Dîmenê çalakiyeke nû ya gerîla hate weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla weşand ku di 27'ê Tîrmeha 2021'ê de hate lidarxistin û di encamê de wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî hate îmhakirin û 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"27'ê Tîrmehê saet di 11:30'î de li Colemêrgê li dijî konvoya leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker ku ji navçeya Geverê diçû Qereqola Wargenima, hêzên me yên YJA Starê li qada navbera gundên Banê û Yekmal Jêr kontrol kir û bi rêbaza sabotajê çalakî lê dan. Di vê çalakiya serketî de wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Kîrpî hate îmhakirin, herî kêm 6 dagirker hatin cezakirin û 10 dagirker jî birîndar bûn.

Piştî çalakiyê, artêşa Tirk a dagirker rêya navbera Gever, Şemzînan û Yekmala Jêr demeke dirêj li trafîkê girt, windahiyên xwe û enqazê wesayitê ji qadê bir."