Bayik: Divê çalakiyên ji bo xwedîderketina li Rêbertî bên xurtkirin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku divê feraset û çalakiyên heyî yên ji bo xwedîderketina li Rêbertî bên guhertin.

Bayik got, "Nêzî 19 sal in Rêber Apo dîl girtî ye. Dîlgirtina 19 salan a Rêberekî ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dimeşîne, bêguman rewşeke cidî ye. Ev yek, nêzîkatiya mêtingeriya qirker a li gelê Kurd e. Pêwîste têkiliya navbera pêkanînên li ser Rêber Apo û polîtîkayên qirkirina gelê kurd bê dîtin. Heta ku ev têkilî û girêdan neyê dîtin, ne bi awayekî rast xwedî li Rêbertî dikare bê derketin, ne jî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dikare rast bê meşandin. Rêber Apo dibêje, 'Têkoşîna tenê ji bo derketina min, watedar nîne; eger têkoşîna ji bo azadiya min tê dayin bi têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd tê dayin re girêdayî be, hingî watedar e. Naxwe her nêzîkatiya ku pêwendiya xwe bi azadiya gelê Kurd re nîne, ji bo azadiya gelê Kurd tênakoşe, nêzîkatiya şaş e. Yên ku di bin zincîra koledariyê de ne, gelê Kurd e, mirovên me yên li derve ne. Ez azad im'. Bi vî rengî rastî raxistiye pêş çavan.

TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA KURDAN E

Ji ber vê yekê, xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd, ji aliyê cewherî ve têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd e. Xwedîderketina li têkoşîna azadiya gelê Kurd e. Dema bi vî rengî were nirxandin, wê nêzîkatiyeke rast be û bi rengekî rast xwedî li Rêber Apo hatibe derketin.

Rewşa Rêber Apo, rewşa mafê mirovan a kesekî li zindanê nîne. Nabe ku weke şexsekî mirov li Rêber Apo binerin. Nabe ku mirov bi çavê pirsgirêka mafên mirovekî li pirsgirêka azadî, ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo binerin. Eger bi vî rengî lê binerin, hingî ev ê şaş be. Beriya her tiştî ev nêzîkatî wê bêhurmetiya li Rêber Apo be. Wê were wateya nedîtina têkiliya navbera azadiya gelê Kurd û azadiya Rêber Apo. Eger çalakiyên xwedîderketina li Rêber Apo tenê weke çalakiyên xwedîderketina li şexsekî li zindanê, ya jî rewşa li zindanê ya Rêber Apo weke pirsgirêk mafê mirovekî li zindanê were dîtin û weke xwedîderketina li girtiyekî siyasî bê temaşekirin, ev ê were wateya fêhmnekirina Rêbertî, fêhmnekirina xwedîderketina li Rêbertî û fêhmnekirina rastiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd.

Nêzîkatiya xwedîderketina li Rêbertî ya ku rê li ber têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd venake, ya ku pêwendiya xwe bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re nîne, nêzîkatiya şaş e. Ji ber vê yekê şaş e ku mirov tenê weke çalakiyeke pasîf, weke çalakiyeke ji bo mafên mirovan li çalakiyên xwedîderketina li Rêber Apo binerin. Ev yek wê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd qels bike û rê li ber xwedîderketineke xurt a li Rêbertî jî veneke. Bêguman ji bo xwedîderketina li Rêbertî dikare gelek çalakî bên kirin. Lê belê gelê Kurd, jin û ciwan, her kesên azadiya Rêbertî dixwazin divê beriya her tiştî serî li çalakiyên ji bo xurtkirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bidin, çalakiyên bi vî rengî li dar bixin.

