BI DÎMEN

Ji DEM Partiyê daxuyaniya têklidarî tenduristiya Onder: Rewş hîn jî cidî ye

DEM Partiyê têkildarî Sirri Sureyya Onder ê ku rakirin nexweşxaneyê got, "Ji ber ku rehê wî yê Aortê qetiya, emeliyat hate kirin. Rewşa Onder hîn jî cidî ye."

Endamê Heyeta Îmraliyê Serokwekîlê Meclîsê û Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder danê êvarê ji ber nexweşiya dil rakirin Nexweşxaneya Florence Nightingale ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê.

Li gorî agahiyan, ji ber ku rehê esasî yê ji dil derdikeve qetiya, Onder hate emeliyatkirin.

'REWŞA WÎ HÎN JÎ CIDÎ YE'

Di daxuyaniya DEM Partiyê de hate gotin, "Ji ber ku rehê wî yê Aortê qetiya, emeliyat hate kirin. Rewşa Onder hîn jî cidî ye."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê berê xwe dan Stenbolê û hate gotin, "Hevserokên me yên bajêr, parlamenterên me, rêveberên me yên partiyê li nexweşxaneyê rewşê ji nêz ve dişopînin. Hevserokên me yên giştî berê xwe dan Stenbolê. Wezareta Tenduristiyê û Walîtiya Stenbolê jî ji nêz ve bi mijarê re eleqedar dibin. Onder ku jiyana wî bi têkoşîn û berxwedanê derbas bû, em pê bawer in ku wê vê zehmetiyê jî di demeke herî kin de derbas bike. Em spasiya her kesî dikin ku ji ber rewşa tenduristiyê ya Onder hatin ber nexweşxaneyê û digerin."

GELEK KES LI BER NEXWEŞXANEYÊ LI HEV KOM BÛN

Li gel Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Parlamentera Stenbolê Pervîn Bûldan, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Faîk Erol, parlamenterên DEM Partiyê, Serokê Giştî yê Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş nûnerên gelek partiyên siyasî, sendîka û sazî li ber nexweşxaneyê li hev kom bûn.

Waliyê Stenbolê Davût Gul, Midûrê Tenduristiyê yê Bajarê Stenbolê, doktorê sereke yê nexweşxaneyê û rektorê zanîngehê jî li nexweşxaneyê ne.