Dîsa êrîşî gora gerîlayê HPG’ê Alinbay hate kirin

Li navçeya Pîran a Amedê ev bû cara 3’yan êrîşî gora gerîlayê HPG’ê Mahmût Alinbay ê berê 3 mehan hatibû veşartin hate kirin.

Li navçeya Pîran a Amedê ev bû cara 3’yan êrîşî gora gerîlayê HPG’ê Mahmût Alinbay (Adnan Pîro) ê 23’ê Hezîranê li Dersimê di şerekî de şehîd bûbû  berê 3 mehan hatibû veşartin hate kirin. Her cara ku gor tê şikandin ji aliyê malbatê ve tê çêkirin, vê carê jî îşareta ‘X’ li ser hatibû danîn.

Li gorî îdîaya şahidê bûyerê di rojên dawî de wesayîtên zirxî yên polîsan ketine goristanê. Malbata Alinbay diyar kirin ku şopên lingan dîtine û wê gora ku kevirên wê hatine belavkiri ji nû ve çêkirin.

Malbat têkildarî êrîşê wê gilî bike.