Di serdana Îmamoglû de ya li Wanê jinek hate destgîrkirin

Di serdana Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de ya li Wanê, jineke ku dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriya hate destgîrkirin.

Di çarçoveya serdana 3 rojan a CHP'ê de ya li Wanê, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû serdana esnafan kir. Di dema vê serdanê de jinekê dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriya.

Lê belê ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin.