'Divê di navenda çalakiyan de azadiya Rêber Apo hebe'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan: Têkoşîna gelê me ya li dijî biryara ku berdewamiya komployê ye, têkoşîneke di cih de ye. Lê divê di navenda van çalakiyan de azadiya Rêber Apo hebe. Azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya hemû gelan.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di Bernameya Taybet a Stêrk TV'yê de bû mêvanê Rosîda Mardîn. Karayilan di bernameyê de têkildarî rojevê daxuyaniyên girîng dan.

Karayilan bi pîrozkirina salvegera avabûna PKK'ê ya ku nêz dibe dest bi axaftina xwe kir û di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelê Kurdistanê yê fedakar û welatparêz, li dost û hevrêyên xwe avabûna PKK'e pîroz kir.

Karayilan diyar kir ku PKK sala xwe ya 40'emîn tijî dike û dikeve sala 41'emîn. Karayilan got, "40 salên ku bi PKK'ê re derbas bûne, dîrokeke destan û qehremantiyê ye. Li hemberî siyaseta qirkirinê ya ku hewl dide Kurdan tune bike, têkoşîneke hebûnê ya pîroz e. Vê dîroka têkoşînê ya destanî bi xwîna şehîdan hate avdan. Bi saya têkoşîna şehîdan em hatine vê asta dîrokî. Bi vê wesîleyê di şexsê şehîdê yekemîn ê PKK'ê Hakî Karer de ez hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim û soza me ya ji bo şehîdan dubare dikim."

TU GIRÎNGIYA BIRYARA AMERÎKAYÊ TUNE YE

Karayilan biryara Amerîkayê ya ku ji bo 3 pêşengên Tevgera Kurdan nirxand û got, "Vê biryara Amerîkayê ji bo me tu girîngiya wê tune. Bi tarzekî xweser em xwe dispêrin hêza xwe ya xweser û bi vî awayî bi salan e em li çiyayên Kurdistanê ne. Ji bo me jî tu girîngiya vê biryarê tune. PKK bi 3 kesan tasfiye nabe, qels jî nabe. Heke PKK bi vî awayî tasfiye bibûya, dema ku Amerîkayê Rêber Apo bi komployeke navdewletî teslîmî Tirkiyeyê kir, ew ê PKK tasfiye bibûya. Lê wekî ku tê dîtin, 20 sal ji ser komployê derbas bûye lê PKK li gorî berê gelekî mezin bûye û ji berê xurttir e. PKK îdeolojiyek e, felsefeyek e, giyanek e, bi deh hezaran kadroyên wê hene. Ji ber vê jî divê her kes bizanibe PKK bi 3 kesan qels nabe. Divê ev tişt jî were zanîn. Li Rojhilata Navîn doz û realîteyeke Kurdan heye. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn gelekî qedîm û heqîqeteke civakî ye. Em têkoşîna vê heqîqeta civakî dimeşînin. Me mala kesî wêran nekiriye, me xisar nedaye tu kesî. Li ser axa me, dixwazin me qir bikin. Li hemberî hovîtiya van dagirkeran, em peywira xwe ya mirovahiyê pêk tînin û em ji bicihanîna vê peywira xwe serbilind in."

EV BIRYAR LI DIJÎ GELÊ KURD E

Karayilan diyar kir ku ev biryar doza Kurdan krîmînalîze dike û wiha dewam kir, "Lê doza Kurdan ne kêşeyeke wisa ye. Ev kêşe ji ya 3 kesan û ji ya PKK'ê wêdetir, têkiliya xwe bi hebûna gelekî heye. Ev biryar helwesta li dijî Doza Kurdan e. Hewl tê dayîn bi vî awayî Doza Kurdan veşêrin. Ev biryar tê wateya êrîşa li dijî gelê Kurd û li hemberî têkoşîna gelê Kurd bêhurmetî ye. Tu aliyê wê yê exlaqî û hiqûqî tune. Divê hemû hêzên welatparêz û gelê Kurd li dijî vê biryarê bêdeng nemînin. Ev biryareke neheq e. Ev biryar tê wateya şirîkatiya zilma li ser gelê Kurd."

BERDEWAMIYA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YE

Karayilan bal kişand ser vî tiştî ku 20 sal berê di şexsê Ocalan de li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û tevgera wan komployeke navneteweyî hate kirin û got, "Rêbertiya me hate dîlgirtin û teslîmî Tirkiyeyê hate kirin. Vê biryara Amerîkayê jî berdewamiya siyaseta komployê ye. Dema vê biryarê jî balkêş e. Berxwedana Îmraliyê ya Rêber Apo û hewldana wî ya 20 salan, paradîgmaya ku ava kiriye, têkoşîna gelê me û helwesta biryardar a tevgera me, komplo pûç kir lê neqedand. Îro gelek gel xwedî li paradîgmaya Rêber Apo derdikevin. Sermelese beşeke zêde ya gelê Ereb xwedî li vê paradîgmayê derdikevin. Ev paradîgma li her dera dinyayê tê nîqaşkirin û dibe sedema kelecanên nû. Ev paradîgma li hemberî kêşeyên mezin ê Rojhilata Navîn çareseriyên teqez ava dike. Ji ber vê jî di serdemeke wisa de hewl tê dayîn ku mudaxeleyî vê paradîgmayê were kirin.

'DIXWAZIN PÊŞIYA KAMPANYAYA AZADIYÊ BIGIRIN'

Wekî ku tê zanîn li gelek welatan ji bo azadiya Rêber Apo gelek hewldan û kampanya hene. Li Îngîltereyê gelek sendîka, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar piştgirî dan kampanyaya ji bo azadiya Rêber Apo. Li Îtalyayê gelek kes tevlî kampanyayê bûn. Çawa ku ji bo Nelson Mandela kampanya hate vekirin, ji bo Rêber Apo jî kampanyayeke wisa di rojevê de ye. Di serdemeke wisa de biryara Amerîkayê tê wateya mudaxeleya kampanyaya azadiyê."

EV BIRYAR LI SER DOZA LI EWRÛPAYÊ MUDAXELE YE

Karayilan bal kişand ser vî tiştî ku PKK ji ber ku belasebeb ketibû lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewrûpayê doz hatibû vekirin. Karayilan got , "Ev doz didome û ber bi dawiyê ve diçû. Wisa xuya dike ku, endîşeya wan hebû di vê dozê de PKK ji lîsteya terorê derkeve, ji ber vê jî mudaxeleyî vê pêvajoya dozê hate kirin. Wekî ku tê zanîn demek berê Dadgeha Dîwana Edaletê ya Bilind a Ewrûpayê di doza li ser min û hevrê Dûran Kalkan de gotibû ku 'Belgeyên hene têrî vî tiştî nakin ku PKK têkeve lîsteya terorê û mayîna PKK di lîsteya terorê de neheqî ye'. Dadgehê ji dewletên Ewrûpayê re got ku, 'ev belge têr nakin'. Ev jî tê wateya ku PKK ji lîsteyê derkeve. Aliyên erênî yên vê biryarê hene lê dawiya dawîn dadgehek e ev. Nabêje bila 'PKK ji lîsteyê were derxistin' lê aliyên wê yên erênî hene. Heke ev mudaxele nebûya, dibe ku dadgehê biryareke erênî bida û ew ê PKK ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewrûpayê derketa. Lê di demeke wisa de, Amerîka biryarek stend û mudaxeleyî vê pêvajoyê kir."

YÊN LI HEMBERÎ DAÎŞ'Ê TÊN CEZAKIRIN

Karayilan diyar kir ku hevkarên DAÎŞ'ê tên xelatkirin û yên li dijî DAÎŞ'e jî tên cezakirin û wiha bi mijarê daket, "Li dijî DAÎŞ'ê têkoşînek heye û ev têkoşîn ber bi dawiyê ve diçe. DAÎŞ paytexta wê hate stendin û cihên di destê wê de jê hatin stendin. Hevkarên DAÎŞ'ê îro tên xelatkirin. Kî tê xelatkirin? Tayyip Erdogan. Dinya giş dizane ku Tayyip Erdogan DAÎŞ anî vê astê. Têkiliyên Erdogan ên bi DAÎŞ'ê eşkere bû. Kesên li dijî DAÎŞ'ê têdikoşiyan jî îro tên cezakirin. Ji ber ku gelê Kurd li dijî DAÎŞ'ê têdikoşiya. Heke gelê Kurd û PKK nebûya DAÎŞ'ê ew ê împaratoriya xwe ava bikira. Vê biryara Amerîkayê li ser vî tiştî mudaxeleyek e. Çarçoveya vê biryarê ev e, em wisa fêm dikin."

