Divê her der bibe qada berxwedanê

Li Bakurê Kurdistanê têkoşîn û berxwedaneke mezin heye. Ev berxwedan bi pêşengiya HPG û YJA Starê dewam dike.

Çalakiyên gerîlayên azadiyê yên demên dawî, derbên giran li artêşa Tirk xistin. Pêwîste ev berxwedana li Bakurê Kurdistanê, derbên giran ên li dewleta Tirk tên xistin û tabloya li Tirkiyeyê rast werin nirxandin.

Em di meha Tebaxê de ne. Ev meh salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê ye ku tê wateya têkoşîna ji bo hebûnê û berxwedana neteweyî. Bi hewldan û keda bêhempa ya fermandarê efsanewî Egîd û komek ji hevalên wî, her wiha bi fedakariyeke gelekî mezin a wan, ev dîrok hatiye afirandin. Ev pêngava dîrokî ya sala 1984'an, ku tovên azadiyê ji bo gelê Kurdistanê û hemû gelên herêmê hatin reşandin, gelekî girîng e û xwedî wateyeke kûr e.

Bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 15'ê Tebaxê "Pêngava biryardarî û baweriyê ye". Ev çalakî di demeke welê de hate kirin, ku civaka Kurdistanê bi xiyaneta navxweyî hatibû parçekirin, bi hemû rêbazên zalimane hatibû tepisandin, hebûna wê nedihat qebûlkirin û her kesî serê xwe li ber hêzên serdest tewandibû, ku hêviya xwe ji jiyanê birrî bûn. Gerîla û şervanên azadiyê, ku şopdarên fermandar Egîd in, îro ev çalakî dewr girtine.

Dema mirov li asta pêşketinê ya têkoşîna azadiyê binerin, dibînin ku destketiyên dîrokî yên di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê de hatine bidestxistin, nîşaneya berbiçav a bandora vî ruhê pêngavê ye. Çalakiya ku fermandarê efsanewî Egîd jê re fermandarî kir, bi serketineke mezin qediya, fîşeka destpêkê ku bû qîrîna azadiyê ya Kurdistanê teqiya, hêdî hêdî wêrekî kete şûna tirsê û piştî vê pêngava dîrokî êdî têkoşîneke tûj a xetên li erdnîgariya Kurdistanê dest pê kir. Di vê têkoşînê de bêguman xeta berxwedan, azadî û demokrasiyê bi ser ket, ku di şexsê gelê Kurdistanê de bû malê hemû gelan. Ruh û hişmendiya azadiyê ku reh berdane nava axa Kurdistanê, bûn felsefeya jiyana nû ya Kurdên nû. Gelê Kurdistanê, ku xwe li ser vê xetê bi rêxistin kir û civakî bûn afirand, ya ku dihate gotin 'nepêkane' pêk anî, şopdarên nû afirand û diyarî hemû mirovahiyê kir.

Kurdistan û Rojhilata Navîn dikelin. Di şexsê Erdogan de dewleta Tirk a faşîst û dagirker, êrîşên giran dibe ser şervan û gerîlayên azadiyê, dibe ser gelan. Bêguman ev êrîş ne tenê li Bakurê Kurdistanê tên kirin. Li Rojava, bi taybetî li dijî Kantona Efrînê êrîşên giran tên kirin. Dewleta Tirk sînoran nas nake. Bi tank, top û hawan her roj êrîşî Kantona Efrînê, Şehbayê dike. Komkujiyan li sivîlan dike. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê rojek nîne ku balafirên keşfê nagerin û balafirên şer bombeyan nabarînin.

Bi rêya teknîka xwe dixwaze erdnîgariya Kurdistanê tine bike. Bi bombekirina çiyayên Kurdistanê, zerarê didin daristanan. Qîma xwe bi vê jî nîne. Dewlet û medya Tİrk her roj li Kurdistanê şerekî taybet dimeşîne. Bi rêya nûçeyên şaş û derewîn, dixwaze xwe bi gelên Tirkiyeyê bide qebûlkirin. Lê xuya ye lîstikên wan hêdî hêdî diqedin. Maskeya dewleta Tirk û bloka AKP-MHP'e dikeve. Dewleta Tirk a dagirker xwe bi destê xwe diqedîne.

