Dîcle: Berê xwe bidin çiyayên azad ên Kurdistanê

Endamê Koordînasyona KCR’ê Simko Dîcle xîtabê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir û got, “Deriyê çiyayên azad ên Kurdistanê ji wan re vekirî ye, hûn dikarin tevlî refên gerîla bibin.”

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) Simko Dîcle der barê serhildan û şoreşa azadiya jinê de ji Nûçe Ciwan re axivî. Dîcle diyar kir ku di dîrokê de jî jinan li dijî desthilatdariyê serî hildane û got, “Îro jî zext li ser jin û ciwanan tê kirin, jin careke din pêşengtiya şoreş û civakê dike. Çawa ku Rêber Apo dibêje ‘heta jin azad nebe civak jî azad nabe’ azadiya civakê li ser azadiya jinê pêk tê. Fikir û felsefeya Rêber Apo careke din derket kolanan.”

’ŞEHÎD SERHILDANÊ RONÎ DIKE, AGIRÊ ŞOREŞÊ GEŞ DIKE’

Simko Dîcle anî ziman ku bi vê serhildanê re gelek nirx hatine bidest xistin û ev tişt gotin, “Gelek jin û ciwanên têkoşerên azadiyê şehîd ketine. Şehîd serhildanê ronî dike. Agirê şoreşê geş dike. Her şehadetek wê rêya azadiyê ji me re ronî bike û kîna me ya li dijî dagirkeran zêdetir bike. Rejîma dagirker a Îranê divê bizane ku ev serhildan 40 sal zext û zordariya li ser hemû beşên civakê û gelên Îranê ye. Destê derve nîne, divê rejîm bizane ku ev serhildan berhema ciwanên leheng in.”

‘ŞOREŞ KETIYE QONAXEKE NÛ’

Dîcle wiha dewam kir, Şoreş ketiye qonaxeke nû. Îro dijmin bi awayekî herî hovane êrîşî gelê me dike û şervanên azadiyê û serhildanan ber bi şîdetê ve dibe. Werin em cewherê xwe bi kar bînin, wekî Rêber Apo dibêje; ‘Gulek bi hemû nermî û bedewiya xwe stiriyên xwe hene ku xwe biparêze.’ Ev navgîna parastinê di her heyînên gerdûnê de heye. Divê tevlî serhildanan bibin, xwe û hevrêyên xwe bi her rêbazê hebe biparêzin, xwe bi rêxistin bikin. Divê ciwan bi xurtî cih di serhildanê de bigirin. Piraniya saziyên rêjîmê ji aliyê ciwanan ve hatin şewitandin. Divê ciwan weke hêza pêşeng xwe bi rêxistin bikin, kom bi kom tevbigerin, veşarî xwe biparêzin, rûyên xwe veşêrin û di dema serhildanan de amûrên xwe parastinê bi xwe bikin. 

‘ÇIYAYÊN AZAD JI WE RE VEKIRÎ YE’

Bi giştî ger em di van serhildanan de qadan biterikînin, wê dijmin were qadan dagir bike û tundiya li dijî azadîxwazan zêde bike. Ji ber vê yekê divê em nehêlin dijmin xwe birêxistin bike, azadîxwaz û girtiyan bitepisîne. Bi tevlîbûna hemû beşên civakê em dikarin vê şoreşê bigihînin serkeftinê. Ev hemû ciwanên ku tevlî serhildanan bûne û di metirsiyê de ne, kesên ku bi awayekî eşkere hatine şopandin an jî di bin xeteriya girtinê de ne, bila bizanibin ku deriyê çiyayên azad ên Kurdistanê ji wan re vekirî ye, dikarin tevlî refên gerîla bibin. Artêşa Rizgariya Kurdistanê ji bo parastina civakê, parastina şoreşa jinê û parastina her ferdê gelên azadîxwaz amade ye. Ji ber vê yekê divê her ciwanek ji bo xurtkirina vê artêşê tevlî nava refên gerîla bibe. Ji bo tevlîbûna nava refên gerîla gelek rê hene, berê xwe bidin çiyayên azad ên Kurdistanê da ku em bi hev re şoreşa azadiya jinê bi ser bixin.”