HEWL TÊ DAYÎN TÊKOŞÎNA GELÊ KURD A LI BAKUR WERE HILWEŞANDIN

Karayilan bal kişand ser vî tiştî ku hewl tê dayîn Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê were tasfiyekirin û got, "Îro Amerîka û kesên ku piştgiriyê didin Amerîkayê hewl didin dora Îranê bigirin. Di vî warî de jî hewl didin sûdê ji Kurdan bigirin. Li ser vî esasî dibêjin ku 'Başûrê Kurdistanê baş e, dostê min e. Rojava baş e dikare bibe dost; Rojhilat mûxtac e, ez dikarim pereyan bidim û ew ê karibe ji bo min bixebite. Li Bakur jî ez dikarim Kurdan ji bo Tirkiyeyê bifiroşim û ez ê karibim Tirkan ji xwe re bikim leşker'. Ji bo gelê Kurd ev tê wateya çi? Heke Bakurê Kurdistanê were tasfiyekirin, parçeyên din ê Kurdistanê nikarin li ber xwe bidin. Ya ku her sê parçeyan bi hev girêdide, Bakurê Kurdistanê ye. Dixwazin ku parçeyên din jî bikin jendirmeyên xwe. Ev tê wateya ku Kurdan dixin şûna ehmeqan. Divê her kes û her alî karibe bibêje ku 'Em ne zarok in ku hûn parçeyekî me bidin Tirkan û ji me re jî bibêjim li hemberî filan aliyan helwesta xwe diyar bikin û bibin leşkerên me'. Li ser vî esasî kêlîkeke dîrokî heye. Ev mesele ji bo neteweya Kurdan gelekî girîng e. Dema ku mesele bibe neteweyî, her kes berjewendiyên xwe yên neteweyî diparêzin. Divê em Kurd jî rengê xwe yê yekîtiya neteweyî nîşan bidin. Divê her kes bizanibe ku em Kurd ne ehmeq in û ne jî zarok in. Em neteweyek in. Heke êrîşek li ser parçeyekî neteweya me were kirin, tê wateya ku ev êrîş li me hatiye kirin. Çawa ku dema DAÎŞ'ê êrîşî Kerkûkê kir, em PKK me diyar kir ku ev êrîş li me hatiye kirin. Me bi zelalî got ku, êrîşa li dijî Kobanê li dijî me hatiye kirin. Divê rêxistin û parçeyên din jî bibînin ku ev êrîş li dijî wan tê kirin. Dixwazin Bakur bixeniqînin, bidin Erdogan û Erdogan jî li hemberî Îranê bikin leşkerên xwe. Ev biryar tê wateya vî tiştî. Gelo ew ê siyaseta Kurdan xwe wekî neteweyekê bide nîşandan an jî wekî eşîr û komikan tenê li berjewendiya xwe bifikire? Heke wisa bibe, Kurd ew ê bi ser nekevin. Piştî evqas şerî li herêmê dîzayneke nû derdikeve holê. Armanca Tirkiyeyê ev e, 'Divê Kurd li Bakur û Rojava nebin xwedî statu. Li Başûr statuyek heye, di demên pêş de em ê ji holê rakin'. Stratejiya Tirkiyeyê ev e. Amerîka jî ji Tirkiyeyê re dibêje ku 'Temam ez ê wekî te bikim. Tu niha Rojava û Başûr qebûl bike, em bi hev re bixebitin'. Lê Tirkiye dixwaze ne bi tenê PKK, gelê Kurd tasfiye bibe. Îro li Rojava YPG û PYD tunebe û ji dêvila wê rêxistineke din a Kurdan hebe, ew ê Tirkiye li dijî wê rêxistinê be jî. Ji ber ku Tirkiye, Kurdbûneke kole dixwaze. Tirkiye Kurdên stûxwar dixwaze."

