Dîmenê çalakiya li dijî qereqola Çemanê hatin weşandin

Gerîla Tv, dîmenên çalakiya gerîlayên HPG’ê ya 1’ê Kanûnê ya li dijî Qereqola Çemanê lidar xistî weşand.

Gerîla Tv, dîmenên çalakiya gerîlayên HPG’ê ya 1’ê Kanûnê ya li dijî Qereqola Çemanê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê lidar xistî weşand.

HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kir:

“Di 1’ê Kanûnê de saet di 13.10’an de hêzên me li dijî qereqola Çemanê ya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de hêzên me li wesayîtên zirxî yên di hewşa qereqolê de, li kozik û stargehan dane û di vê çalakiyê de wesayîta zirxî ya kobra hatiye îmhakirin. Di vê çalakiyê de agir bi wesayîta zirxî, avahiya qereqolê û cebilxaneyê ketiye û cebilxane îmha bûye. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qadê dane û xwestine agir vemirînin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin."