Dîmenên ANF’ê yên ji berxwedana Amedê…

Berxwedana li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’ê yên Amed, Wan û  Mêrdînê dewam dikin. Berxwedana Amedê îro 9 roj li pey xwe hişt, di berxwedanê de parlementerên HDP’î û nûnerên STK’ê jî cihên xwe girtin.

Her roj saet 11:00’an li ser rêya Lîse ya nêzî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi tevlîbûna parlementer û girseya gel çalakiya rûniştinê tê kirin, di saet 13:00’an de daxuyaniyek hate dayîn.

Her roja diçe girseya xwepêşandanê xurtir dibe. Stranên berxwedan û serhildanê ji qadê kêm nabin. Hema bêje her serê sê kêliyan tilîlî û çepikên dayikan tên bihîstin. Sembola berxwedanê Dayika Aklîme û Denbêj Feleknas bi stran û kilamên dibêjin moral û coşê dide gel. Her wiha rêjeya tevlîbûna ciwana jî zêde dibe. Dema strana ‘Li ber xwe bide Amed’ (Diren ha Diyarbekir diren) ciwan qîr dikin weke rojnamevankê ji bo dîmenên baş bikişînim berê xwe didim wî alî.

Her kesê ku berê xwe didin qadê didin diyarkirin ku heta şaredariyê ji dizan bistînin wê têkoşîna xwe bidomîne. Ev jî bingehê çalakiyên girseyî ji niha ve diyar dike. Ji xwe Rêya Lîse ya bûye yek ji meskenê berxwedana civakî her rojê saet 11:00’an çalakî tê kirin.