DIJMINATIYA LI HEMBERÎ KURDAN ZAAFA TIRKIYEYÊ YE

Karayilan bal kişand ser dijminatiya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan û got, "Ev dijmatî zaafa Tirkiyeyê ye. Amerîka û Rûsya sûdê ji vê zaafa Tirkiyeyê werdigirin. Mesela Rûsyayê Tirkiye kişand ba xwe û rê li ber dagirkirina Efrînê vekir. Îro Tirkiye êrîşî Kobanê dike, li piştî vê jî Rûsya heye. Bi vî awayî dixwazin Tirkiyeyê bikin jendirmeyê xwe. Ji xwe li ser Tirkiyeyê gelek berjewendiyên xwe yên ekonomîk pêk anîn. Amerîka jî îro heman tiştî dike. Amerîka ji Tirkiyeyê re dibêje ku, 'Rûsya derfetan dide te va ye ez jî li dijî Kurdan im û ez xelatê didim girtina wan. Ji Rûsyayê zêdetir ez li dijî Kurdan û PKK'ê me'. Bêguman li vê derê exlaq û wijdan tune. Gelo ev bêexlaqî û bêwijdanî ew ê heta ku derê bidome? Tirkiye hewl dide bi dijminatiya li hemberî Kurdan encamekê bistîne, lê ev tişt ne mumkun e.Tirkiye bi şovenîzmê hewl dide hilbijartinên li pêş me bi ser bikeve. Dewleta AKP'ê bi hesabên biçûk dixwaze li ser xwîna Kurdan dengan bistîne. Li vê derê divê helwesta neteweyî ya Kurdan, siyaset, têkoşîn û dîplomasiya Kurdan a hevpar hebe."

PKK XELET NEBÛ

Karayilan bal kişand ser vî tiştî ku li hemberî van dek û dolaban PKK xelet derneketiye û wiha dewam kir, "Ji ber ku em hemû pergalan baş nas dikin. Di pêvajoya 35 salan de, tenê Tirkiyeyê li hemberî me şer nekir, bi piştgiriya NATO'yê şer kirin. Dihat gotin ku, Kurdan li hemberî DAÎŞ'ê şer kirin, heqîqeya xwe îspat kirin û ji ber vê jî ew ê piştgirî ji siyaseta Tirkiyeyê re neyê dayîn. Lê vê biryara Amerîkayê hemû bendewarî hilweşand. Derket holê ku ew li hegemonyaya xwe dinihêrin, bala wan li ser berjewendiya wan e. Heke îro terora DAÎŞ'ê hebûya, ew ê wisa nekirine. Îro kesên ku DAÎŞ derxistine holê tên xelatkirin, ên li dijî DAÎŞ'ê têkoşiyane jî tên cezakirin. Vê nêzikbûna Amerîkayê Kurdan berê jî dîtiye. Kurdan hê 1974 û 1975'an ji bîr nekirine. Me dît ku di 16'ê Cotmeha 2017'an de li Kerkûkê çi hate kirin. Niha jî em heman tiştî dibînin. Ev bêrûmetî ye. Divê mirov tiştekî zêde ji van hêzan nexwaze. Em PKK di vî warî de em xelet derneketin. Em dizanin ku kî dikare çi bike û çi neke. Ji bo me tiştek ne surprîz e. Gelek hêzan bawer dikirin ku ev hêz ew ê dijminatiya li hemberî Kurdan nekin. Lê derket holê ku ne wisa ye."

