Dîlok: Dewleta Tirk dewleta kontra ye

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok got, "Li Tirkiyeyê dewleteke kontra heye û ya ku niha li ser kar e aqlê dewleta kontra ye."

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok ji ANF'ê re axivî û diyar kir, li Tirkiyeyê li şûna ku aqlê saziyê bi aqlê civakê re bibe yek, aqlê sazî kete destê komeke qirker.

'DEWLET BI AQLÊ KONTRA TÊ BIRÊVEBIRIN'

Dîlok got, "Li Tirkiyeyê ji bo bi aqlê dewletê bifikire û biryarê werbigire, divê ji rewşa dewleta kontra-çete xwe rizgar bike. Li Tirkiyeyê dewleteke kontra heye û ya ku niha li ser kar e aqlê vê dewleta kontra ye. Bi pêkanînên hovane û qirker ên bi berpirsyariya Demîrel, Çîller, Agar û Gureş li Kurdistanê hatin kirin, ev dewleta kontra afirî. Serokkomar jî di nav de nûnerên saziyê di çarçoveya mejiyê vê dewleta kontra tevdigerin. Dewlet bi temamî ji aliyê aqlê kontra ve tê birêvebirin. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê şens da Tirkiyeyê ku xwe ji vî aqlê dewleta kontra rizgar bike. Herî dawî Rêber Ocalan di hevdîtinan de got, 'eger derfet bên afirandin dikarim vê pirsgirêkê di nava hefteyekê de çareser bikim'. Ev yek ji firsendên dîrokî bû. Lê belê aqlê kontra li pêşiya vê yekê bû asteng."

'DEWLETA KONTRA LI SER TINEKIRINA KURDAN AVA BÛYE'

Dilzar Dîlok bal kişand ser nêzîkatiya dewleta kontra li gelê Kurd û got, "Kurdan, civakîtiya Kurdan înkar dike. Hemû saziyên dewletê bi heman mejî û aqlî dixebitin. Dewleta kontra rêxistinbûneke welê ye ku xwe li ser tinekirina Kurdan ava kiriye. Dewletê xwe li ser bingeha tinekirina Kurda bi rêxistin kiriye, lewma ji amûreke zextê jî wêdetir bûye kontra. Ji ber vê yekê pêkanînên xwe hemû li dijî Kurdan bi rengê kontra ye. Bi vî rengî difikire, plan dike û pêk tîne.

Dikuje û diavêje bîrên asîtê, serê mirovan jê dike û wêneyê wê dikişîne, guhê mirovan jê dikin û ji guhên mirovan tizbiyê çêdike, wêneyê vê yekê jî weke bîranîna li leşkeriyê ji xwe re vedişêre, dike ajan, înfaz dike û piştre werîs dixe stu û li nava kolanan li pişt wesayitên zirxî kaş dike, dîmenê vê dikişîne... Ev hemû pêkanînên dewleta kontra ne. Windahiya herî mezin a Tirkiyeyê ew e ku tişta li Kurdan tê kirin asayî dibîne, siyaseta qirkirinê tê meşandin û nifûsa Tirkiyeyê jî bi tirsa 'dikare weke terorîst ragihîne' serî li ber vê siyasetê ditewîne."

'AKP SERKÊŞÊ HERÎ ÇALAK Ê DEWLETA KONTRA YE'

Dîlok destnîşan kir ku AKP serkêşê herî çalak ê dewleta kontra ye û got, "Bi yekbûna bi MHP'ê re hem aqil hem jî bedena dewleta kontra ava kirin. Gelek tişt hene ku dikarin bên kirin. Niha çalakiyên demokratîk tên kirin, nobeda demokrasiyê heye. Beriya her tiştî divê ev yek bê gotin. Faşîzm konsepteke welê ya topyekûn a êrîşê dike ku nobeda demokrasiyê, gotina stranan an jî çalakiya rûniştinê têrker nîne."

'GIRÎNG E ÇALAKÎ LI TEVAHIYA TIRKIYEYÊ BELAV BIBE'

Dîlok anî ziman ku di têkoşîna demokrasiyê de hevsengiyek heye û got, "Ji ber ku pênaseya demokrasiyê li Tirkiyeyê xera bûye divê mirov wê bi wateya xwe ya gerdûnî binirxînin. Sînorên destûra bingehîn a qirker a li Tirkiyeyê jê nayê ku demokrasiyê pênase bike. Divê ev yek neyê jibîrkirin, divê mirov li gorî qanûnên ku dewlet bi xwe jî pêk nîne tevnegerin. Dema ku çalakiyên li dijî desteserkirina mafên mirovan ên li dijî dewleta faşîst li tevahiya Tirkiyeyê belav bû wê hingî demokratîk bibe. Tenê çalakiyên Kurdan ên li Kurdistanê an jî hin serdanên temsîlî têra demokratîkbûnê nakin. Her wiha mûxatabê van êrîşan HDP ye. Ji ber vê yekê divê HDP ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiyeyê jî pêşengiyê ji çalakiyan re bike. Divê HDP hemû endamên xwe, her kesên ku deng dane wan bixe nava çalakiyan."

'ÊRÎŞ HERÎ ZÊDE LI DIJÎ JINÊ TÊ KIRIN, LEWMA HERÎ ZÊDE JIN XWEDÎ LI BERXWEDANÊ DERDIKEVIN'

Dîlok diyar kir ku êrîş herî zêde li dijî jinan tê kirin, herî zêde jin xwedî li berxwedanê derdikevin û got, "Pêngava 'ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan' ji bo pêkanîna berxwedaneke topyekûn gelekî girîng e. Jin ên ciwan divê pêşengiyê ji van çalakiyan re bikin û di nava çalakiyên aktîf de bin."

Dîlok destnîşan kir, dema ku çalakî mezin bûn, girseyî bûn û berxwedaneke topyekûn rû da hingî wê çeka demagojiyê ya di destê faşîstan de bê wergirtin û got, "Pêşengiya Kurdan girîng û watedar e. Lê belê li dijî aqlê dewleta kontra ne tenê Kurd hene. Dema ku faşîzm têk çû wê her kes bi ser bikeve."