Dîmenê 4 çalakiyên hewayî yên li Girê Zendûrayê hate weşandin

Gerîla TV dîmenê 4 çalakiyên hewayî weşand, ku 6 û 7'ê Gulanê li dijî dagirkerên li ser Girê Zendûra yê li herêma Metînayê hatin lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev agahî parve kiribû:

"Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 6'ê Gulanê saet di 13:00 de li dijî leşkerên dijmin ên li ser Girê Zendûra yê Metînayê 2 çalakiyên hewayî li dar xistin. Herdu çalakî bi rengekî serketî pêk hat.

Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal, 7'ê Gulanê saet di 10:30 û 10:40'î de li dagirkerên li ser Girê Zendûra yê herêma Metînayê xistin. Di van çalakiyan de bi rengekî serketî li dagirkeran hate xistin."