Eger xwedîderketina li azadiya Rêber Apo bi azadiya gelê Kurd ve girêdayî be, wê çaxê divê xeta çalakiyê, cureyên çalakiyan û asta çalakiyê ya ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd xurt dike, bê afirandin. Feraseteke şaş e ku bi navê xwedîderketina li Rêbertî tenê çalakiyên pasîf werin kirin. Ev yek wê rê li ber berevajîkirina feraseta xwedîderketina li Rêbertî veke, wê bibe sedem ku têkoşîn azadiyê ya gelê Kurd qels bibe. Ev yek wê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd daxîne asta pirsgirêka mafê mirovan. Ev yek ne ji aliyê Rêbertî ve wê were qebûlkirin, ne jî ji aliyê tevgera me ya azadiyê ve.

DIVÊ ÇALAKÎ XURTIR BIN

Pêwîste jin û ciwanên Kurd, temamiya ciavkê mijara xwedîderketina li Rêber Apo rast fêhm bikin. Di vê çarçoveyê de li dijî faşîzma AKP-MHP'ê, ku polîtîkaya qirkirinê li ser gelê Kurd dimeşîne, divê çalakiyên hê xurtir bên lidarxistin. Heta ku xwedîderketineke bi vî rengî û xeteke çalakiyê ya di vê astê de neyê nîşandan, di vê mijarê de bi berpirsyarî ranebin, çalakiyên ji bo xurtkirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd neyên lidarxistin û tenê çalakiyên pasîf bên kirin, wê xwedî li Rêbertî neyê derketin. Dema ku em vê dibêjin, em nabêjin bila çalakiyên heyî neyên kirin. Ji bo azadiya Rêber Apo gelek cureyên çalakiyan dikarin werin lidarxistin. Ev jî aliyekî têkoşînê ye. Lê belê eger xeta xwedîderketina li Rêbertî, nêzîkatiya xwedîderketina li Rêbertî tenê bi van çalakiyên nerm bê dîtin, hingî ev ê xeta têkoşînê ji rê derxîne. Ev yek wê bibe nêzîkatiyeke ku bi rastî jî têkoşîna azadiyê qels dike.

Xwedîderketina li Rêbertî, daxwaza azadî, ewlekarî û tenduristiya Rêbertî, têkoşîna di vî warî de bi çalakiyên li dijî faşîzmê yên ku têkoşîna azadiyê xurt dikin û faşîzmê qels dikin, pêkane. Her kesên dibêje, 'Ez dilsozê Rêbertî me, ez xwedî li Rêbertî derdikevim' divê vê rastiyê bi taybetî zanibe. Heta ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd neyê xurtkirin, bi vê yekê re hêzên faşîst neyên qelskirin û hêzên qirker neyên têkbirin, pirsgirêka tenduristî, ewlekarî û azadiyê ya Rêber Apo çareser nabe.

Ev nebe, azadiya Rêbertî li aliyekî, tenduristî û ewlekariya wî jî nikare bê misogerkirin. Ji ber vê yekê divê feraseta heyî ya xwedîderketina li Rêbertî were guhertin. Pêwîste feraseta heta niha ya xwedîderketina li Rêbertî di ber çavan re bê derbaskirin. Eger di çarçoveya çalakiyên heta niha hatine kirin de bê gotin ku 'em xwedî li Rêbertî derdikevin' ev yek wê nêzîkatî û nirxandineke şaş be. Ji ber ku xwedîderketina li Rêbertî, mijareke ku paralelî xurtirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Çalakiyên tên lidarxistin dikarin weke parçeyekî biçûk ê xwedîderkertina li Rêbertî werin dîtin. Weke yek ji rêbazên xwedîderketina li Rêbertî were dîtin. Lê belê şêweyê herî qels ê xwedîderketina li Rêbertî ye. Îfadeya herî qels a xwedîderketina li Rêbertî ye. Yên dibêjin 'ez dilsozê Rêbertî me', yên azadiya Rêbertî weke azadiya gelê Kurd dibînin, nabe ku bi çalakiyên wiha pêşî li xwe bigirin. Ya jî nabe ku van çalakiyan weke xwedîderketina li Rêbertî bibînin. Ji ber vê yekê, ji bo çalakiyên tên lidarxistin watedar bin, ji bo weke çalakiyên xwedîderketina li Rêbertî werin dîtin, pêwîste çalakiyên ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd xurt dikin û faşîzmê qels dikin bên lidarxistin.

