Di serketinê de çeperê sereke; Qada Berxwedanê ya Çemçoyê

Li Girê Keleha Çemço, ti dar û zinarek ku parçeyên bombeyê lê neketibe, nemaye. Gerîlayan li vir, ji bo ku dijmin çekên kîmyewî li dijî hevrêyên wan yên li qadên din bi kar neyne, di bin êrîşên dijwar ên balafiran de çalakî pêk tînin.

Ji 14’ê Nîsana 2022’an û vir ve ku artêşa Tirk a faşîst li herêma Zapê dest bi operasyona dagirkeriyê kir, em her roj li benda daxuyaniyên şer a gerîla guhdarî dikin. Ev daxuyaniyên ku di nûçeyên ajansê de jî cih digirin, balê dikişîne ser çalakiyên gerîla û êrîşên dijmin bi taybetî yên di sê mehên dawî de li dijî qada berxwedanê yên Çemçoyê. Girê Keleha Çemço yê girêdayî qadên berxwedanê yên Çemço ku her roj bi tank, obus, çekên giran û balafirên şer tê hedefgirtin, berxwedana xwe didomîne.

Çemço herêmek di nava eyaletên sereke yên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medya de ye. Keleha Çemço girekî girîng e ku di nava girên stratejîk ên weke Werxelê, Şehîd Adil, Karker, Şehîd Şahîn de cih digire. Ji ber vê yekê dema ku artêşa Tirk a faşîst bi taybet li Girên Werxelê, Karker û Şehîd Şahîn dest bi operasyona dagirkeriyê kir, Keleha Çemço di parastina pişta van giran de roleke gelekî girîng lîst. Ji roja yekem a şer û vir ve gerîlayên ku li ser vî girî bi cih bûne, bi kontrolkirina leşkerên Tirk ên hewl didin xwe li bejahiyê bi cih bikin, heta niha bi dehan çalakî li dar xistine. Performansa leşkerî ya gerîlayan a li çepera Keleha Çemço, bi taybetî di berxwedanên li herêmên Werxelê û Zapê de derketiye holê, bûye xwedî kedeke mezin. Gerîlayên ku li vir bi cih bûne, hem berxwedana li girên nêzî xwe koordîne kirine û hem jî bi çalakiyên xwe piştgirî dane hevrêyên xwe. Di heman demê de li hemberî operasyoneke bejayî ya muhtemel a dijmin a li dijî çeperên wan amadekariyên xwe kirin.

LI GIRÊ KELEHA ÇEMÇO, TI DAREK KU PARÇEYÊN BOMBEYÊ LÊ NEKETIBE, NEMAYE

Heta meha sêyemîn a operasyona dagirkeriyê, artêşa Tirk li vir operasyona bejahî pêk neanî. Lê herêma Çemço ji ber ji roja destpêkê ya operasyonê ve destekek mezin da berxwedana li qadên Werxelê û Şehîd Şahîn, bûye hedefa êrîşên hewayî û lêdanên giran ên qereqolên sînor. Girê Keleha Çemço ku ji roja destpêkê ya operasyonê heta niha bi hezaran caran bi obus, çekên giran û balafirên şer hatiye hedefgirtin, ji lûtkeyê heta quntaran yek dar û kevirek jî ji bombe û obusê bêpar nemaye. Gerîlayan li vir, ji bo ku dijmin çekên kîmyewî li dijî hevrêyên wan yên li qadên din bi kar neyne, di bin êrîşên dijwar ên balafiran de çalakî pêk tînin.

Weke ku di dîmenên piştî çalakiyê de jî tê dîtin, artêşa Tirk hem bi tank û hem jî bi çekên giran û obusan girê Keleha Çemço bi dijwarî bomberdûman dike û dide ber agir. Li hemberî yek guleya gerîlayan, leşkerên Tirk bi tonan bombeyan giran bikar tîne û vê rastiyê cardin kamereya gerîlan bi awayek eşkere radixe berçavan.

