Dîmenê çalakiya li Çelê ku tê de 6 leşker hatin kuştin

Gerîla TV dîmenê çalakiya 6'ê Tîrmehê ya li Çelê weşand, ku di encamê de 6 leşker hatin kuştin.

Di dîmen de ku li malpera gerilatv.com hate weşandin, tê dîtin ku li nuqteya ku heft leşker lê bûn tê xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê beriya niha têkildarî mijarê daxuyaniyek weşandibû û ev agahî dabû:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;

Di çarçoveya pêngavê de yekîneyên KBDH'ê li dijî êrişên dagirkeriyê yên li Heftanînê, di 20'ê Tîrmehê de saet 11:20'î li dijî artêşa TC a dagirker a li Girê Elîşer ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 6 leşker hatin cezakirin û leşkerek jî birîndar bû."