'Divê bi rengekî xurt em li Şaredariya Qersê xwedî derkevin'

Şandeya HDP'ê serdana Şaredariya Qersê kir û got,''Desthilat çavê wê lê bar nebû ku piştevaniya gel hate kirin. Wan maske jî nedan. Dema wê ye ku em li şaredariyê xwedî derkevin.''

Şandeya HDP'ê serdana şaredariya Qersê kir ku van demên dawî êrîşeke sîstematîk li ser tê kirin û tê armanckirin ku qeyûmê bînin ser. Şandeyê serdana Hevşaredaran Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca kir. Li ser navê şandeyê Alîkara Hevserokê HDP'ê, Berpirsa Komîsyona Gelan û Baweriyan Tulay Hatîmogullari axivî.

Hatîmogullari got Şaredariya Qersê bi meclîseke wiha ya şaredariyê dixebibe ku dikare ji Tirkiyê re bibe modêl û diyar kir ev meclîs bi temamî ji bo gelê Qersê, ji bo ku bajêr ji nû ve ava bike dixebite û ji ber vê jî AKP û MHP çavnebariyê lê dikin.

Hatîmogullari her wiha got Kampanyaya Xwîşk û Biratiyê dikine hedef, di van rojan de ku hewceyî bi piştevanî û hevkarbûnê heye dixwazin rêveberiyên xwecih bêkêr bikin, çavê wan lê bar anbe ku rêveberiyên xwecih piştevanê gel be û li dijî pandemiyê têbikoşe.

Hatîmogullari her wiha got Şaredariya Qersê ji bo ku rê ji berjewendiya çeteyan re venake bûye hedef, ji bo ku bi rengekî paqij dixebite êrîşe tîni ser û bang li gelên Qersê kir ku li dijî êrîşa li Şaredariya xwe û hevserokên xwe xwedî derkevin.