Dijminatiya qeyûmên AKP'yî li jinan dewam dike
Qeyûmên li şaredariyên Bajarê Mezin ê Wanê, navçeyên Rêya Armûşê, Qelqelî, Artemêt, Şax, Erdîş û Bêgirî hatin bicihkirin, weke karê destpêkê yekser saxiyên jinan girtin.
Qeyûmên li şaredariyên Bajarê Mezin ê Wanê, navçeyên Rêya Armûşê, Qelqelî, Artemêt, Şax, Erdîş û Bêgirî hatin bicihkirin, weke karê destpêkê yekser saxiyên jinan girtin.
Qeyûmên AKP’ê yên tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û navçeyên wê bû, yekemîn karê wan girtina navendên jinan ên ku wan jinan tevlî jiyana civakî dikin bû. Sazî û navendên jinan ên ku girêdayî şaredariyên ku qeyûm hatine tayînkirin, hatin girtin û deriyên wan hatin mohr kirin. Heta kompûterên ku agahiyên jinên ji ber şîdetê reviyane navendê tê de hene jî desteser kirin. Li şaredariyên Rêya Armûşê, Artemêtan û Erdîşê Gerînendetiyên Polîtîkayên Jinan ji aliyê qeyûman ve hatin rawestandin. Her wiha li şaredariya Qelqeliyê jî girtina kar a jinan bi "destûra kêfì" ya qeyûm Serdar Karal hat kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di sala 2014’an de stargeha jinan,Navenda Çandê ya Nûda, Yekîneya Têkoşîna Tundiya Dijî Jinê û Navenda Jin Jiyanê bi kedeke mezin vekir û ji bo jinan xebat didan meşandin. Hemû kar û xebatên saziyên jinan ji aliyê qeyûm Îbrahîm Taşyapan ve hatin rawestandin. Hêjayî gotinê ye ku qeyûm piştî stargeha sivîl a jinan girt, karmendekî mêr danî ser Serokatiya Desteya Jinê.
Her wiha Şaredariya Rêya Armûşê ya ku ji 2014'an ve li navçeyê Navenda Jiyanê ya Jinê (Maya), Bazara Keda Jinê vekiribû û di heman demê de ji bo jinan semînerên tenduristiyê li dar dixist, xebatên wê yî Gerînendetiyên Jinan ji aliyê qeyûm ve bêyî hincet hatin rawestandin.
Wekî din piştî Hevşaredarên Qelqeliyê ji peywirê hatin dûrxistin, qeyûmê AKP’ê Serdal Karal
hemû xebatên jinan yên li navçeyê rawestand û deriyê Kreşa Alan Kurdî ya di 2015'an de hatibû vekirin û bi Kurdî perwerdehî dida jî girt.
Her wiha qeyûmên AKP’ê yên li Şaredariyên Artemêtê û Erdîşê jî saziyên jinan girtin û hemû xebatên jinan rawestandin.
Qeymeqamê navçeya Şax a Wanê yê ku wekî qeyûm li serê şaredayiyê ye, rengê pira li ser çemê Botanê yê kesk û sor û zer guherand û kir sor û spi. Hesinên pira li ser Çemê Botanê ji aliyê şaredariya DBP’yî ve bi rengên kesk û sor û spî hatibûn boyaxkirin. Lê Haci Asim Akgul ê qeymeqamê Şaxê yê ku wekî qeyûm hatiye tayînkirin bo şaredariyê, rengê hesinan guherand û kir sor û spî.