Li Rojhilata Navîn hêzên derve jî hene ku mîna dewleta Tirk siyaseta qirêj dimeşînin. Hêzên derve ku Rojhilata Navîn veguherandine gola xwînê. Gelê Kurd ji bo van hêzan xetere tê dîtin. Ji ber ku gelê Kurd bi xwe re alternatîfekê tîne. Ne tenê daye dû azadiya xwe, ji bo jiyaneke nû hewl dide û têdikoşe. Ev jiyana nû jî neteweya demokratîk e. Mînaka berbiçav a vê jiyanê, bi Şoreşa Rojava re li Rojavayê Kurdistanê rû daye. Li Rojava, bi felsefe û projeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedan dewam dike. Her wiha bi dewamiya van proje û pêşniyarên Ocalan re, ku ji bo Tirkiyeyeke demokratîk jî destnîşan kiribû, êrîş û komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve tên kirin, zêde dibin.

Ji bo vê jî bi hêzên derve yên bi salane hewl dide tevgera PKK'ê tasfiye bikin, tevdigere û êrîşan dike. Bi salane tecrîdeke giran li Girava Îmraliyê heye, li bajarên Kurdistanê, li ser sînor li pêş çavên tevahiya cîhanê zarokên Kurd tên kuştin, destavêtin û destdirêjî li jinan tê kirin. Hemû erdnîgariya Kurdistanê tê talankirin, bendav, HES û qereqol tên çêkirin. Cihên dîrokî ya di nava avê de tên hiştin, ya jî mîna Sûrê tên hilweşandin, şewitandin. Hêzên alîgirê demokrasiyê, rojnamevan, hilbijartiyên vîna gel tên binçavkirin, girtin. Gelo tiştên AKP-MHP a faşîst û dagirker dike kêmî kiryarên Hîtler e? Bêguman ne kêmî wî ye. Li Kurdistanê qirkirin tê kirin û divê cîhan vê bibîne û rast binirxîne.

Ev qirkirin ji her alî ve dewam dike. Piştî Peymana Lozanê biryar dan ku hem ji aliyê fîzîkî, hem jî ji aliyê çandî ve Kurdan qir bikin. Ev biryar dewam dike û hê jî bi cih tê anîn. Lê belê ew jî baş zanin, ne Kurd ne jî lehengên bê hempa yên heta mirinê di oxira vê dozê de şer dikin, wê nehêlin ev qirkirin bê kirin, bi têkoşîn û berxwedana xwe wê pêşî lê bigirin. Planên AKP-MHP'ê bi cih nayên. Li gorî wan, heta Nîsana 2017'an wê kesî nekarîbûya qala tevgera azadiyê bikira, ji ber ku ji wan hebû wê heta hingî tevgera azadiyê biqedanda. Bi navê 'têkbirinê 'plan kirin û xwestin bixin meriyetê. Xwestin serî bidin tewandin, ji wan hebû ku wê serî bidin tewandin. Di vî warî de gelekî ji xwe razî û bawer bûn. Lê belê ev rewş tenê di nêrîn û gotinê de ma. Tevgera Azadiyê li her cihî belav bûye, ref bi ref tevlîbûna li nava refên gerîla dewam dike. Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî, Tirkmen, enternasyonalîstan berê xwe dane Rojava, dane şoreşa Rojava. Şopdarên fermandarê efsanewî Egîd destûr nedan û berxwedan û têkoşîna xwe derxistin asta herî bilind. Bersiva herî watedar a ji vê mehê re bê dayin jî xuya ye ev e.

Niha li Rojhilata Navîn bi felsefe û pêşniyarên çareseriyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dîrok ji nû ve tê nivîsandin. Federasyona Demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê hatiye ragihandin, Pêngava Reqayê û ragihandina Xweseriya Şengalê, çawa ku çalakiyên şervanên Egîd ên li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk a faşîst û dagirker dihejînin, ev jî zîhniyeta netewe dewlet a li Rojhilata Navîn dihejîne. Ji ber vê yekê wê hêzên ku hesabên erzan li ser Kurdistanê dikin, çawa li bin guhê dîwar ketine. Gelê Kurd, bi neterikandina axa xwe, xurtkirina yekîtiya xwe, tevlîbûna li nava refên gerîla û şoreşa Rojava careke din nîşan daye, ku eger Kurd bi hev re têbikoşe dikare li ber tevahiya cîhanê rabe. Ji ber vê yekê divê her kes bi wezîfeya xwe rabe. Çalakiyên tên lidarxistin têrê nakin, pêwîste ev çalakî bên zêdekirin. Lewma divê her der bibe qada berxwedanê. Ji bo Kurdistaneke azad, divê berxwedana dema xwerêveberiyê dewam bike, têkoşîn qat bi qat zêde bibe û bigihêje asta herî bilind a serhildanê. Di vî warî de erk û wezîfeyeke mezin dikeve ser milê jin û ciwanan.