Dijminatiya qeyûm a li jinan dewam dike

Qeyûm ê ku hatî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, saziyên jinan ên di bin banê şaredariyê de girt, xebatkarên jin ji kar avêt û niha jî xizmeta bê pere a ji bo jinan ên rojên Pêncşemê bi dawî anî.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di dema DBP’ê de, biryar girtibû ku her Pêncşemê wesayitên gelgihên ji jinan pereyan nestînin. Lê qeyûm ev biryar betal kir. Tê zanîn ku qeyûmê Wanê dijminê jinê ye û beriya niha jî 'Stargeha Jinan', 'Navenda Jiyanê ya Jinê Rojîn', 'Xeta Alo Tundî' ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya desteka psîkolojîk û sosyal a ji bo jinê, 'Seroktiya Daîreya Polîtîkayên Jinê', 'Na enda Jiyanê ya Jinê Maya', 'Bazara Kedê ya Jinê' girtibû.

MAFÊ GIHANÊ YÊ BÊ PERE JI 2015’AN VE LI DAR BÛ

Navenda Koordînasyonê ya Gihanê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê (UKOME) ya DBP'ê li ser daxwaza nivîskî ya Seroktiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê bi biryara 2015’an, biryar hatibû dayin ku Roja Dayikan, 8’ê Adarê Roja Kedkarên Cîhanê, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya Dijî Jinê, 21’ê Adarê Newrozê, 1’ê Gulanê wesayitên gelgihên bê pere xizmetê ji gel re bikin. Her wiha biryar hatibû standin ku roja Pêncşemê jî ji bo jinan bibe roja gihanê ya bê pere. Ev cihêkariya pozîtîf ku li herêmê cara pêşî pek dihat bi kêfxweşî hatibû pêşwazîkirin.

DI CIVÎNA UKOME'YÊ DE HATE BETALKIRIN

Di civîna 2. a UKOME  ya 2017’an de ku bi seroktiya Mustafa Yalçin, ku anîbûn ser Sekreteriya Giştî ya Şaredariya Wanê, biryara ku wesayitên gelgihên bê pere xizmetê didin jinan hate betalkirin. Bi vê biryarê êdî wesayitên gelgihên wê ji bo jinan bi pere be.