Dikandarên Hewlêrê ji ber ‘kirêyê’ çalakî kirin

Dikandarên li paytexta Herêma Federal a Kurdistanê Hewlêrê, ji bo daxwaza kêmkirina kirêyê çalakî kirin.

Dikandarên bazara Hewlêrê diyarkirin ku wekî berê nikarin kar bikin, bi kirêdayînê zorê dikêşin û deydar dimînin.

Dikandarên bertek nîşanî bilindbûna bihayê kirêya dikanan dayîn, daketin kolanan.

Dikandarê bi navê Kameran Elî yê ji RojNews’ê re axivî got: “Me gelek caran ji bo bihayê bilindbûna kirêya dikanan çalakî kirine.”

Elî bal kişand ku şert û mercên jiyanê her diçe xirab dibe û wiha domand: “Deynên me yên dikanê her ku diçe zêde dibe, em ne di rewşek wisa de ne bidin. Ev du mehe ji bo fikarên vîrûsa koronayê qedexe heye. Tiştên Biharê hemû li dikanan mane û ne hatine firotin. Me ziyanek mezin ya aborî dît.”

Elî da diyarkirin ku baca karker û karmendan jî nayê dayîn, ev rewş li ser dikandarên bazaran bandorek neyînî dike.