Dikandarên Amedê li ber têkçûnê ne
Krîza aboriyê ya li Tirkiye û Kurdistanê roj bi roj girantir dibe. Dikandarên Amedê ku gelekan ji wan derabeyên xwe daxistine, dixwazin Rewşa Awarte derhal bê rakirin.
Krîza aboriyê ya li Tirkiye û Kurdistanê roj bi roj girantir dibe. Dikandarên Amedê ku gelekan ji wan derabeyên xwe daxistine, dixwazin Rewşa Awarte derhal bê rakirin.
Krîza aboriyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê, ku ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP'ê rû da, roj bi roj girantir dibe. Gelek ji dikandarên Amedê, ji ber krîza aboriyê kêm man e derabeyên xwe daxînin. Piştî ku qîmetê pereyê Tirk li ber Dolar û Euro kêm bû, hêz û derfeta kirînê ya dikandaran jî qat bi qat kêm bû. Dikandarên Amedê, ku krîza aboriyê bandor li wan kiriye, dixwazin Rewşa Awarte bi lezgînî were rakirin û çareyek ji vê rewşa nebaş a aboriya welêt re bê dîtin.
'ÊDÎ BES KRÎZA HEYÎ JI NEDÎTÎ VE BÊN'
Dikandar Recep Kûmrû da xuyakirin, ku li Tirkiyeyê krîza siyasî û aborî heye û got, "Krîz bi taybetî bandorê li gelê herêmê dike. Ji ber krîzê, gelek dikandar li ber girtina dikanên xwe ne. Tevî ku em buhayên alavan kêm dikin jî, firotin li gorî par ji sedî 50 kêm bû. Banga me li rayedaran e; êdî bes krîza heyî ji nedîtî ve bên û destekê bidin dikandaran."
'ÇARESERIYA KRÎZÊ, AŞTÎ YE'
Şahabbettîn Ûgûr diyar kir, gelek caran bêyî ku tiştekî bifiroşin dikana xwe digire û destnîşan kir, berpirsyarê krîzê polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Ûgûr anî ziman, ji ber şerê li Sûrê, dikanên wan bi mehan girtî man û wiha dewam kir: "Gelek caran bêyî ku tiştekî bifiroşin, em dikanê digirin. Piştî qedexe ji hin aliyan ve hat rakirin, li her cihî bendên polîsan hatin çêkirin. Piraniya mirovên li herêmê, ji ber bûyerên qewimîne naxwazin êdî li Sûrê tiştekî bikirin. Roj bi roj deynê li me giran dibe. Weke dikandarên li herêmê, em dixwazin ev şer biqede û Rewşa Awarte bê rakirin. Ji ber ku çareseriya vê krîzê, aştî ye."
'ÊDÎ TÛRÎST NAYÊN HERÊMÊ'
Dikandar Esnaf Îlyas Karagoz jî bal kişand ser bandora Rewşa Awarte li tûrîzma herêmê û got, "Piraniya eşyayên em difiroşin, ji bo tûrîstan e. Ji ber bûyerên li welêt diqewime, tûrîstên biyanî naxwazin bên Tirkiyeyê. Wekî din, ji ber krîzê, hejmara tûrîstên xwecihî jî kêm bû. Beriya Rewşa Awarte hêz û derfetên dikandaran û gel ên ji bo kirînê baş bû, lê piştî ku Rewşa Awarte hat ragihandin, aboriya welêt ser û bin bû. Par çar kes li ber vê dikanê bûn, lê îsal kesek jî lê zêde ye. Berê li semtên cuda yên bajêr çar dikanên me hebûn, lê ji ber ku kar nema dike, me sê ji wan girt. Yekane çareseriya krîza aboriyê rakirina Rewşa Awarte ye."