BERXWEDANA RÛMETÊ YA LI TUNELÊN ŞER A ŞEHÎD ARJIN Û ŞEHÎD ÛMÎT YA ÇEMÇOYÊ

Di meha Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker di bin êrîşên balafirên şer û dijwariya balafirên keşfê de bi tankan derbasî qadên berxwedanê yên Çemço bû. Artêşa Tirk a dagirker ku ber bi tunelên şer ên Şehîd Ûmît û Şehîd Arjîn ên girêdayî herêma berxwedanê ya Çemço ve bi rê ket, weke herêmên din êrîşên bêexlaqî li vir jî nîşan da. Li Tunelên Şehîd Ûmît tenê tîmekî gerîlayan 2 mehan li dijî tank, gazên kîmyewî û bangên teslîmbûnê yên artêşa Tirk li ber xwe da. Çeteyên artêşa Tirk hema her roj bang li gerîlayên ku di tunelan de li ber xwe didin, banga teslîmbûnê ya bêexlaq kirin û gotin, “Em dizanin ku hûn hindik in, li ber xwe nedin, ger teslîm bibin, em ê we weke qralan bidin jiyîn." Lê belê gerîlayên ku li vir di şert û mercên gelekî dijwar de li ber xwe didin, dizanibûn ku her carê bi çalakiya xwe tif li rûyê van çeteyan bikin. 2 mehan bêyî kêliyekê dudilî bin û bêyî ku serî li ber êrîşan bitewînin, berxwedana xwe domandin. Leşkerên Tirk ên ku bi tankan hatin pêşiya tunelan, li vir bi dehan leşkerên wan mirin.

ÇEKA ŞEHÎD ÇIYA RÛBAR LI ERDÊ NEHIŞTIN

Çepereke din a berxwedanê ya li herêma Çemço jî Tunelên Şer ên Şehîd Arjîn bû. Gerîlayan li vir jî di berxwedana 2 mehan de hem li bejahî hem jî li tunelên şer li dijî artêşa Tirk çalakiyên gelekî bi bandor li dar xistin. Ji gerîlayên YJA Starê Çiya Rubar (Duçem Çelîk) ku li vir pêşengiya berxwedanê kir, di encama teqemeniyên qedexe û gazên kimyewî yên artêşa Tirk de şehîd bû. Hevrêyên Şehîd Çiya Rûbar ên ku ji bo tolhildana wê li vir çalakiyeke berfireh li dar xistin, çeka hevrêya xwe li erdê nehiştin. Di vê çalakiya ku di meha Tebaxê de pêk hat de, gerîla çûn ser cenazeyên leşkeran û dest danîn ser çek û gelek alavên leşkerî.

PIŞTÎ ŞIKEFTA BIRÎNDARA SENDROMA NÛ YA BAZÊN ZAGROSÊ: KELEHA ÇEMÇO

Artêşa Tirk a ku plan dikir girê keleha Çemço bi dest bixe û qadên berxwedanê yên Çemço bi temamî tasfiye bike, hema bêje li ser zinarên bêserûber ên vî girî asê ma. Girê Keleha Çemço bi zozan û zinarên xwe ji gerîla re bû mertal. Artêşa Tirk a ku bi mehan e her carê hewl dide li vî girî leşkeran bi cih bike, di meha 9’an a şer de jî di encama destwerdanên bi bandor ên gerîlayan de hê jî nekariye leşkeran li vî girî bi cih bike. Di 9 mehan de li vir gelek helîkopterên Skorsky û Kobra hatin derbkirin. Fermandarên artêşa Tirk ên ku nekarîn leşkeran li herêmê bi cih bikin, bi fermanên wekî ku dîn bûne ev der 24 saetan di bin bomberdûmanê de hiştin. Di êrîşên li vir de artêşa Tirk qetlîama xwezayê pêk anî. Lê komek gerîlayên ku li vir li dijî van hemû êrîşên hovane li ber xwe dan, 9 meh in li hemberî dijmin serî netewandin û parastina çeperên xwe didomînin. Gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê ku hema her roj li dijî hêzên dagirker ên li quntara girê bi cih bûne çalakiyên sûîqestê li dar dixin, leşker û çeteyên artêşa Tirk ber bi sendroma Zapê ya nû ve birine.