'Divê girtîgeh bibin navendên tenduristiyê yên li dijî vîrûsa koronayê'

Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz xwest, girtîgeh bên valakirin û bibin navendên xizmeta tenduristiyê yên li dijî şewba vîrûsa koronayê.

Pandemiya vîrûsa koronayê ku li tevahiya cîhanê belav bûye, fikar hene ku li girtîgehan bibe sedema felaketê.

METIRSÎ LI SER 1334 GIRTYÊN NEXWEŞ HEYE

Li 355 girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê 300 hezar girtî û hikumxwar hene. Tevî xebatkarên girtîgehan şewba vîrûsa koronayê gefeke mezin li 450 hezar kesên li girtîgehan dixwe.

Yên ku di kategoriya metirsîdar de ne, girtiyên nexweş in. Li gorî rapora sala 2019'an a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan 1334 girtiyên nexweş hene ku 458 ji wan rewşa wan giran e. Hejmara zarokên ku tevî dayikên xwe li girtîgehan e hta Mijdara 2019'an 780 kes bûn. Parêzvanên mafên mirovan û hiqûqnas dixwazin girtî tavilê bên berdan.

Hevserokê Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Med (MED TUHAD-FED) Mehmet Temîzyuz ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser tevdîrên li girtîgehan divê bên girtin û qanûna înfazê ya wê bê derxistin nirxand.

'DIVÊ TAVILÊ BÊN BERDAN'

Temîzyuz bi bîr xist ku hejmara mirovên li Tirkiyeyê bi vîrûsa koronayê dikevin roj bi roj zêde dibe û yek ji deverên ku gefa herî zêde li ser heye girtîgeh in.

Temîzyuz bi bîr xist, li Tirkiyeyê hejmara girtiyan di ser kapasîteya girtîgehan re ye û destnîşan kir ku vîrûs wê herî zêde bandor li girtiyên nexweş bike. Temîzyuz rexne li hikumetê kir, ku di rewşekê de ku welatên dinyayê hemû li dijî vîrûsê tevdîran digirin, lê li Tirkiyeyê ev rewş bi daxuyaniyan tê nixumandin û got, "Eger îro li derve tevdîr tên girtin, li girtîgehan divê tevdîrên hîn berfireh bên girtin. Li deverên ku ji bo 3 kesan hatine amadekirin 5, 10, 20 kes dimînin. Hem ji aliyê xwarinê hem jî paqijiyê ve rewş nebaş e, divê tavilê girtî bên berdan."

'TEVDÎRÊN HEYÎ WÊ BÊENCAM BIMÎNIN'

Temîzyuz ragihand, tevdîrên li girtîgehan hatine wergirtin wê heta astekê encamê bidin û got, "Qedexekirina hevdîtinên malbatê û parêzeran ji bo tevdîrê dibe ku gaveke rast be, lê belê eger pêşî li vîrûsê neyê girtin dema bê ev tevdîr jî wê têrê neke. Ji ber ku kes nizane personelên heyî yên girtîgehan di kîjan rewşê de ne. Ji xwe gardiyan bi rengê vardiya dixebitin. Her wiha leşker jî bi nobedarî dixebitin. Girtiyên nexweş dema ji bo tedawiya rûtîn dibin nexweşxaneyê, têkiliya xwe bi derve re çêdibe. Dema ku ev hemû bi hev re hate nirxandin, hingî nepêkane ku mirov bêjin, tevdîrên hatine wergirtin wê encameke erênî bide. Her wiha em meraq dikin, eger girtiyek bi vîrûsê bikeve wê tedawiyeke çawa bikin. Tevdîrên dewletan hemûyan ji bo girtîgehan jî derbas dibin, lê belê li Tirkiyeyê rojeveke bi vî rengî nîne."

'DIVÊ GIRTÎGEHAN BIKIN NAVENDÊN TENDURISTIYÊ'

Temîzyuz destnîşan kir, ku divê girtî bên berdan û girtîgeh jî ji bo rewşeke gengaz a belavbûna vîrûsê ji civakê re bibin navendên tenduristiyê yên îzolekirî.

Li ser qanûna înfazê ya ku hikumet dixwaze derxîne jî Temîzyuz got, "Daxwaza me ya bingehîn ew e ku ji bo her kesî derbas bibe. Bi vê qanûnê re divê girtî û hikumxwar hemû bên berdan, beriya ku bi vîrûsê bikevin."