberî deshilatdariya zilam dimeşînin, em wek mîrasek dibînin û berdewamiye wê dikin. Li beramberî her cure paşverûtiyê ku ji bo jin tê sepandin û her cure qetlîama ku li ser jin tê meşandin, em  jinên gerîla bi fikir û felsefeya Rêber Apo tekoşînek, şerekî azadiyê dimeşînin û ne bi tenê ji bo jinên Kurd û Kurdistanê, ji bo giştî jinên cihanê tekoşîn dikin, şer dikin û bi vî şerî ku bi felsefê Rêber Apo dimeşe, ji bo hemû jinan dibe rêya çareserî û alternatîf datîne.

Gerîlayê HPJ’ê Zîlan Seqiz di dawiya nirxandinê xwe de bangî jinan kir û got: ‘’Li vir em bang li hemû jinan dikin, bi helwesteke radîkal li dijî tund û tûjiya jinan, li dijî deshilatdariya zilam tevlî refên gerîla bibin. Em hemû dest bidin destê hevdu bi fikir û ramanê Rêber Apo tekoşîna heyî mezin bikin. ‘’