PKK YEKPARÇE YE

Karayilan diyar kir ku PKK tu şaxên wê tune û got, "PKK yekparçe ye. Bername, taktîk, armanca wê diyar e. Rêber Apo xwedî paradîgma û felsefeyekê ye. Felsefeya Rêber Apo ji çarçoveya bernameya PKK'ê berfirehtir e. Li her dera cîhanê li ser felsefeya Rêber Apo rêxistin dikarin ava bibin. Lê nayê vê wateyê ku, her partî û rêxistin şaxeke PKK'ê ne. Niha beşeke zêde ya gelê Ereb, Rêber Apo wekî rêberê xwe dibînin. Ma ew jî şaxeke PKK'ê ne? Heke îro li Amerîkaya Latîn li ser paradîgmaya Rêber Apo rêxistin çêbibin, ma ew ê jî bi navê PKK'ê werin hesibandin? Felsefeya Rêber Apo gerdûnî ye. Li ser vî esasî tespîta rayedarê Amerîkayê ya ku dibêje 'PYD şaxeke PKK'ê ye' şaş e. Ev îddîa ya Tirkiyeyê ye. Ew naxwazin bandora têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo bibînin. Felsefeya Rêber Apo ji ya PKK'ê berfirehtir e. Rêber Apo ne bi tenê Rêbertiya PKK'ê ye. Li Kurdistanê dikar bibe Rêbertiya gelek rêxistinan."

HER KES DIZANE KU AKP BI DAÎŞ'Ê RE YE

Karayilan li ser gotinên Jefrry dibêje ku "Heke beşdariya Tirkiyeyê nebûya, li Bakurê Sûriyeyê me yê nikaribûya tiştek bikira" wiha axivî, "Divê rêzdar Jeffry li belgeyên Pentagonê yên salên 2014-2015'an binihêre. Li wê derê endamên Pentagonê û generalên rayedar diyar dikin ku dewleta Tirk û DAÎŞ'ê bi hev re dixebitin. Rayedarên Amerîkayê demekê gotibûn, 'Heta ku em têkiliya di navbera Tirkiye û DAÎŞ'ê qut nekin, ew ê DAÎŞ têk neçe'. Ev jî tê vê wateyê ku, Tirkiye alîkarî dida DAÎŞ'ê. Dema ku li Tel Ebyadê hêzên koalîsyonê û YPG'ê bi hev re dest bi operasyona li dijî DAÎŞ'ê kirin, armanc ev bû ku têkiliya di navbera Reqa û Enqereyê qut bikin. Ji ber ku çeteyên DAÎŞ'ê ji Stenbol û Enqereyê yekser diçûn Reqayê. Ev tişt her kes pê dizane. Rûsya jî dizane. Rûsyayê dizanibû ku Tirkiye li herêma DAÎŞ'ê petrolê derdixe û difiroşe. Amerîkayê jî ev tişt didît ji ber vê jî ne bi Tirkiyeyê, tevî YPG'ê dest bi operasyonê kirin."

HEMÛ ÇETE LI TIRKIYEYÊ NE!

Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk dema li dijî Cerablûs û Babê operasyonê pêk anî, çeteyên DAÎŞ'ê derbasî Tirkiyeyê bûne û got, "Ev çete hemû di bin kontrola Tirkiye û Erdogan de ne. Xwe perwerde dikin û li hin cihan tevlî şer dibin. Li Efrînê jî şer kirin. Her kes bi vî tiştî dizane. Meseleya din jî 30.00 çeteyên El Nûsra li Îdlîbê bûn. Ma niha ne zelal e ku, ev çete di bin kontrola Erdogan de ne û li gorî wî tevdigerin. Erdogan ferman da û got, 'Şer nekin, 15 kîlometre xwe vekişînin'. Li ser vî esasî çeteyan jî bi Rûsyayê re peyman çêkirin. Hemû dinyayê ev dîtin û bûn şahidên vî tiştî. Niha jî herî zêde Tirkiye piştgiriyê dide çeteyan. Dema ku DAÎŞ'ê êrîşî Şengal û Başûr kir, me canê xwe da û me li dijî DAÎŞ'ê şer kir. Wê çaxê hêzên koalîsyona navneteweyî biryara şerê li dijî DAÎŞ'ê nedabûn. Tu hêz li ber DAÎŞ'ê nikaribûn bisekiniya.

