Dîmenê çekên li Adilbegê ji ser leşkerên Tirk hatin rakirin
HPG'ê dîmenê çekên ku di çalakiya gerîla ya 16'ê Mijdarê de li herêma Adilbeg a Şemzînanê ji ser leşkerên Tirk hatin rakirin, weşand.
HPG'ê dîmenê çekên ku di çalakiya gerîla ya 16'ê Mijdarê de li herêma Adilbeg a Şemzînanê ji ser leşkerên Tirk hatin rakirin, weşand.
Roja 16'ê Mijdarê, gerîlayên HPG'ê li herêma Adilbeg a navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî leşkerên ku ji girê Koordîne daket herêmê, çalakiyek pêk anîbûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê dabû xuyakirin ku di vê çalakiyê de 9 leşkerên Tirk hatine kuştin ku yek ji wan payebilind e û çekek HK-33 û RPG-7 roketavêj ji ser cenazeyên leşkeran hatine rakirin.