Dîmenên hovîtiyê yên li Wanê!

Bi boneya ku Erdogan wê li Wanê tevlî kongreya bajêr bibe, li Wanê dîmenên mêtîngeriyê hatin dîtin. Polîsên ku gel tehdît dikin, dest bi êrîş û destgîrkirinê kirine.

Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo tevlî kongreya partiya xwe ya roja Yekşemê bibe, diçe Wanê. Beriya Erdogan biçe bajêr, dorpêç û pêkanînên rewşa awarte ji beriya çend rojan ve destpê kiriye. Li bajêr pêkanînên mêtîngeriyê tê kirin. Gel nerazîbûn nîşanî vê helwesta hov ya polîsan dide. Polîs jî li hemberî vê êrîş û gef li gel dike.

‘TU BI DEWLETÊ RE DAXIVÎ, HEDÊ XWE BIZANE!’

Di dîmenên îro ku li ser Rêya Maraş a ku polîsan kesek desgîr kir de derketin holê, karekterê dewleta Tirk a li Kurdistanê dide nîşandan. Li nîva kolanêkesek bi kêfî tê destgîrkirin, xizmên wan li ser vê nerasîbûn nîşan dide. Polîs bi tund bi ser wan de diçe û gefên: “Tu bi dewletê re daxivî, ez dewlet im. Hedê xwe bizane.” dike.

Ev alozî û rageşiya di navbera gel û polîsan de derket, dîmenên wê ji aliyê gel ve hate kişandin.