Divê çalakiyên heyî û çalakiyên ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd xurt dikin û faşîzmê qels dikin, di nava hevgirtinekê de bên lidarxistin. Eger çalakiyên ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd xurt dikin û faşîzmê qels dikin bên kirin, di vê çarçoveyê de çalakiyên berfireh werin lidarxistin, hingî çalakiyên pasîf ên ji bo azadî, ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo tên lidarxistin, radîkal nebin jî bi çalakiyên cihêreng dikarin watedar bin; weke çalakiyên xwedîderketina li Rêbertî dikarin bên dîtin. Lê belê eger çalakiyên ku faşîzmê qels dikin nayên lidarxistin, çalakiyên ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi pêş ve dibin nayên kirin, wê demê nabe ku kes bêje 'ez çalakiyan dikim, em çalakiyan dikin, em xwedî li Rêbertî derdikevin'.

Beriya niha bi demeke kin, li 5 parzemînan kampanyayeke nû ya ji bo Ocalan dest pê kir. Em kampanya nû ya ji bo azadî, ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo hatiye destpêkirin watedar dibînin. Girîng e ku mijarên tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêber Apo timî di rojevê de bên hiştin. Mêtingeriya qirker dixwaze Rêber Apo li zindanê bide jibîrkirin. Dixwaze Rêber Apo daxîne asta girtî, hikumxwarekî ji rêzê. Ji ber vê yekê, çalakiyên bi vî rengî ji bo ku pirsgirêkên tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêber Apo timî di rojevê de bin û xwedîderketina li Rêber Apo li tevahiya cîhanê, gelekî girîng in. Lewma çalakiyên bi vî şêweyî divê timî werin lidarxistin. Bi taybetî divê em karibin polîtîkaya zext û tecrîdê ya li ser Rêber Apo, li nava raya giştî ya cîhanê teşhîr bikin. Pêwîste bê destnîşan kirin, ku azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd bi hev ve girêdayî ne, tecrîd û zexta li ser Rêber Apo çiqasî giran be, qirkirina li ser Kurdan jî ewqasî giran e, lewma xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li azadiya gelê Kurd e, azadiya Rêber Apo û ya gelê Kurd di zikhev de ne, heta ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd neyê xurtkirin, wê xwedî li Rêber Apo jî neyê derketin. Ne tenê li nava Kurdan, divê li gelemperiya cîhanê hişmendî û têgihiştineke wiha bê afirandin.

Bi navê xwedîderketina li Rêbertî eger tenê çalakiyên bi vî şêweyî werin lidarxistin, eger feraset, zîhniyet û pratîka xwedîderketina li Rêber Apo bi çalakiyên bi bandor dernekeve pêş, eger têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd neyê xurtkirin, wê demê kes nikare bêje 'ez xwedî li Rêberê Gelê Kurd derdikevim'. Di rewşeke bi vî rengî de çalakiyên tên lidarxistin jî wê zêde watedar nebin. Bêguman çalakiyên wiha divê li her devera cîhanê werin kirin. Cureyên gelekî dewlemend ên çalakiyan dikarin werin ceribandin. Em van silav dikin, destekê didin, watedar dibînin, lê belê divê gelê me, jin, ciwan û dostên me zanibin; xwedîderketina li Rêber Apo, hiştina pirsgirêkên tenduristî, ewlekarî û azadiyê di rojevê de, bi xurtkirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û qelskirina faşîzma AKP-MHP'ê dibe. Eger feraseta xwedîderketina li Rêber Apo wiha bê fêhmkirin, ji çalakiyên nerm heta çalakiyên herî tund bi rengekî hevgirtî were dîtin, eger yên dixwazin xwedî li Rêber Apo derkevin bi rengekî aktîf tevlî çalakiyên ji bo xurtkirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bibin, ji bo azadiya gelê Kurd çalakiyên xurt bên lidarxistin û di vî warî de berpirsyarî were nîşandan, hingî mirovê karibe bêje ku feraseteke rast a xwedîderketina li Rêbertî derketiye holê."