Di salvegera raperînê de gel destvala ye!

Tevî ku 31 sal li ser raperîna gel a Başûrê Kurdistanê re derbas bû û bi berdêlan destkeftiyek bi dest xist, îro em dibînin ew destkeftî di bin xizmeta hinek aliyên desthilatê de ne. Civak û gel li benda xizmetê ye û berîka wan vala ye.

Îro 31 sal li ser raperîna Başûrê Kurdistanê re derbas dibe. Di rojeke weke îro de li dijî zilm û stemkariyê gelê Başûrê Kurdistanê li dijî rejîma Baas a Sedema Huseyîn rabûn ser xwe û bi berdêlên mezin, dawî li faşîzma rejîma Baasê anî.

Bi vê yekê gelê herêmê dilxweş û kêfxweş bûn ku bikarin li ser cihê xwe û bi rêveberiya xwe bijî. Tevî ku 31 sal li ser vê raperînê re derbas bû, dema mirov li rewşa civakê dinêre dibîne ku rewş guherînek nebûye, rejîmek hilweşiyaye, bi nav û rengek din zext û zordarî tê kirin.

Rêveberiya Başûr ku di destê hinek partî û binemalan de ye, civakê piştçav dike û heqdestê wan ên jiyan û xwêdana wan nade.

Li başûrê Kurdistanê dem bi dem serîrakirinên mîna nedana bûçe, sotemenî, heqdestê karmend û mehmûran çalakiyên bê ku encamek bigire derdikevin holê. Îro jî i gelek bajar, bajarok û herêmên Başûrê Kurditanê mamosta û karmend ji ber nedana mûçe, neçûn ser kar û boykot ragihandin.

Di destê sibê de karmendên rêveberiya perwerdeyê ya navçeya Seyîdsadiq, nexweşxaneya Şehîd Tofîq ya li Derbendîxan, karmend û mamostayên Kelar û navçeya Kifrî boykot ragihandin û neçûn ser kar.

Li navenda Îdareya Raperîn û Qeladizê jî bi heman awayî beşek ji mamosta û karmendan neçûn ser karê xwe.

Li bajarê Silêmaniyê jî rêveberên ceyran û şaredariyê, nexweşxaneya Elî Kemal û dibistanê neçûn ser kar.

Li Helebceyê jî mamosta û karmendên rêveberiya Rewşenbîrî û Çandiniyê ji ber nedana mûçeyê xwe neçûn ser kar.

Li aliyê din xebatên paqijiyê yên bajarê Silêmanî di serî de û gelek deverên din ji ber nedana heqdestê wan ên mehane, ragihandibûn ku wê nexebitin. Ji ber wê yekê li nava bajar qirêj pir belav bûbûn.

Ev aliyek yê madalyona Başûr e, li aliyê din dahat û firotina petrolê û dahata ji vê tê heye. Tevî dahetek baş a Başûrê Kurdistanê jî heye, lê heta niha nedayîna heqest û mûçeyên karmendan tim di rojevê de ye.

DIZÎ Û TALANA NEFTÊ

Niha li bazarê nirxê her bermîlek neftê bi 118 dolaran tê firotin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihandin bû ku dahata herêma Kurdistanê bi rêkupêk ji Bexda nayê, ji bo wê nikarin heqdestê pêwîst bidin karmend û mûcexweran. Li ser vê yekê Serokê Fraksiyona Yekegirtû ya li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Şêrko Cewdet bersiva serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da û got; “Serokê hikumetê behsa deyndariyê dike, lê yek dolar jî deyn nînin. Wezîrê Darayî jî derewên YNK û PDK’ê vedişêre. Ji ber ku dahat gelek e û ne diyar e. 772 kompanyayên navxweyî bi navên cuda di nava beşa neftê de cihê xwe digrin. Her meh bi qasî 250 milyon dolar ji bo wan diçe.”

Ber niha Parlementerê Parlementoya Herêma Kurdistanê ya ser bi Fraksiyona Goran Karwan Gezneyî daxuyaniyek dabû çapemeniyê behsa dahata nefta Herêma Kurdistanê kir û gotibû; “Tevî nirxê her bermêlek neftê nêzî 112 dolarî ye, lê hîn jî Hikumeta Herêmê bi hinceta ku Bexda 200 milyar neşandiye, nikare mûçeyê karmendan belav bike. Li gorî daneyên kompanyaya Dîlot ya firotina neftê belavkirî, ji sedî 42 yê dahata nefta firotî vedigere ji bo Hikumeta Herêmê. Niha her bermîlek neft 47 dolar û çar sentan ji bo Hikumeta Herêmê dimîne. Ev jî rojane dike zêdetirî 20 milyon dolar. Niha jî dahata mehek ya nefta herêmê ya hatî firotin, digihejê 606 milyon dolarî. Ev jî dike nêzî 900 milyar dînar.”

BI XWÎN Û XWÊDANA HEQDESTÊ XELKÊ BAŞÛR QESIR AVA KIRINE

Balkêş e di rewşeke wiha de ji bo civakê dahet tine, lê rêveber û rayedarên hikûmetê li Emerîka û gelek deverên din xwedî qesir in. Gelo ev qesir bi kîjan pere û dahata herêma Kurdistanê hatine çêkirin. Heqdestê xwîn û xwêdana gelê Başûr e.