GIYANÊ BERXWEDANÊ YÊ PKK'Ê BÛ HÊVÎ

Heke Kobanê biketa, ew ê DAÎŞ'ê împaratoriya xwe ava bikira. YPG û YPJ'ê wê demê berxwedaneke dîrokî dikir lê Kobanê dikira biketa. Ma mudaxele kir û me alîkarî da. Bi vê re berxwedan geştir bû. Piştre koalîsyona navneteweyî biryara piştgiriyê da. Li vê derê rola PKK'ê li ber çavan e. PKK li hemberî mirovayetiyê peywira xwe ya exlaqî bi cih aniye. Berxwedan û helwesta PKK'ê ji bo hemû kesan bû hêviya ku DAÎŞ dikare were têkbirin."

PKK DEMOKRASÎ, AZADÎ Û AŞTIYÊ TEMSÎL DIKE

Karayilan bal kişand ser vî tiştî ku ew li hemberî dewleta dagirker a Tirkiyeyê li ber xwe didin û got, "Îro li Rojhilata Navîn em aştî, diyalog û azadiyê temsîl dikin. Ya ku şer û şîddetê dike jî mêtingeriya Tirkiyeyê ye. Em biratiya gelan dixwazin. Em dixwazin gel bibin yek. Lê ya ku dîktatoriyê dike, dewleta Tirk a dagirker e. Em dixwazin doza Kurdan bi rêya diyalogê were çareserkirin. Rêber Apo 25 sal in dixwaze vî tiştî bike. Lê dewleta Tirk Kurdan qebûl nake. Di vî warî de para Amerîkayê jî heye. Amerîka bi siyaset û polîtîkaya xwe xizmeta siyaseta Tirkan dike. Bi kurtasî ez dikarim bibêjim ku li ser axa xwe, em ê xwe biparêzin. Êrîş ji ku derê tên bila bên, em ê xwe biparêzin û têbikoşin. PKK 45 sal in bi vî awayî têdikoşe. Me tu carî pişta xwe neda hêzeke din. Me pişta xwe spart gelê xwe û hêza xwe. Em ne li ser xeta tu kesî ne, ji ber vê jî me dikin hedef. Em Kurdên azad û bi îrade temsîl dikin. Em ê rûmeta xwe û ya gelê xwe bi serbilindî biparêzin û em ê di doza azadiyê ya Kurdistanê de bi ser bikevin. Divê gelê me bizanibe, ji her demê zêdetir em biryardar in. Doza me, dozeke mafdar e. Em hêza xwe ji îdeolojî û felsefeya Rêber Apo, ji gelê xwe û ji hêza xwe ya xweser distînin."

EM ÇALAKIYÊN GELÊ XWE SILAV DIKIN

Karayilan diyar kir ku ew çalakiyên gelê Kurd silav dikin û got, "Em di salvegera avabûna partiya me PKK'ê de ne. Bawer im ew ê pîrozbahiyên avabûna PKK'ê bi coş pêk werin û ew ê çalakiyên gelê me berfirehtir bibe. Em bang li her kesî dikin ku di sala 41'emîn a avabûna PKK'ê de, em têkoşînê geştir bikin. Divê gelê me bizanibe ku derfetên me yên serketinê zêdetir in. Em baweriya xwe bi xwe, bi Rêbertiya xwe, bi gelê xwe û bi doza xwe ya mafdar tînin. Em ê li ser vê xetê têkoşîna xwe geştir bikin û em ê bi ser bikevin."

DIVÊ DI NAVENDA ÇALAKIYÊN ME DE AZADIYA RÊBER APO HEBE

Karayilan di dûmahîka axaftina xwe de got ku divê di navenda çalakiyan de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebe û got, "Azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya herêmê û gelan. Ji ber vê jî azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya gelê Kurd û hemû gelan. Divê ji bo azadiya Rêber Apo zêdetir têkoşîn were kirin û çalakî geştir bibin. Têkoşîna gelê me, vî tiştî derdixe holê. Em gel in, em ne teror in. Em heqîqeteke civakî ne. Em dikevin pêvajoyeke nû û di vê pêvajoyê de derfetên me yên serketinê zêdetir e. Di warê siyasî, dîplomasî, civakî û leşkerî de derfetên me zêde hene. Em dixwazin sala avabûna 41'emîn a PKK'ê bikin sala destketiyan. Li ser vî esasî ez ji hemû gelê me û ji hemû welatparêzan re di vê sala nû ya PKK'ê de serketinê dixwazim."