Dîmenên kampa êsîran a Siyanê ya dewleta Tirk êrîşî wê kir hate kişandin

ANF’ê dîmenê kampa êsîran a li Siyanê ku dewleta Tirk êrîşî wê kir, belav kir.

Em dîmenên yekem a kampa êsîran a li Siyanê ku dewleta Tirk bi bombeyên kîmyewî êrîşî wê kir, diweşînin.

Têkildarî êrîşê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 16’ê Sibatê di daxuyaniya dayî de diyar kiribû ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî êrîş biribû ser kampa êsîran a li devera Siyanê ya Gerê ya Herêmên Parastinê ya Medyayê.

Dîmenên kampa êsîran ku ji ber bêhna çekên kîmyawî û dîsa bandora wê mirov nikare nêz bibe, ji esmana ve hate kişandin.

Kampa êsîran a ku bi bombeyên bihêz hate bombekirin hatiye texrîbkirin, di dîmenan de dixuyê ku li deriyê kampê û dorî wê çalên mezin pêk hatine.