Dikandarên Rojhilatê Kurdistanê li dijî hejariyê dirabeyên xwe girtin
Dikandarên Rojhilatê Kurdistanê li dijî pêkanînên hejariyê yên rejîma Îranê, li çar bajaran bi girtina dirabeyên dikanên xwe rejîm protesto kir.
Dikandarên Rojhilatê Kurdistanê li dijî pêkanînên hejariyê yên rejîma Îranê, li çar bajaran bi girtina dirabeyên dikanên xwe rejîm protesto kir.
Dikandar û bazirganên Rojhilatê Kurdistanê ji bo protestokirina politîkayên hejariyê yên rejîma Îranê danê sibê dest bi çalakiyên protestokirinê kirin.
Li Bane, Saqiz, Ciwanro û Merîwanê deriyên dikan û cihên kar hatin girtin. Cihên kar ên li bazarê jî hatin girtin.
Tê payîn ku çalakiyên li van 4 bajaran destpêkirî li Sine, Pîranşar, Serdeşt berbilav bibin.