'Dîrokê tu carî yên ku zilm li gel kirine efû nekiriye'

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser goristanên gerîla da û got, "Dîrokê tu carî yên ku zilmê li gel kirine efû nekiriye. Axîna dayikên ku li ber hestiyên zarokên xwe nobedê digirin wê di stuyê AKP-MHP'ê de be."

Hêzên dewleta Tirk dema dawî li navçeya Gever a Colemêrg û gelek deverên din êriş birin ser goristan û cenazeyên gerîlayên HPG'ê ku ev yek di nava raya giştî de bû sedema nerazîbûnan. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven têkildarî êrişên li cenazeyan û armanca dewleta Tirk a ji van êrişan ji ANF'ê re axivî.

Guven bi gotina "Eger hûn dixwazin welatekî nas bikin li şêweyê mirina mirovên wî welatî binere" ya Albert Camûs dest bi axaftina xwe kir û got, "Bi dîtina min ev gotin hinekî kêm maye. Lİ gel vê yekê divê mirov lê binerin ku mirovên li wî welatî bi çi rengî tên veşartin. Niha li Kurdistanê polîtîkayeke hovane li dijî goristanan tê meşandin. Veşartina miriyan û girtina şînê ne tenê rewşeke hiqûqî ye, di heman demê de exlaqî ye û wijdanî ye."

'DAYIKAN BERÊ JÎ EV KONSEPT TÊK BIRIBÛN'

Guven bi bîr xist ku rojên dawî li Mûş, Wan, Farqîn, Çewlik bi taybetî jî li Colemêrgê 7 caran goristan hatin xerakirin û got, "Ev kiryarên tên kirin gotina 'Gelo em li salên 90'î vedigerin' dixe bîra Kurdan. Ji ber ku ev rêbaz wê demê hatibû ceribandin û di serî de dayikên Kurdan bi sekna xwe ya serhildêr û wêrek ev konsept pûç kiribûn. Dema ku cenazeyê Agît Îpek bi kargoyê hat, li gel ku rewşeke gelekî giran bû dayika wî bi serbilindî got 'Bila serê gelê me sax be'. Li cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk, Dayika Taybet, Ekîn Wan, Cemîle Çagirga û li gelek cenazeyên din bi heman rengî êşkence hate kirin û xwestin peyamê bidin gelê Kurd. Lê belê gelê me li gel van kiryaran ji têkoşîna xwe tu carî venegeriya."

EV REWŞ HÊRSÊ MEZINTIR DIKE

Guven diyar kir ku dewamkirina tundiyê piştî mirinê cihê êşê ye û got, "Ya rast hebûn an jî tunebûna gora mirovekî miriye encamê naguherîne, lê belê astengkirina girtina şînê ya civakê dibe sedema travmayekê. Ya ku dewlet dixwaze bike jî ev e. Lê belê tişta ku hesabê wê nekirine ew e ku ev rewş di nava civakê de bi demê re vediguhere hêrsê û hêrsê mezin dike. Bi qasî ku van rojan di çapemeniyê de hate weşandin çalên mirinê yên çeteyên DAÎŞ'ê eşkere bûn.

Ev çeteyên ku dijminê mirovahiyê ne, bi taybetî dijminê jinan e bi êşkenceya li cenazeyan û tunekirina goristanan tên naskirin. Ji bo vê zîhniyetê negirîng e ku meha Remezanê ye yan na, ji ber ku ji aliyê ol ve jî ew sûc dikin. Halbûkî li gorî ola Îslamê her tiştên mirovan nirxeke. Tê gotin ku her kes ji malbateke Xwedê ne. Lê belê ji ber ku konsepta wan li ser tunekirinê ye, li gorî ola jê bawer dikin jî tevnagerin."

'DAYIK TÊKOŞÎNEKE DESTANÎ DIMEŞÎNIN'

Guven destnîşan kir, bûyerên diqewimin ji rêzê nînin û got, "Bi taybetî nepêkane ku mirov qebûl bikin. Dayika Hakîfe ya li Çewlikê got, 'Eger pêwîstî pê hebe ez ê ji bo hestiyên keça xwe nobedê bigirim' ku ev gotin nîşaneya berbiçav a vê êşê ye. Bi van kiryaran hewl didin serî li gelekî bitewînin. Dixwazin bêjin, 'Dest ji ziman, nasname û çanda xwe berdin'. Destê xwe dirêjî nirxên pîroz dikin. Dixwazin bêjin, 'Em tehemûlî miriyên we jî saxên we jî nakin'.

Lê belê gelê me bi taybetî jî dayikên Kurd ên leheng bi dehan sal in li dijî vê zîhniyetê bi rengekî destanî têdikoşe. Em vê yekê ji ku zanin? Ji têkoşîna Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Dayikên Roboskî zanin. Lê belê em dixwazin bi gotina Seyîd Riza bersivê bidin yên ku van kiryaran dikin: Eyb e, guneh e, şerm e, zilm e'."

'DIXWAZIN HÊVIYA AŞTIYÊ TUNE BIKIN'

Guven diyar kir ku van polîtîkayên wijdanê gelan birîn kiriye û got, "Dixwazin hêviya aştiyê tune bikin. Lê belê tê gotin, 'Eger zilm li cenazeyan bê kirin hingî zehmet e ku bi mirovên sax re li hev bikin'. Ji ber vê yekê em careke din dibêjin ku bi van polîtîkayan nikarin encamê werbigirin. Birîn çiqasî kûr bibe wê pêçandina wê jî zehmet be."

Guven destnîşan kir ku li şûna çareseriyeke bi rêbazên demokratîk û mayinde, hewldaneke bi vê rêbazê bi kêrî kesî nayê û got, "Yên ku van polîtîkayên zilmê dimeşînin bila zanibin ku dîrokê tu carî yên zilm li gel kirine efû nekiriye. Dayikên ku li ber hestiyên zarokên xwe nobedê digirin axîna wan wê li 7 cîhanan di stuyê AKP-MHP'ê de be."